Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Dewleta Tirk ji bo Iraqê xetereya herî mezin e

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê bang li hêzên li Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku nebin hevparê bangên qirkirinê yên dewleta Tirk û got, "Dewleta Tirk a bi serkêşiya şefê faşîst Erdogan ji bo Iraqê xetereya herî mezin a ewlekariyê ye."

Edîtor: Nucan Serdoz
14/03/2024 - 15:50
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
KCK: Dewleta Tirk ji bo Iraqê xetereya herî mezin e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî serdana rayedarên dewleta Tirk a dagirker a li Bexdayê daxuyaniyek weşand. KCK’ê got, “Sê wezîrên dewleta Tirk a dagirker îro serdana paytexta Iraqê kirin û wê bi rayedarên dewleta Iraqê re hevdîtinan bikin. Beriya vê serdanê hem şefê faşîst Erdogan hem jî rayedarên din ên dewleta Tirk daxuyanî dan û li gorî van daxuyaniyan, her wiha cînayetên ku artêşa Tirk a dagirker meha derbasbûyî li hemberî welatiyên Iraqê kir, rojeva civînê diyar e ku wê çi be û ji niha û pê ve çi bê kirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya hundirîn û derve li ser bingeha qirkirina gelê Kurd dimeşîne.” Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir, “Ji bo vê jî li hundir hebûna gelê Kurd înkar dike, polîtîkaya qirkirina çandî li dijî Kurdan dimeşîne, pîvanên exlaqî û mirovî yên bingehîn ên neteweyî, navneteweyî û gerdûnî binpê dike, tine dihesibîne û li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkaya tecrîdê ya giran dimeşîne. Polîtîkaya xwe ya derve jî bi rengê ku xizmetê ji vê polîtîkaya hundir a qirkirinê re bike, bi rêxistin dike û dimeşîne. Ji ber vê yekê li ku dera cîhanê dibe bila bibe, bi kê re hevdîtinê dike bila bike, rojev û daxwaza şefê faşîst Erdogan û rayedarên din ên dewletê, wergirtina piştgiriya navneteweyî ya ji bo şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan e. Ji hevdîtinên li Neteweyên Yekbûyî heta bi civînên bilind ên NATO’yê, ji Davos û Munchenê heta bi Astana û Soçiyê, rojev esasî ya Erdogan peydakirina piştgiriya ji bo polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan û tevlîkirina hêz û dewletan li vî sûcê xwe yê qirkirinê ye. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn di hema çarçoveyê de ye. Bi taybetî çend mehên dawî li hemberî dewleta Iraqê polîtîkaya şantajê ya bi gefan dimeşîne û dixwaze vê dewletê tevlî siyaseta xwe ya qirkirinê bike.”

REJÎMA ERDOGAN REJÎMA NÛ YA SEDDAM E, CEWHERA XWE YEK E

Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

“Dewleta Iraqê ji aliyê destûra bingehînî ve nasname û mafên Kurdan nas kiriye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên girîng avêtiye. Dewleta Iraqê ya heyî siyaseta qirker, înkar û îmhayê ya rejîmên berê li pey xwe hiştiye û ber bi demokratîkbûnê ve gav avêtiye. Eger dewleta Iraqê ber bi demokratîkbûnê ve hîn bêhtir bi wêrekî gavan biavêje, wê li Rojhilata Navîn bibe pêşeng û piştgiriya Kurdan û hemû hêzên demokratîk werbigire. Dewleta Tirk ku vê yekê dibîne, bi israr dixwaze ku Iraqê ji rêya demokratîkbûnê dûr bixîne, tevlî polîtîkayên xwe yên îmha û qirkirinê bike û li polîtîkayên beriya sed salî vegerîne. Bi vê armancê bi her awayî gefan dixwe, şantajê dike. Niha jî qaşo wê bi rayedarên Iraqê re civîna ewlekariyê lidar bixe.

