Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîlla: Çandina Tovê Evîndariya Welêt di Dilan de

"Sala 2009 an li Botanê herêma Garisan yekîneyeke hevalên jin û hevalên xort li cihê şehîd Diyana dimînin. Ew cihê ku lêdimînin berê pevçûnek di navbera hevalan û dijmin de rûdabû, li wêderê jî hevala Diyana şehîd dikeve, ji ber vê yekê navê şehîd Diyana li wî cihî dikin. Cihê wan hemû daristanin û zû bi zû dijmin nikare wan bibîne."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/07/2019 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîlla: Çandina Tovê Evîndariya Welêt di Dilan de
ParvekeTweet

Dunya Cemîl

“Neyar destên min bernedan ku ez bi bedewbûna te hinav û cergê xwe hînik bikim. Her şeveke ku ez di himbêza te de xewdikim, meraq neke ji bîra min naçe ku ez ji xwe bipirsim min çi jiyan kiriye. Lîlika çavên min di ziraviyên jiyanê de li şên û şemalbûnê digerin. Heya şeva dawiyê jî min bi zuhreyên asmanan re li bedewbûna te dinêrî. Hoy heval li min binêrin di bin naylonekê de ez li stêrkan dinêrim. Li kêleke min hevalan xwe dirêj kirin e. Her yek ketiye nava xeyalê ku wê di piratîkê de çawa tevlî bibe. Belê me jibîr nekir ku em ji xwe re suhbet bikin. Hevalê Celal Çelê, Koçer Kurdo û Canxort Efrîn yê ku wê şevê nexweş bû, serê xwe danîbûn ber hev û ji xwe re ketibûn nava bîranînan de. Lê belê kesekî ji me bawer nedikir ku ew ê roja wan ya dawî be û pêwîst e xatirên xwe ji Rêbertî, gel û hemû heval û dostên xwe bixwazin.

Sala 2009 an li Botanê herêma Garisan yekîneyeke hevalên jin û hevalên xort li cihê şehîd Diyana dimînin. Ew cihê ku lêdimînin berê pevçûnek di navbera hevalan û dijmin de rûdabû, li wêderê jî hevala Diyana şehîd dikeve, ji ber vê yekê navê şehîd Diyana li wî cihî dikin. Cihê wan hemû daristanin û zû bi zû dijmin nikare wan bibîne. Lê belê ew çend roje ku balafira keşfê li ser cihê hevalan digere. Roja 17 ê Gulanê di berbanga sibehê de balafira keşfê dîsa gera xwe berdewam dike. Piştî ku diçe heval nizanin ku wê li dewsa wê balafira şer were. Dema ku balafira şer tê, bi yek carî cihê hevalan gulabaran dike. Piştî wê qobra tê û dijmin dest bi avêtina top û hewanan dike û bê navber cihê hevalan bumbardûmandike. Di wê demê de çar heval şehîd dikevin. Ji ber ku balafira şer di carekê de li hevalan dixe hemû heval texmîn dikin ku hevalê li wêderê hemû şehîdketin e. Lê belê her kes ji xwe re dibêje gelo hevalan xwe xilaskirin e? Kesek naxwaze bawer bike ku heval şehîdketine. Hinek heval li benda çûyîna balafirên şer namînin û ji bona bizanibin ku heval şehîdketine yan na dizivirin wî cihî. Lê belê dîmeneke ku dilê wan perçe bike derdikeve pêşiya çavên wan. Hevalê Şervan Sason û sê hevalên din şehîdikevin. Wê çawa bawer bikin ku hevalên berî çend xolekan bi wan re jiyandikirin niha şehîd ketin e.

Her çar heval hîna destê xwe neavêtibûn çeka xwe şehîd dikevin. Hevalê Şervan Sason yê ku cihê xwe di rêveberiya Botanê de digirt şehîd dikeve. Hevalê Şervan Sason ji Batmanê ye û sala 1993’an beşdarî nava refên gerîla dibe. Her rojeke ku di çiyan de jiyandike bi lênûsa xwe re parvedike. Ji ber vê yekê evîndarê jiyana gerîlayetî ye û bê çiyan nikare jiyanbike. Berî ku beşdarî gerîla bibe dizewice û zarokekî wî heye. Gerîlayetî li gelek qadên çiyan dike. Ew cara duyemîne ku di sala 2007 an de derbasî Botan dibe. Di despêkê de rojaneyên xwe bi zimanê Tirkî dinivîsîn e, lê belê piştî ku xwe fêrî zimanê Kurdî dike êdî biryar dide ku bi zimanê Kurdî rojaneyên xwe binivîsîn e. Gava ku di nava hevalan de ne amedebane cihê wî xuyabû. Coşa wî parçek ji jiyana gerîla bû. Bi hezkirina xwe ya ji xwazayê re dihate naskirin. Ji wêne kişandinê gelekî hezdike, ji ber her rojeke ku jiyandikir nirxê wê dizanîbû û wate didayê. Di şerê xwe de dilawere û di şer de herdem pêşengtiya hevalan dike. Hevalên ku pêre şehîdketine, ew jî di jiyanê de bi wêrekî têkoşîna xwe didan meşandin.

Hevalê Celal Çelê di temenekî biçûk de beşdarî nava refê gerîla dibe. Sala 1979 an ji dayîk dibe û sala 1992 an beşdarî gerîla dibe. Hevalê Celal Çelê bi zindîbûna xwe ya di jiyanê de tê naskirin. Berî ku derbasî Botanê bibe piratîkê li gelek qadên zor û zehmet dide meşandin. Sala 2005 an bi pêşniyarê xwe derbasî Botanê dibe.

Hevalê Canxurt Efrîn sala 1978 an li Heleb ji dayîk dibe. Piştî ku têkiliyên wî bi hevalan re çêdibe û bi wan re xebatê dide meşandin biryar dide û sala 1995 an beşdarî gerîla dibe. Berî ku şehîdbikeve berpisyarê taximê ye. Bê ku dudilî jiyanbike di şert û mercên herî zor de bi taxima xwe re piratîkê dide meşandin. Bi fedakartiyeke mezin tevlî jiyanê dibe, ji ber vê yekê di nava hevalan de gelekî tê hezkirin.

Hevalê Koçer Kurdo jî sala 1984 an li İskenderonê ji dayîkdibe. Ji ber ku rewşa malbata wan ya aborî nebaşe naçe dibistanê. Lê belê hesreta xwendin û nivîsandinê di dilê xwe de nahêle û xwe fêrî xwendin û nivîsandinê dike. Sala 2002 an beşdarî nava refên gerîla dibe. Bê qisûr tevlî jiyanê dibe. Di perwerdê de wergerandina parêznameyên Rêberê APO dike. Ji bona ku hemû heval parêznameyên Rêber APO fêmbikin çabayekî mezin dide.

Her çar hevalên leheng bi hezkirina xwe ya ji jiyanê re dihatin naskirin. Berî ku şehîdbikevin bi coşeke mezin xwe ji bona piratîkê amade dikin. Lê belê guleyên neyarê bêbext destûr nadin ku biçin piratîkê û di roja 17 Gulanê de şehîd dikevin. Pişt re heval li cihê şehîd Diyana gora wan li kêleka hev çêdikin. Lê belê evîndartiya wan ya welêt di dilên xwe de diveşêrin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Mem û Zîn

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Alan kî ne?

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Alan kî ne?

ANALÎZ - Alan kî ne?

ANALÎZ – Peymana Lozanê û encamên wê – 1

ANALÎZ - Salvegera Lozanê

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.