Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Alan kî ne?

"Di van salên dawiyê de bi sedan Kurdan navê Alan li zarokê xwe kirine. Ji ber Alanê Rojava yê di derya Spî de jiyana xwe ji dest da, niha bi navê “Alan Kurdî“ keştiyek li ser Derya Spî ji bo rizgarkirina Pênaberan digere. Peyva “al /ala“ di zimanê me de bûye remz a ku bi navê gelan li ser cawekê tê hildan û pîroz tê dîtin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/07/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – Alan kî ne?
ParvekeTweet

“Di van salên dawiyê de bi sedan Kurdan navê Alan li zarokê xwe kirine. Ji ber Alanê Rojava yê di derya Spî de jiyana xwe ji dest da, niha bi navê “Alan Kurdî“ keştiyek li ser Derya Spî ji bo rizgarkirina Pênaberan digere. Peyva “al /ala“ di zimanê me de bûye remz a ku bi navê gelan li ser cawekê tê hildan û pîroz tê dîtin. Ji wê peyvê peyva “aladar“ afiriye, yanê kesê ku alê hildide. Her wisa “al“ di hin devokan de wek tonajeke rengê sor jî te zanîn. Dema “al“ ew remza neteweyan be, “al + an =alan“ dibe forma wê ya piraniyê. Min jî di romana “Serwerê Med Aştiyago“ de bi nîyeta ew serokê hemû alên mîrîtî o satrapiyan be, cih bi cih “Aştiyago yê Alan“ bikaraniye. Yanê ne bi nîyeta ku ew ji malbatek, yan jî ji eşîra Alanan be.

Li Kurdistanê eşîra Alan eşîreke mezin û gelek berbelav e. Alanên li Dêrsimê dijîn, bi kirmanckî diaxivin û yarsaniye bakurî (Elevî) ne, yên li Hekarî û Wanê kurmancî diaxivin û misliman in. Her wisa Alanên bi zaravayê Naverast û xwarû Mukrî û kelhûrî diaxivin jî hene, heta di nava Lûran de jî behsa êleke wiha tê kirin. Her kurd destana “Memê Alan“ dizane, ev destana me ya netewî ye. Ehmedê Xanî jî di Mem û Zînê de navê Alan bikaraniye.

Ne tenê ev Alanên em dizanin, li gor belgeyên berdest gelek Alan wek leşkerên bi pere tevê Artêşa împaratoriya Roma bûne, hetanê navenda Ewropayê çûne. Bi vê ve girêdayî di sedsala 11. de hin malbatên Firansiz û Brotonan reseniya xwe bi Alanan ve girêdane. Yanê bi wan pesna xwe dane. Wan di nivîsê xwe de ragihandine ku kalê wan zarokên Alanên leşkerê împaratoriya Roma bûne. Navê Artîstê Fransiz yê navdar “Alan Delon“ jî ji wan Asîlzadeyan tê. Alan bi keyên xwe Artax re di sedsala 409 Piştê Miladê de li ser Îspanyayê re çûne portekîzê jî.

Ev Alan kî ne û ji ku ne?

Dema em li dîroka Medan û dîroka konfederasyona Massagettan dinêrin, navê wan di nava herdu konfederasyonan de jî derbaz nabe. Bes em dizanin ku di nava federasyona Massagettan de li gel Reşkotan /Reşan, Masekan, Sakan hin eşîrên din jî hebûne, lê navê wan di nivîsan de derbaz nabin, lema em nizanin ka ev Alan jî di nava vê federasyonê de ne, yan na! Her wisa di dema Medan de hin eşîrên Rojhilat ên cengawer û yên aliyê Kafkasyayê jî hebûne, bes navên wan jî nayê zanîn.

Li gor daneyên berdest Alan koçber bûne. Cih û warê Alanan ya bingehên Horasana eyaleta Îranê ku îro Kurd lê dijîn û Rojhilatê çiyayê Elbiruzê ye. Ji vir care hetanê Tacikîstan, çiyayên Pamîr û Taxorîstanê (iro jê re Uyguristan dibêjin) çûne. Di çîroka Xiongnu yê mîrê çînê serwerê Chih Chih de navê Alanan derbez dibe, ew radigîhîne ku wî hetanî cihê Alanan her der dagir kiriye.