Beriya her tiştî divê ev rastî bê tespîtkirin ku gefa herî mezin a ewlekariyê ya li ser Iraqê dewleta Tirk a faşîst e. Dewleta Tirk a bi serkêşiya şefê faşîst Erdogan ji bo Iraqê metirsiya herî mezin a ewlekariyê ye. Yê ku her carê qala Osmaniya Nû û Mîsakî Mîllî dike, yê ku dibêje Mûsil û Kerkûk ên me ne û dibêje wê parçeyek ji xaka Iraqê dagir bike, şefê faşîst Erdogan e. Yên ku gelên Iraqê di demên herî zehmet de parastin, li dijî êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ’ê parastin Tevgera Azadiyê ya Kurd û PKK ye. Lewma eger wê civîneke bilind a ewlekariyê ya rasteqîn bê lidarxistin, ev yek divê ne li dijî PKK’ê be, lê li dijî dewleta Tirk a dagirker be. Ji ber ku vê dewletê xaka Iraqê dagir kiriye, li ser xaka Iraqê bi sedan baregehên demkî û mayinde çêkiriye, bi deh hezaran leşkerên xwe li xaka Iraqê bi cih kiriye; ji Şengalê heta bi Kelar, Dihok û Zaxoyê her roj êrîş li ser parçeyekî cuda yê xaka Iraqê tê kirin, dibin hedefa êrîşên bi balafiran û droneyan ên dewleta Tirk. Di encama van êrîşan de heta niha 165 welatiyên Iraqê şehîd bûn, bi sedan birîndar bûn û her roj ev hejmar hîn zêde dibe. Gelên Rojhilata Navîn û Iraqê bi hezaran sal in li dora çemên Firat û Dîcleyê jiyana xwe ya aboriyê ava kirine. Yê ku ava çemên Firat û Dîcleyê dibire û li dijî Iraqê û welatên Rojhialta Navîn weke amûreke qirkirina aborî û ekolojîk bi kar tîne Tirkiye ye. Di rewşeke bi vî rengî de hevdîtina rayedarên Iraqê bi rayedarên leşkerî û îstîxbaratî yên payebilind ên Tirkiyeyê re ku terorîst Hakan Fîdan jî di nav de ye, li gorî berjewendiya dewlet û gelên Iraqê nîne. Rayedarên dewletekê gelo wê çawa karibin rê û rêbazên dagirkirina xaka welatê xwe û gelê xwe bi dewleteke dagirker û biyanî re nîqaş bikin? Îzaha vê yekê li pêşberî gel û dîrokê nîne, nabe. Destekî Hakan Fîdan di xwîna welatiyên Iraqê de ye, nabe ku destê wî yê din di destê we de be. Divê ev yek bê zanîn, ji bo gelên Iraqê û Rojhilata Navîn Seddam û rejîma Baasê hatibe çi wateyê, faşîzma AKP-MHP’ê û Erdogan jî xwedî heman wateyê ne. Rejîma Erdogan rejîma nûkirî û bi rengên cuda boyaxkirî ya rejîma Seddam e, cewher heman cewher e.

Ji aliyê ewlekariyê ve tiştekî ku Tirkiye bide Iraqê nîne. Eger tiştek hebe ku bide ew jî dagirkerî, teror, talan, komkujî û barandina rondikên çavan e. Eger dewleta Tirk li ewlekariya Iraqê bifikiriya, wê bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê li nava sînorên xwe perwerde nekiribûya û bi ser Mûsil, Kerkûk û Enbarê ve neşandibûya. Eger derdê dewleta Tirk ewlekariya Iraqê bûya, wê li hemberî DAÎŞ’ê têbikoşiya, wê yek ji deh hezaran êrîşên xwe yên drone û balafiran ên niha li ser Kurdan dike, wê li dijî DAÎŞ’ê bikira. Lê belê dewleta Tirk yekane dewlet e ku hewl da li dewleta çete ya DAÎŞ’ê konsolosxaneyê ava bike. Niha jî dewleteke dagirker e ku DAÎŞ’ê weke gefekê li dijî Iraqê bi kar tîne, ji bo li hemberî gelên Iraqê çalakiyên terorê bike çeteyên DAÎŞ’ê bi derfetên xwe yên dewletê prewerde dike, bi çek dike. Yên ku bi hezaran şehîd dan û gelên Iraqê û Rojhilata Navîn li dijî çeteyên DAÎŞ’ê parastin PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd e.

BANG: NEBIN HEVPARÊ ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Li ser vê bingehê banga me li rayedarên dewleta Iraqê ye ku nebin şirîkê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi rêveberiya şefê faşîst Erdogan ku li dijî Kurdan dike. Ala dewleta Iraqê ya ku hebûn û mafên Kurdan bi destûra bingehîn ewle kiriye, nehêlin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo nixumandina sûcên xwe yên şer bi kar bîne.

Banga me li hemû derdorên siyasî, welatparêz, rewşenbîr, nivîskar, kesayet û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ye: Li dijî van gefên îlhaqê û dagirkeriyê yên dewleta Tirk, lid ijî şer û terora ku li ser bajar û ezmanên Iraqê dike, hûn jî dengê xwe bilind bikin, nehêlin ku paşeroja we bibe qurbanê berjewendiyên teng ên komeke biçûk.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Efrînê hêrsa li dijî dagirkeran û zextên çeteyan

Nivîsa Pêş

Şehîd Şêro Kobanê bi merasîmek girseyî hat veşartin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şehîd Şêro Kobanê bi merasîmek girseyî hat veşartin

Şehîd Şêro Kobanê bi merasîmek girseyî hat veşartin

Li Tebqa kampa Amara a Jinên Ciwan vebû

Li Tebqa kampa Amara a Jinên Ciwan vebû

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.