NAVENDA NÛÇEYAN-Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku di 14ê Cotmeha 2025an de li mala xwe ya Enqereyê xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji wê rojê û vir ve li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, şeva sersalê jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Huseyîn Aykol li eywana Yılmaz Guney a navçeya Çankayayê merasîma oxirkirinê hat lidarxistin. Piştî merasîma bîranînê, li Goristana Karşiyaka ya navçeya Yenîmahalle nimêja cenaze hate kirin. Malbat û xebatkarên Çapemeniya Azad ên hevalên Huseyîn Aykol, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) heval û hezkiriyên Aykol, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li mrasîma oxirkirina cenaze bûn. Piştî nimêja cenaze, cenazeyê Huseyîn Aykol ji aliyê bi hezaran kesan ve hate definkirin.



