Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Hevkariya Erdogan û Daiş’ê carek din îsbat bû

"Li pêşberî çavên cîhanê dagirkerî pêk anî. Bi hezaran mirov kuştin û birîndar kirin. Bi sed hezaran kes cihên xwe derketin, hatin avêtin. Gundên wan, bajarên wan wêran kirin. Piştî wê yekser çû ber lingê Pûtîn, ji bo ku dagirkeriya xwe rewa bike bi peymana Soçî hîn zêdetir ji bo Sûriyê bûye belayeke mezin. Wî hewl da ku rêyên çareseriyê asteng bike. Tirkiyê hetanî erêkirina Rûsya û Amerîka negirtiba, wê nikarîba li Bakurê Sûriyê dagirkeriyê pêk bîne."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/11/2019 - 0:04
di nav Analîz, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ – Erdogan xwe ji bo êrîşên nû amade dike
ParvekeTweet

“Tirkiye, bi destê rêveberiya nijadperest û faşîst çi kiribe, bi ermanca tunekirina Kurdan kiriye û heta niha jî dev ji vê hedefê bernedaye. Wan li Bakurê Kurdistanê, bi qasî çil salan, bi derbeyan, komkujîyan, valekirina gund û bajaran, bi zordestiyê xwest kurdan bipelçiqînin û heta niha jî bê navber zordestiya xwe li ser Kurdan dewam dike. Ji bo tevahî komkujiyên li ser kurdan, destpêkê gelê Tirkiyê bi kampanyayên nijadperest û şovenîst amede kir. Wan gelê xwe di her milî de dîl girt û zivirand amûreke ku li ser gelê Kurd qirkirinan pêk bîne.

Gelê Kurd û yên Tirkiyê, di encama têkoşîna bi hezarê salan destkeftiyên ku yên demokratîk bi destxistin hemû pûç kirin. Derdora siyasî tim hat jehirkirin. Di şûna çanda jiyana hevpar a gelan, zimanek perçebûyî û dijmirovî hate bikaranîn. Di cîhanê de jî çiqas hêzên tarî, paşvero û navendî hene ji bo li dijî Kurdan bikar bîne bi wan re tifaq kir. Ji DAIŞ bigire heya El-Nusra, ji DYE bigire heya Rûsya çi kes nema ku pê re ji bo vê armancê hevkarî nekir. Di ortê de ne qanûn, ne dad, ne aborî, ne jî polîtîkaya derve hişt.

Cihê ku niha Komara Tirkiye ya sed salî gihiştiyê, dîktatoriya Erdoganek ku bi şêwazê faşîzima Hîtler li Tirkiyê serdest bû ye. Tirkiye, hemû rist dane ber çav û bi cîhadistên weke El-Nusra û DAIŞ li derdora xwe kom kirine re, navên cuda cuda li wan kir û ew bi ser Kurdan ve ajotin. Erdogan Efrînê ji Kurdan paqij dike, li wan deran paqijkirina etnîkî pêk tîne. Niha jî bi heman rêbazan Li Girî Spî û Serêkaniyê pêk tîne. Bi artêşa NATO ku di destê wî de ye, li gel çeteyan êrîşî gelên Bakurê Sûriyê kir. Ew devera Sûrî a herî ewledar û rêveberiya herî demokratîk bû.

Li pêşberî çavên cîhanê dagirkerî pêk anî. Bi hezaran mirov kuştin û birîndar kirin. Bi sed hezaran kes cihên xwe derketin, hatin avêtin. Gundên wan, bajarên wan wêran kirin.

Piştî wê yekser çû ber lingê Pûtîn, ji bo ku dagirkeriya xwe rewa bike bi peymana Soçî hîn zêdetir ji bo Sûriyê bûye belayeke mezin. Wî hewl da ku rêyên çareseriyê asteng bike. Tirkiyê hetanî erêkirina Rûsya û Amerîka negirtiba, wê nikarîba li Bakurê Sûriyê dagirkeriyê pêk bîne.

