Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Bayik: Xwedîderketina li Rojava bi tena serê xwe ne çare ye

Bayik: Gelên Rojava li berxwedana Rojava xwedî derdikevin û li ber dagirkerî û komkujiya Kurdan radibin. Lê belê di vir de kêmasî hene. Ji bo Bakur jî divê hin tişt bên kirin. Tenê xwedîderketina li Rojava çareserî nîne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/11/2019 - 12:46
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 12 mins read
A A
Bayik: Xwedîderketina li Rojava bi tena serê xwe ne çare ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç.

Beşa duyemîn a hevpeyvînê wiha ye:

Di asta navneteweyî de xwedîderketineke mezin ji bo Şoreşa Rojava heye, ku xwedîderketineke bi vî rengî heta niha nebûye para ti tevgereke şoreşger. Weke ku we jî gotin, ne sîstemên dewletan lê belê gelên dinyayê piştevaniya Rojava dikin. Bi dîtina we ev yek wê bandoreke bi çi rengî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike?

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nabe ku em beşekê esas werbigirin, divê tevahiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn esas bê wergirtin. Rastiyek heye û li holê ye. Çi ye ev rastî? Di çareseriya pirsgirêka Kurd de Bakur esas e. Heta ku li Bakur pirsgirêk nehate çareserkirin li parçeyên din çareser nabe. Her kesî ev yek hem li Rojava hem jî di dema referandûma Başûr de dît. Ji ber ku yê ku dijminatiya herî mezin li Kurdan dike, yê ku dixwaze Kurdan tine bike Tirkiye ye. Eger ev rastî ji aliyê her kesî ve baş neyê fêhmkirin, eger her kes li dij Tirkiyeyê tevnegerin, eger piştevaniya têkoşîna li Bakur neyê kirin wê li parçeyên din encam neyê wergirtin. Divê Kurd li ser vê esasê têbikoşin.

Mijara girîng jî ew e ku divê Kurd yekîtiya neteweyî ji bo xwe esas werbigirin. Eger yekîtiya neteweyî esas wernegirin hingî pirsgirêka Kurd nikarin çareser bikin. Niha şerê sêyemîn ê dinyayê diqewime. Hem metirsiyên mezin hene, hem jî ji bo serketinê serketinên mezin hene. Her wiha ji bo serketinê derfet hîn bêhtir in. Eger Kurd dixwazin encamê werbigirin hingî divê yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Bingeha vê yekê heye. Niha gelê me yê li hemû parçeyan û yên li derveyî welat dixwazin yekîtiya neteweyî pêk were. Rewşenbîr, hunermend, nivîskarên Kurd vê yekê dixwazin. Divê partiyên siyasî jî vê daxwazê bibînin û pêk bînin. Partî ji bo pêkanîna daxwazên gel têdikoşin, hebûna xwe ji ber vê yekê ye.

Eger îro gaveke bi vî rengî neyê avêtin wê kengî bê avêtin? Dem dema wê ye. Eger ev gav neyê avêtin wê dîrok hesabê vê bipirse. Gelê Kurd wê hesabê vê ji her kesî bipirse. Ji ber vê yekê banga min li gelê m ye; di mijara yekîtiya neteweyî de bila zextê li partiyan bike. Bila bêjin; ji bo yekîtiya neteweyî divê hûn vê gavê tavilê biavêjin. Kî vê gavê neavêje bila li dij raweste ku em sedema sabotekirina yekîtiya neteweyî teşhîr bikin. Eger gel vê bike wê kes nikaribe li ber yekîtiya neteweyî bisekine, wê kes nikaribe asteng bike. Wê demê wê ji neçarî vê gavê biavêjin. Ji ber ku wê teşhîr bibe û nikaribe bêje ku ez ji bo Kurdan têdikoşim. Bi vî rengî em dikarin encamê werbigirin. Beriya demeke kurt me bi navê Hevserokatiyê peyamek weşand. Me bang li hunermendên Kurd kir ku ji bo yekîtiy aneteweyî piştevaniyê bikin. Ew dikarin bi vê rolê rabin.

