Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK’ê Şehîd Çîçek Botan û hevrêyên wê bi bîr anî

Komîteya Navendî ya PKK'ê Çîçek Botan û hevalên wê yên gerîla yên li Pîlemûriyê şehîd bûn û endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Şîlan Kobanê ya ku di 29'ê Mijdara 2004'an de li Mûsilê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate qetilkirin bi bîr anî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/11/2019 - 11:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
PKK’ê Şehîd Çîçek Botan û hevrêyên wê bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Navendî ya PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Di vê demê de ku em di sala 42’an a cejna partiyê de ne, em pê hesiyan ku ewlada gelê Êlihê û jin a Kurd, endama Komîteya Navendî ya partiya me PKK û endama Konseya Fermandaran a HPG û YJA Starê Fermandara Dersimê hevrê Çîçek Botan (Hacer Kaya) û milîtanê hêja yê partiya me hevrê Dilgeş Botan (Mehdî Kaplan) di 4’ê Cotmehê de li Pîlemûriyê di şerê dijî artêşa TC a faşîst de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.”

PKK’ê diyar kir, “Beriya her tiştî em hevrê Şehîd Çîçek û Şehîd Dilgeş bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin û hevxemên êşa gelê me û hêzên me yên gerîla ne û soza xwe careke din dubare dikin ku em ê xwedî li bîranîna wan derkevin û armancên wan bi ser bixînin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em her wiha endama Komîteya Navendî ya PKK’ê hevrê Şîlan Kobanê û hevrê Fûat, Cemîl, Zekeriya û Ciwan ên di 29’ê Mijdara 2004’an de li Mûsilê ji aliyê çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê ve bi rengekî hovane hatin qetilkirin di salvegera 15’an a şehadeta wan de bi rêz û minet bi bîr tînin. Ew di rastiya Rojava ya berxwedêr û azad de weke pêşeng her hene.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di roja têkoşîna dijî tundiya li jinê em jinan hemûyan silav dikin ên li dijî sîstema desthilatdariya mêr û dewlpeerestiyê, li dijî siyaset û zîhniyeta wê ji bo civakeke demokratîk û jin ên azad têdikoşin. Em ji wan re serketinê dixwazin.

Hevrê Çîçek Botan ku di temenê ciwan de tevlî nava refên gerîla bû, ji temenê xwe 28 sal diyarî têkoşîna azadiya jinê û gelê Kurd kir û di nava refên gerîla de her wezîfe û berpirsyarî bi dîsîplîna Apoyî pêk anî, bû fermandara xurt a Botan, Zagros û Dersimê, her tim hewl da ku xeta azadiyê ya Apoyî bi xurtî têbigihêje, di pêşvebirina xweparastinê û gerîlatiya jinê de di asta pêşengiyê de bi biryardariyeke mezin tevgeriya û bû şervaneke azadiyê. Fermandareke xwedî îrade û afirîner a gerîla bû ku li her deverê hevrêyên wê lê digeriya, jê hez dikirin û hurmet nîşan didan. Kesayeteke welê bû ku her tim li pêş dimeşiya, bi wêrekî li ber dijminê qirker û faşîst radibû û bû şagirteke serketî ya Rêber Apo.

Hevrê Çîçek milîtaneke pêşeng bû ku temenê xwe yê hêja diyarî têkoşîna azadiyê ya Apoyî kir, bû pêşenga têkoşîna azadiya jinê û xweparastina jinê, lehengeke rasteqîn bû ku xwe di ber jinan, gelê Kurd, azadiya gelan û bindestan feda kir. Milîtaneke fedayî bû ku di xeta Rêbertî û şehîdan de meşiya. Li ser vê bingehê xeleka dawî ya berxwedêriya Dersimê ye ku ji Seyît Riza û Besêyan dest pê kir û bi Mazlûm, Sara, Zîlan, Baran û Atakanan dom kir. Mînakeke serketî ya xeta fermandariya jinê ya Azîme, Bêrîtan, Şîlan, Nûda, Çîçek û Rojîn û Delalan bû. Bi dilnizmiya xwe, bi kedkariya xwe, bi pêşdîtiniya xwe, bi afirînerî û sekna xwe ya xurt a berxwedêriyê milîtaneke PKK û PJAK’ê û fermandareke YJA Starê bû.

Hevrê Çîçek mîna Şehîd Helmet sembol û fermandara fedakar û wêrek a berxwedana dîrokî ya PKK’ê ya sala 41’ê ye. Di nava şert û mercên herî giran de bi têgihiştina azadiyê şer kir û wezîfeyên xwe yên li pêşberî Rêbertî, partî, gel û dîrokê bi rengekî serketî pêk anî. Bû bangeke têkoşînê û qîrîna azadiyê û tevlî karwanê şehîdên leheng bû. Êdî bar dikeve ser milê me, hevrêyên partiyê, jinên bi eşqa azadiyê û hêzên gerîla yên leheng. Partiya me, hêzên me yên gerîla, tevgerên me yên jin û ciwanan, gelê me yê welatparêz wê sala 42’an a partiyê di şexsê hevrê Çîçek û Helmet de bikin sala tolhildana şehîdan, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê biavêjin û xeta serketina berxwedana dîrokî ya jiyan û karê azad ê bi Rêber Apo û Kurdistana azad biafirînin.

Li ser vê bingehê em hevrê Çîçek Botan bi rêz û minet bi bîr tînin û bang li gelê xwe, jinan û hêzên demokratîk dikin ku ji bo bîranîna hevrê Çîçek têkoşîna demokrasî û azadiyê mezintir bikin, bang li ciwanan bi taybetî jin ên ciwan dikin ku tevlî nava refên HPG û YJA Starê bibin û di fermandariya hevrê Çîçek de ji bo azadiyê hîn bi xurtî şer bikin û bi rengekî mezin bi ser bikevin.

Qanûn û îradeya jiyana azad, bîranîna hevrê Çîçek Botan ku sembola fedakarî û wêrekiya ji bo azadiyê ye soza me ya serketinê ye.

Hevrê Çîçek Botan wê di berxwedana me ya serketinê ya sala 42’an de her hebe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Bakurê Kurdistanê di salekê de 54 jin hatin qetilkirin

Nivîsa Pêş

HRE’yê rêzeçalakiyên tolhildanê li Efrîn û Ezazê pêk anîn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Çalakiyên HRE’ê: 16 leşker û çete dagirker hatin kuştin

HRE'yê rêzeçalakiyên tolhildanê li Efrîn û Ezazê pêk anîn

Li Ezazê di teqînekê de 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn

Li Ezazê di teqînekê de 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.