Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê 33 rêwiyên xewnerojkan bi bîr anî

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkilî salvegera komkujiya 33 rêwiyên xewnerojkan ên li Pirsûsê daxuyanî da û got,''Mêtingeriya qirker her demê ji yekîtiya hêzên demokrasiyê û gelê Kurd, ji têkoşîna wan a hevpar tirsiyaye''.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/07/2019 - 15:59
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK’ê 33 rêwiyên xewnerojkan bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkilî salvegera 4’an a Komkujiya Pirsûsê daxuyanî da û got, ”Tirkiye ya ku bi hevalbendiya AKP-MHP’ê tê rêvebirin, raxistiye ber çavan ku li Rojhilata Navîn navenda hemû paşverûtiyê ye. Hemû paşverûtî, despotîzm û faşîzm jî ya li Rojhilata Navîn bi têkoşîna hevpar a gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wê were têkbirin.”

Daxuyaniya Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Beriya niha bi 4 salan 33 ciwanên Federasyoan Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) ku ji bo destekê bibin berxwedana Kobanê çûne Pirsûsê, bi hevkariya MÎT’ê û DAÎŞ’ê li Pirsûsê hatin qetilkirin. Em 33 ciwanên şoreşger ên sosyalîst bi minet û hurmet bi bîr tînin; son dixwin ku bêrîkirina wan Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk pêk bînin. Em êrîşa li ser kampa Mexmûrê ya hewayî bi tundî şermezar dikin, şifaya xêrê ji bo birîndaran dixwazin.

TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYÊ HATE XWESTIN KU BI HEVKARIYA AKP-DAÎŞ’Ê WERE SERKUTKIRIN

Ji 24’ê Tîrmehê û wir ve şerê ku ev 4 sal in li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê tê kirin, bi vê êrîşê dest pê kiriye. Hatiye xwestin ku têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi hevkariya AKP-DAÎŞ’ê were serkutkirin. Komkujiya Gara Enqerê ya 10’ê Cotmeha 2015’an jî bi vê amancê hatiye kirin. Ev komkujî nîşan didni ku têkoşîna hevpar a gelê Kurd û hêzên demokrasiye çendî AKP’ê û DAÎŞ’ê ditirsîne. Lê bi tirsê mirovji nemanê xilas nabe. DAÎŞ bi têkoşîna hevpar a gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hatiye têkbirin; desthilata faşîst a AKP-MHP’ê jî aniye ber rewşa têkbirinê.

AMANC EW E KU YEKÎTÎ Û TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELÊ KURD Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ ASTENG BIKIN

Mêtingeriya qirker her demê ji yekîtî û tekoşîna hevpar a gelê Kurd û hêzên demokrasiyê tirsiyaye. Ji ber vê jî, ev sed sal in ji bo yekîtî û têkoşîna hevpar a gelê Kurd û hêzên demokrasiyê asteng bike şerekî taybet dike. Lê li Pirsûsê qetilkirina 33 şoreşgeran û 10’ê Cotmehê komkujiya li Gara Enqerê pêk hatiye, nîşan dide ku ev polîtîka hatiye pûçkirin. Bi van êrîşan her çendî hatibe xwestin ku ev têkoşîna hevpar were astengkirin jî, ev şehadet bûne destxeta têkoşîna hevpar. Êdî ev têkoşîna hevpar wê nikaribe were astengkirin û Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk bi mîsogerî wê were bicihanîn.

Tirkiye ya ku bi hevalbendiya AKP-MHP’ê tê rêvebirin nîşan daye ku navenda hemû paşverûtiya li Rojhilata Navîn e. Hemû paşverûtî, despotîzm û faşîzm a li Rojhilata Navîn wê bi têkoşîna Kurdan û hêzên demokrasiyê were şikandin. Ev rasteqînî diyalektîk û qanûna têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Rojhilata Navîn e. Van salên dawî geşedanên li Tirkiyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ên li qadên siyasî û leşkerî ev rasteqînî nîşanî her kesî daye. Careke dî hatiye dîtin ku têkoşîn xwedî karekterekî wiha ye ku her demê ser rasteqîniyan ronî dike.

DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYÊ JIYANA DEMOKRATÎK Û AZAD A GELÊN ROJHILATA NAVÎN E

Ev bi zelalî hatiye dîtin; heta ku Tirkiye neyê demokratîkkirin, ne tenê gelên Tirkiyê, hemû gelên Rojhilata Navîn jî nikarin bibin xwedî jiyana azad û demokratîk. Desthilata AKP-MHP’ê, ji bo pêşî li demokratîkbûna Tirkiyê bigire ne tenê li nav Tirkiyê, li derve jî li dijî demokratîkbûnê her cure êrîşê tîne. Ji ber vê ye ku êrîşê tîne ser Kurdan, ku li Rojhilata Navîn hêza herî dînamîk a demokratîkbûnê Kurd in û li her deverê êrîşê tîne ser Kurdan. Ev rasteqînî nîşan dide ku divê hemû gelên Rojhilata Navîn û hemû hêzên demokrasiyê yên cîhanê divê li dijî vê êrîşkariyê têkoşîna hevpar bidin. Çi kesê ku demokratîkbûna Rojhilata Navîn, aştî û aramiya wê dixwaze, xwe dane ber bepirsyariyeke wiha.

ÊRÎŞA LI SER MEXMÛRÊ ÊRÎŞA LI SER GELÊ KURD E

Êrîşa li ser gelê Mexmûrê ku ji ber zext û zordarî û valakirina gundan a dewleta Tirk a salên 90’î hatin Başûrê Kurdistanê, encama dijminatiya li demokrasî û azadiyê ye. Bi vê êrîşê hatiye xwestin ku gelê Kurdistanê yê welatparêz were şikandin. Desthilata AKP-MHP’ê çi kesê ku serê xwe li ber dijmintiya li Kurdan û demokrasiyê natewîne dike hedef. Ji ber vê jî pergala faşîst a qirker, herî pir êrîşê dibe ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, ku vê têkoşîna gelê Kurd ji bo xwe mîna astenga herî mezin dibîne.

Çi kesê ku êrîşên faşîst ên AKP-MHP’ê tenê mîna êrîşa li ser PKK’ê û Kurdan bibîne, di nav şaşiyeke mezin de ye, xwe dixapîne. Ev êrîş li ser hemû Kurdan, li ser destkeftiyên siyasî yên Kurdan û li ser hêzên demokrasiyê ye. Bi vê çarçoweyê hem bang li hemû gelê Kurd ên çar parçeyan dikin, li bang hemû gelên Rojhilata Navîn û hêzên demokrasiyê yên cîhanê dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşînê geş û gur bikin. Berpirsyariya li bara bi sed hezaran kesên li Rojihilata Navîn hatine qetilkirin, a li bara yên ku li Pirsûsê û Gara Enqerê şehîd bûne encex wiha were bicihanîn.

Ên ku 20’ê Tîrmehê li Pirsûsê û 10’ê Cotmehê li Gara Enqerê şehîd bûne rêya xeta têkoşîna siyasî ku divê were şopandin nîşan dane. Em bang li hemû gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin ku li ser vê xeta siyasî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşînê geş bikin û gelên Rojhilata Navîn ji hişmendiyeke wiha ya dijî mirov û ji êrîşkariyê rizgar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Colemêrgê weşand

Nivîsa Pêş

YCÊ û YJCÊ’yê bombebarankirina Mexmûrê şermezar kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YCÊ û YJCÊ’yê bombebarankirina Mexmûrê şermezar kirin

YCÊ û YJCÊ'yê bombebarankirina Mexmûrê şermezar kirin

LEZGÎN – Li Xakurkê derbên giran li dagirkeran hate xistin: 7 dagirker hatin kuştin

Li Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo Konferansa Jinên Ciwan belavok hate belavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Berxwedana Strasboûrgê kete roja 114’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.