PIRSGIRÊKA KURD NE TENÊ PIRSGIRÊKA ROJHILATA NAVÎN E

Ji bo Başûr jî dixwazin hin tiştan bêjim. Gelê me yê Başûr ji bo Rojava rola dikeve ser milê xwe pêk anî. Ez wan silav dikim. Ciwan çûn û tevlî berxwedana li Rojava bûn, şehîd jî bûn. Gelê me yê Başûr bi nekirîna malên Tirk dest bi kampanyayeke boykotê kir, her wiha xwest ku kongreya Kurdan kom bibe. Yanî li ber dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk radibe. Serhidlan yek ji taybetmendiyên gelê me yê Başûr e. Ji serhildanê re amade ne û carna vê yekê dikin jî. Lê belê divê hîn bêhtir xurt bikin. Di mijara yekîtiya neteweyî de divê bi roleke mezintir rabin.

Li Başûr pirsgirêka bingehîn bi partiyên siyasî re ye. Carna hin daxuyaniyên baş tên ragihandin, lê belê em carna bala xwe didin, dibînin ku li gorî dewletên navneteweyî daxuyaniyan radigihînin. Yanî hîn bi temamî xwe ji bandora van dewletan rizgar nekiriye. Divê xwe ji vê rizgar bikin. Divê ew jî daxwazên gel esas werbigirin. Di vê çarçoveyê de divê gavê biavêjin. Eger ew vê gavê biavêjin hingî wê li pêşiya yekîtiya neteweyî ti astengî nemîne. Kongreya neteweyî il ser esasên beriya niha dikare kom bibe. Niha dem dema wê ye.

Yekîtiya neteweyî ya Kurd çiqasî pêk were wê demokrasiya li Rojhilata Navîn jî pêk were. Divê neteweya demokratîk bê afirandin. Em çiqasî karibin vê bikin em ê hingî bi ser bikevin. Kurd çi bi dest bixe wê mirovahî jî li herêmê ewqasî bi ser bikeve. Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dinyayê ye. Ne tenê pirsgirêka çar dewletan û Rojhilata Navîn e. Pirsgirêkeke navneteweyî ye. Tevgera heyî jî tevgereke navneteweyî ye. Em vê yekê di xwedîderketina li Rojava de ya gelên dinyayê dibînin. Xwedî li berxwedanê derdikevin, li dijî dagirkerî û komkujiyên li Kurdan tên kirin radiwestin. Lê belê di vir de hin kêmasî hene.

POLÎTÎKAYA DAGIRKERIYÊ YA LI ROJAVA LI BAŞÛR Û BAKUR JÎ TÊ MEŞANDIN

Divê em kêmasiyan jî vebêjin û ji holê rakin. Kêmasî çi ne? Xwedîderketin tenê ji bo Rojava ye. Halbûkî divê ji bo Bakur jî hin tişt bên kirin. Dewleta Tirk siyaseta ku li Rojava dimeşîne li Bakur jî dimeşîne. Dagirkeriya li Rojava li Bakur û Başûr jî dike. Li Bakur siyasetmedaran digire, dest datîne ser şaredariyan, her wiha bi hezaran mirov xistin zindanan, bernade ku kes siyasetê bike. Yanî pêkanîna siyasetê ji holê radike. Bi vî rengî dixwaze Kurdan qir bike. Vê yekê jî her roj li pêş çavên her kesî dike.

Dema ku xwedîderketin tenê ji bo Rojava be û li dijî dewleta Tirk xwedîderketin ji bo Bakur nebe wê demê têkoşîn kêm dimîne. Divê ew kêmasî ji holê bê rakirin. Divê em jî vê rastiyê bidin fêhmkirin. Berê li dijî Kurdan qirkirin û komkujî dihate kirin, her kesî qebûl dikir, lê niha pirsgirêka Kurd li tevahiya dinyayê belav bû. Gelên alîgirê azadî û demokrasiyê li Kurdan dibin xwedî. Di nava têkoşîna Kurdan de hêviyê, dinyayeke qada jiyanê dibînin. Têkoşîna bi salan a Kurdan, berdêlên mezin belasebep nîne. Niha gihîştine armanca xwe. Kurd bi vî rengî destketiyên mezin bi dest dixin. Divê mirov vê baş bibînin.