Alan koçber in, li Rojhilat nasekinin, berê xwe didin başûrê Kafkasyayê, di sedsala 4. de ji çiyayê Elbrûzê bigire, heta Derya Reş her derî digirin. Di nivîsên Pontûsan de behsa êrişên Alanan tê kirin. Li Kafkasyayê serweriyeke bi hêz ku axa Çeçenistan, Daxistan, Gurcistana îro jî di nav de hetanî Kirimê jî girtiye nav xwe, ava dikin. Lê ev serweriya wan bi aliyê Hûnan ve tê ruxandin. Wê demê hin ezbetên Alanan hetanê navenda Ewropê bela dibin. Li gor hin daneyên Alman, hin ji wan hetanê Hunsrück (Rheinland Pfalz / Almanyayê) jî tên. Birêz Alî Huseyîn Kerim bi tirkî di bin navê „Balkan Yarimadasinda Kürtler“ (Kurdên li nîvgirava Balkanan) berhemekê nivîsiye. Ev koçberiya Alanan wê xebata Alî Huseyîn Kerim bi her awayî piştrast dike.

Mixabin ku pirsên em bersivên wan baş nizanin jî hê gelek in, ji van pirsan yek ev e: “Gelo Şedadiyên li heman herêmê (Başûrê Kafkasyayê) mîrîtiyekê avakirine jî ji Alanan e?“ Her wiha mirov ji bo Mîrîtiya Mîhraniyan ku di sedsala 6. de hatiye damezrandin jî dikane vê pirsê bike.

Gelek mixabin ku di vê mijara Alanan de jî ti lêkolînerên Ewropî her çendî zimanê wan devokek Kurdî ye jî, hewl nedaye ku têkiliyekê di navbera wê eşîra Kurdan û Kurdan de daynin. Mîna ku ew nijadeke serbixwe be nişan dane. Rastiya vê eşîra me jî, dîsa li ser milê me Kurdan dimîne.

Eşîra Alanên hê îro jî li Kurdistanê dijîn ji heman bingehî ne, Yanê Alan eşîreke Kurd a navdar e. Çima em dikanin bi rikî ve bibêjin? Dema em li zimanê Alanê li Kurdistanê dijîn û yên li Osetyayayê dirûberinin û bikaranina navê Alanan binêrin rastiyê dibînin. Oset wek paşmayîyê Alanan tê zanîn, ew ji xwe re “Alon“ dibêjin. Alanên li Dêrsimê jî ji xwe re “Alo / Aloyî, Alon“ dibêjin. Dema mirov gotinên ji rûsî û kafkasî ketine zimanê osetî jê derxe, osetî wek devokeke kurmancîya Serhedê derdikeve pêşiya me. Kurmanc dikanin bi van gotinên bîyanî re jî osetî ji Soranî û Kirmanckî (Zaza) hêsantir fêm bikin.

Em osetî ji nivîsên Selençûk yên li ser kêlikên gorên li Osetya Bakur, ji nivîsa Johannes Tzetzes ev jî du hevok in û nivîsên di sala 1422 hatî nivisîn û niha di pirtûkxaneya netewî ya Szêchênyî de ye, (Macarîstanê) dizanin. Têkiliya wan û Sarmatan çi ye, em wê jî baş nizanin. Lê di warê ziman de baş zelal dibe ku devokek Zimanê arî ya Bakurarojava ye, bi gotineke hêsan devokek Kurdî – Kurmancî ye.”


ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Parve Bikin19TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîlla: Çandina Tovê Evîndariya Welêt di Dilan de

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Salvegera Lozanê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Peymana Lozanê û encamên wê – 1

ANALÎZ - Salvegera Lozanê

TAYBET – Roj bi roj çalakiya Mertalên Zindî ya li dijî dagirkeriyê

TAYBET - Roj bi roj çalakiya Mertalên Zindî ya li dijî dagirkeriyê

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.