Tevahiya cîhanê dît ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD û berxwedana gel rê nadin ku dagirkerî pêk were. Ev berxwedan çavên raya giştî ya cîhanê vekir û eşkere kir ku Erdogan qirkirin û dagirkeriyê pêk tîne. Ger raporên çapameniyê rast bin, ew tiştê ku Erdogan weke herêma ewle bi nav dikir hate kuştin. Ev jî eşkere bû ku Erdogan ji bo kê herêma ewle çêkiriye. Ji bo Bakurê Sûriyê, gelek hêz hewil didin ku herêmek bi ewle çêbikin. Erdogan wî tiştî red dike. Lê belê, li Idlibê bi cihên çavdêriyê û herêmên ewle yên ku amede kirine re, eşkereye ku ji bo parastina DAIŞ û El-Nusra ne. Kurdên ku mafê xwe yê herî xwezayî weke nasname û hebûna xwe dixwazin, Erdogan wan wekî terorîst û hêzeke ku bê tunekirin dibîne û ji bo îmhakirina wan dikeve tevgerê. Di rastiyê de, ew bi hişmendiya DAIŞ û El-Nusra re di aliyê nijadperestiyê de hevbeşin. Palpişat DAIŞ, El-Nusra û pêşengê wan Erdogan e. Gelê Kurd vê rastiyê dizane û hertim ev rastî aniye ziman. Eger ne wisa ba çima DAIŞ armancên xwe yên din berda, êrîşî Kurdan kir? Erdogan DAIŞ’iyan bi ser Kurdan ve anîn û xwest ku karê xwe yê qirêj bi wan bide kirin. Ne tenê DAIŞ ji sûçên dijmirovî, pêwîste Erdogan jî bê darizandin.

Ger bê bîra me, Erdogan li pêş kamerayan, “Kobanê ket û wê bikeve“ “di rêzê de Efrîn û deverên din“ hene digot. Ev gotin nîşan dide ku ew êrîşan plan û kordîne dike. Çima ewqes dixwest DAIŞ ser bikeve? Di bin de dijminatiya Kurdan heye. Erdogan dereca yekemîn berbirsyarê qirkirina li ser Kurdan tê kirine . Erdogan Sûriye ser û bin kir. Tevahî çeteyên çekdar li derdora xwe kom kirin. Li Serêkaniyê û Girê Spî jî vê yekê li ber çavên cîhanê didomîne.

Divê mirovahî dev ji van dîktatorên xwînxwar ên faşîst berde û pêwîste wan darezîne. Erdogan di wijdanê gelê kurd û mirovahiyê de mehkûm bû. Lê heke dadgehên navneteweyî wan sûcên mirovahiyê dadgeh nekin, sedema hebûna wan çi ye?

El-Bexdadî di binê şemsiya Erdogan de dijiya, ew dide xuyakirin ku çawa ji bo mirovahiyê xetereyek e?.

Ji ber vê yekê, pêwîst e Erdogan bi lez û bez ji Sûriyê were derxistin û di bin çavdêriya hêzek navneteweyî de were şopandin. Yan wê ev herêmena di bin parastina Erodgan de ji bo rêxistinkirina DAIŞ û El-Nusra bibin herêmên rêxistinbûyînê û cihê bazariyê.”


ÇAVKANÎ: Rojnameya Ronahî – Zekî BEDRAN

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Roja Kobanê ya Cîhanê di sala 6’emîn de ye

Nivîsa Pêş

Ji Yekîtiyên Tolhildanê li Artemêtan û Rêya Armûşê çalakî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Yekîtiyên Tolhildanê li Artemêtan û Rêya Armûşê çalakî

Ji Yekîtiyên Tolhildanê li Artemêtan û Rêya Armûşê çalakî

Malbat ji bo biçin Îmralîyê serî lê dan

Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Manşet

  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kolnê gel di pêşengiya Jinên Ciwan de li dijî tecrîdê daket qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.