We destnîşan kirin ku Bakur navende, gelo metirsiyên li Bakur rû bidin çi ne?

Dewleta Tirk a faşîst û dagirker ji bo Kurdan qir bike Bakur ji xwe re esas werdigire. Eger mirov li ber kiryarên dewleta Tirk ên li Rojava rabin, lê belê li pêşberî kiryarên li Bakur bêdeng bin hingî wê xwe bixapînin. Tenê xwedîderketina li Rojava, tenê rabûna li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava çareserî nîne. Ev yek ji bo Rojava jî ji bo Başûr jî çareseriyê peyda nake. Ji ber ku siyaseta esasî ya li dijî Kurdan tê meşandin li Bakur tê meşandin. Di ser vê yekê re li parçeyên din vê gavê diavêjin. Kengî gelê me û partiyên wan vê yekê baş fêhm bikin û têkoşîneke rast bimeşînin wê hingî encamê werbigirin.

Li Bakur siyasetmedar tên girtin, şaredarî tên desteserkirin, walî tên tayînkirin, saziyên Kurdan hemû ji holê tên rakirin, lewhayên Kurdî tên rakirin, gelê Kurd neçar tê hiştin ku koçber bibe, tê asîmîlekirin, stranên Kurdî tên qedexekirin, kes li dijî vê ranaweste. Halbûkî esas divê li dijî vê rawestin. Eger li dijî rewşa li Bakur rawestin hingî dewleta Tirk wê nikaribe li parçeyên din dagirkeriyê û êrişên qirkeriyê bike. Ji ber ku kes li dij ranaweste Tirkiye ji vê yekê sûdê werdigire û li parçeyên din dagirkeriyê û qirkeriyê dike. Eger nayê xwestin ku Tirkiye li Rojava û Başûr metirsîdar be hingî divê metirsiyên dewleta Tirk ên li Bakur bên astengkirin. Divê li dijî siyaseta Tirkiyeyê ya li Bakur rawestin.

Divê ji Tirkiyeyê bê pirsîn; tu çima siyasetmedarên Kurd digire, tu çima siyasetê qedexe dike, çima şaredariyan desteser dike, çima her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê ji holê radike? Tirkiye dibêje ‘Ez ne li dijî Kurdan im’. Tu çawa ne li dijî Kurdane? Tabelayeke bi Kurdî jî ji holê radike, başe ev ne dijberiya li Kurdane? Li dijî Kurdî, stranên Kurdî, çanda Kurdî radiweste. Dixwaze her kes çand û zimanê Tirkî ji bo xwe esas werbigire û hebûna xwe înkar bike. Dixwaze her kes ji bo Tirkan û Tirkiyeyê bixebite. Ev yek ne dijminatiya li Kurdan be hingî çi ye? Kurd wê çawa vê qebûl bikin?

Dema ku Kurd bêdeng dimînin hingî Tirkiye polîtîkaya xwe ya qirkirinê li Bakur û parçeyên din girantir dike. Ji bêdengiyê cesaretê werdigire. Belê NATO û hin welat piştgiriyê dide wan, lê belê ya esasî ji bêdengiyê hêzê werdigire. Ev nêzîkatî siyaseta dewleta Tirk rewa dike. Divê mirov li dij vê yekê rawestin. Wê demê hem yekîtiya neteweyî pêk tê hem jî têkoşîn li ser armanca esasî tê kirin. Dema ku ev hate kirin hingî li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê nikarin bimeşînin.

Partiyên siyasî yên li Başûr bi rengekî devkî bersiveke erênî dan banga KNK’ê ya ji bo yekîtiya neteweyî û dagirkeriya li Rojava şermezar kirin. Kampanya boykotkirina malên Tirk a bi pêşengiya gel dest pê kir xuya ye piştgiriyeke mezin jê re heye. Ev helwest têrê dike gelo divê gel û partiyên Başûr hîn bêhtir çi bikin?

