Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Divê YNK li ser xeta Mam Celal be

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/11/2018 - 10:53
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Divê YNK li ser xeta Mam Celal be
ParvekeTweet

KCK’ê diyar kir ku buroyên Tevgera Azadî bi zextên dewlata Tirk hatine girtin û got, “Avabûna YNK’ê û xeta siyasî ya Mam Celal ew rê ye ku divê YNK îro jî li ser wê be.” KCK’ê bang li YNK’ê kir ku dev ji vê helwesta xwe berde.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, di demekê de ku ji her demê bêhtir pêwîstiya Kurdan bi yekîtî û têkiliya demkokratîk heye, li Başûrê Kurdistanê serdegirtin û girtina buroyên Tevgera Azadî bi awayekî derveyî exlaqê siyasî û hiqûqî, ji bo gelê Kurd û siyasetmedarên wê pêkanîneke nayê qebûlkirine. Hevserokatiyê got, “Helwesteke bi vî awayî ya li ser Tevgereke Kurd ku karê demokratîk dike, pêkanînên dijminê Kurdan ên qirkirina Kurdan tîne bîra mirovan. Lewma eşkere ye ku ev biryar ji hêla hikumeta herêma Kurdistanê ve hatiye girtin. Biryar ji aliyê gelê me ve nayê qebûlkirin.”

PIŞTÎ GEFÊN DEWLETA TIRK BIRYARA GIRTINÊ HATE DAYÎN

KCK’ê bi bîr xist, her çiqas girtina buroyên Tevgera Azadî bi navê hikumeta Başûrê Kurdistanê jî hatibe kirin, ev pêkanîn li herêma di bin serweriya YNK’ê de pêk hatibin jî, ti têkiliya vê biryarê bi hiqûqê nîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ti eleqeya vê biryarê bi hiqûqê re tune. Heta tu têkiliya xwe bi siyaseta Başûrê Kurdistan û siyaseta Iraqê re tune. Divê her kes zanibe ku dewleta Tirk gef lê xwarine û rêveberiya KDP û YNK’ê jî ev biryar dane. Ev nêzikatiyên bi vî awayî siyaseta Kurdan bê vîn dihêle û dixe bin îpoteka hêzên derve. Siyaseta Kurd, li şûna ku yekîtiya neteweyî û hevkariya demokratîk a nava Kurdan esas bigire, di bin zext û gefên hêzên derve de polîtîkayê dike. Ev jî bûye kêmasiya herî berbiçav a siyaseta Kurd.”

RÊYA KU DIVÊ YNK LI SER BIMEŞE XETA MAM CELAL E

KCK’ê di daxuyaniyê de bal kişand li ser van mijaran:

“Di siyaseta Kurd de, di bin zextên hêzên derveyî de zext û fişar li ser partî û tevgerên din ên Kurdistanê tên kirin. Divê dawî li vê nêzîkatiyê bê anîn. Heta ku siyaseta Kurd vê kêmasiya xwe ji holê raneke, ne wê bikaribe xwe bike hêz, ne jî dikare li dijî astengiyên derdikeve pêşiyê re têbikoşe. Dema siyaseta Kurd pişta xwe da gel û bi hêzên demokratîk ên siyasî yên Kurd re hêza xwe kir yek, dikare pirsgirêkan çareser bike. Şaş e ku berjewendiyên neteweyî, li şûna polîtîkayên demdirêj, ji polîtîkayên rojane re bên qurbanîkirin û her tim wê ev li xwediyê xwe vegere. Serîtewandina li ber zextên hêzên derve û li ser vê bingehê zext û fişar li partiyên din ên Kurd tên kirin, beriya her tiştî ne welatparêzî ye. Lewma pêkanînên li ser Tevgerê, wê ji bilî xistina rûmetê zêdetir tu tiştî ji YNK’ê re neyne. Di serî de divê YNK vegere li ser sedemên xwe yên ku wê rewa dike. Ev yek beriya her tiştî ji bo xêra YNK’ê ye.

Sedema avabûna YNK’ê û xeta siyasî ya Mam Celal ew rê ye ku divê YNK îro jî li ser wê be. Eger naxwaze li dij sedema xwe ya hebûnê, li dij nirx û têkiliyên xwe derkeve, wê çaxê pêwîste vê rêyê bide ber xwe. Naxwe wê cihêrengiya di nava dîrokê de afirîne ji holê rake, ku herî zêde YNK wê bi vê bixisire. Wê bikeve rewşeke welê ku li gorî daxwaz û dilê dewleta Tirk tevdigere, ku dewleta Tirk a mêtinger qirker ne tenê dijminê Kurdên li Bakur e, yê hemû Kurdan e. Ev yek jî li sedemên dîrokî yên avabûna xwe û li hesasiyetên Mam Celal nayê.

ZERARÊ DIDE HEMÛ KURDAN

Eger YNK serê xwe li ber daxwazên dewleta Tirk bitewîne, ku serkêşê dijminatiya li Kurdan e, wê dawî li vê yekê neyê. Dewleta Tirk xwedî karakterekî şantajê ye û dixwaze Kurdan li ber hev rake, bi vî rengî jî qels bike. Baş tê zanîn ku dewleta Tirk berê jî ev polîtîka dikir, niha jî dike. Me dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan li Bakur, li Rojava û li Başûr bi zelalî dît. Lewma, ne hêja ye ku ji bo xatirê berjewendiyên rojane serî li ber daxwazên hêzeke dijminê Kurdan bê tewandin. Ev yek ne tenê zerarê dide YNK’ê, her wiha wê rê li ber encamên welê veke ku zerarê bigihêje tevahiya gelê Kurd.

Ya ku divê YNK bike ew e ku li dijî êrîşên dewleta Tirk, ya jî hêzeke din a li hemberî partiyên siyasî yên Kurd û destketiyên Kurdan, helwestê nîşan bide. Ya ku YNK’ê xurt bike û li ser piyan bihêle ev e. Di demekê de ku diviyabû YNK’ê li hemberî biryara DYA’yê ya li dijî sê pêşengên siyasî yên Kurd helwesteke vekirî nîşan bida, li dijî Tevgera Azadî kete nava nêzîkatiyeke wiha bêşensî. Hemû saziyên siyasî demokratîk, rewşenbîr û gelê me yê Kurdistanî divê li ber vê pêkanîna li dijî Tevgera Azadî rabin. Em timî bi dostanî nêzî YNK’ê bûn û me her tim xwest ku YNK di nava yekîtiyê de, di nava siyaseta Kurd de her heb. Lewma, bi navê tevgereke bi vî rengî em bang li YNK’ê dikin ku dest ji vê helwesta xwe berde û xwe bispêre çavkaniyên rasteqîn ên hêzê ku dikare wê derxîne ser dika dîrokê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê wê têkoşîna xwe xurt bikin

Nivîsa Pêş

Gerîla li Geverê lê da: 5 leşker hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

Gerîla li Geverê lê da: 5 leşker hatin kuştin

DGH: Li herema Marmara çalakiyê bibandor hat lidarxistin

DGH: Li herema Marmara çalakiyê bibandor hat lidarxistin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Başûr: ‘Li dijî êrîşên dagirker em ê bibin mertal’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.