Helwestên ku heta niha hatin nîşandan têrê nakin. Em dikarin vê jî bêjin, ne tenê li Başûr li Ewropa û Emerîkayê jî ji bo gel neynin hemberî xwe hin daxuyaniyan radigihînin, dixwazin nerazîbûnê lawaz bikin. Yanî daxuyaniyên wan ji bo xapandina gel in. Eger ne bi vî rengî bûya wê hingî gaveke pratîkî ya van daxuyaniyan bihata avêtin. Lê em dibînin ku gaveke pratîkî navêjin. Di bin de alîkariya dewleta Tirk dikin. Tirkiye daxuyaniyan cidî nabîne ji ber ku yên ku daxuyaniyan dikin hemû têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re hene.

Piştevaniya siyaseta Tirk dikin. Niha roj bi roj gel vê dibîne, hem gelê Kurd hem jî civaka navneteweyî dibîne. Her wiha hinek ji wan bi rengekî tund rexne dikin. Dibêjin; exlaq û wijdan nîne, tenê berjewendiyan esas werdigirin. Ev raste. Rewşeke durû heye. Vê rastiyê jî tînin ziman. Eger li deverekê exlaq û wijdan nebe hingî li wir durûtî heye, li wê deverê her tişt dibe. Ji ber ku her tiştî qurbanî berjewendiyan dikin, axaftinên bi rengekî durû dikin. Lê belê gel êdî haya xwe ji vê heye. Ji ber vê yekê li têkoşînê dibe xwedî, nerazîbûnê nîşanî bêdengiyê didin.

Kurd 100 sal in daxwaza yekîtiyê dikin, di dema dawî de 14 partiyên Başûr bi pêşengiya KNK’ê bang kirin, PKK’ê jî ragihand ku ji bo berpirsyariyên xwe ew amade ne fedakariyê bikin. Gelo çima yekîtiya neteweyî pêk nayê, astengî çi ne?

Gel, rewşenbîr û hunermendên Kurd eger daxwaza yekîtiya neteweyî tînin ziman û hingek li dij radiwestin hingî sedema vê çi ye? Sedema wê ew e ku daxwazên gel esas wernagirin, ji gel dûr ketine, dewletên Rojhilata Navîn esas werdigirin. Bi têgihiştina ‘eger em yekîtiya neteweyî pêk bînin wê hingî berjewendiyên me têk biçin’ vê yekê nakin. Dibêjin eger ji bo yekîtiya neteweyî gavê biavêjin, eger bi partiyan hemûyan, saziyan, rewşenbîran, oldaran, hunermendan bi her kesî re li hev kom bibin û kongreya neteweyî pêk bînin, hin dewlet van partiyan terorîst dibînin, eger em bi wan re li hev kom bibin wê berjewendiyên me bikevin nava metirsiyê. Ji ber vê yekê yekîtiya neteweyî ji bo xwe esas wernagirin. Ev partî ne netewetiyê, ew berjewendiyên xwe esas werdigirin.

Ev rewş jî nîşan dide ku ev partî ne ji bo gel lê ji bo xwe dixebitin. Yanî berjewendiyên gelê Kurd dikin qurbanê berjewendiyên partiyên xwe. Ji ber vê yekê ji bo yekîtiya neteweyî gavê neavêjin. Ji er vê yekê divê gelê me zextê li partiyên ku daxwazên wan pêk nînin bikin, ku min bangeke bi vî rengî kir. Wê demê wê rûyê rast ê wan partiyan eşkere bibe. Ya wê ji bo kongreya neteweyî neçar bimînin û gavê biavêjin, ya jî wê li dij rawestin. Wê demê jî pirsgirêk çareser dibe.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

Nivîsa Pêş

Yekîneya Tolhildanê çalakiya li Esenyûrtê li xwe girt!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Yekîneya Tolhildanê çalakiya li Esenyûrtê li xwe girt!

Yekîneya Tolhildanê çalakiya li Esenyûrtê li xwe girt!

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 sivîl qetil kirin!

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 sivîl qetil kirin!

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.