Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

YPJ: Emê mizgîniya azadiyê, bidin tevahî jinan û gelan

Edîtor: Nucan Serdoz
08/03/2024 - 10:08
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YPJ: Emê mizgîniya azadiyê, bidin tevahî jinan û gelan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Giştî ya YPJ’ê 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û ev peyam da: “Emê mizgîniya azadiyê ku bi biharê re geştir dibe, bidin tevahî jinan û gelan. Hemû qadên jiyanê wê bi cewher û xemla jinê bi wate bibin.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand.

Peyam wiha ye: 

“Em 8’ê Adarê roja serî hildan û raperîna jinan, roja berxwedan û têkoşînê li hemû jinên cîhanê û li rêhevalê herî rast ê jinê li Rêber APO pîroz dikin. Bi boneya vê roja pîroz em hemû şehîdên şoreşa azadiya jin bi bîrtînin û soza bilindkirina têkoşîna azadiyê nû dikin.

Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro em li ser mîrateya giranbiha ya jinên berxwedêr ên cîhanê meşa xwe ya azadiyê didomînin. Me ala berxwedan û serfiraziyê ji Roza Luxemburg, Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Leyla Xalid, Sakîne Cansiz û Gûlnaz Karataş hilgirt û îro em bi qehremanên cenga Rojava Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Zîlan Hesekê, Tolhildan Raman, Rojda Minbic û Sorxwîn Rojhilat’an ber bi şoreşa jinê ve dimeşin. Weke hevrêyên van jinên leheng em şanaziya vê dijîn û bi hêrseke mezin li hemberî her cûre polîtîkayên qirkirin, dagikerî û tecrîdê, têkoşîna xwe bilind dikin.

Ji New York’ê heta Afganîstanê, ji Şengalê heta Îranê, em ruhê berxwedaniyê yê tevahî jinên cîhanê ku textê desthiladariya mêr dihejîne û gihandiye ber hilweşînê silav dikin; em ji vir, ji warê şoreşê ku tarîtiya sedsalê lê hate têkbirin û ala berxwedana jinan lê hate bilind kirin silav û hezkirinên xwe ji tevahî jinên têkoşer ên cîhanê re dişînin.

Îro jinan li her çar aliyên cîhanê li hemberî aqilê zilam ê desthiladar ku bi şer, talan, destdirêjî û qirkirinê xwe bi pergal dike, serî rakiriye. Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên YJA Star’ê li hemberî çekên kîmyewî şerê rûmetê didin meşandin, li Îranê li hemberî her awayî destdirêjî, darvekirin û zordariya li ser jinan, bi ruhê Jîna Emînî jinên Fars û Rojhilatî, bi diruşmeya Jin Jiyan Azadî banga jiyaneke bi rûmet dikin, li Afganîstanê li hemberî hovîtiya Talîban, jinên Afganî serî hildane û bi israr daxwaza azadiyê dikin. Li vir, li Rojava û li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî li hemberî DAIŞ’a ku wek hêza herî terorîst a cîhanê hate bi navkirin û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk jinên Ereb, Kurd, Ermen, Asûrî, Sûryanî bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwe bi rêxistin dikin û bi yek ruhî hemû qadên jiyanê hembêz dikin, destkeftiyên şoreşê diparêzin. Ev enerjiya herikarbar a jinan ku diherike yek rûbarî, dibe çavkaniya azadiya tevahî civakê, ev yek jî coş û kelecana me ya têkoşînê xurtir dike.

Bêguman bi saya fikir û ramanên Rêber APO ku bîrdoziya rizgariya jinê di rojek wiha pîroz, di roja 8’ê Adarê de diyarî me tevahî jinan kir, em gihan van rojan. Ji ber wê ye ku şoreşa Rojava wek şoreşa jin hate binavkirin û îro em li ser koka xwe li cewherê xwe vedigerin û dîroka xwe ya azadiyê, bi berdêl, berxwedan û destanên lehengiyê dinivîsînin.

Weke YPJ’ê, em ê mizgîniya azadiyê ku bi biharê re geştir dibe, bidin tevahî jinan û gelên herêmê. Hemû qadên jiyanê wê bi cewher û xemla jinê re bi wate bibin. Ji bo wê xwe rêxistin kirin û li hemberî mêjiyê mêr şer kirin, ancax bi parastinê re gengaz e. Emê bi vî rengî karibin xwe û şoreşa azadiya jinê domdar û mayînde bikin. Li ser vê bingehê em bang li hemû jinan dikin ku xwe li rêxistinbûnê bipêçin, li her qadê bi parastinê xwe bi çek bikin da ku em bi vîna jina azad, her cure polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin, siberojên azad û aram diyarî tevahî jinan û mirovahiyê bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Polîsan êrîşî meşa ciwanên Elîh a ji bo Rêber APO kirin: Ciwanan bi keviran bersiv dan

Nivîsa Pêş

Gerîla Azadî: YJA Star hêza tolhildana tundiya li ser jinan e

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gerîla Azadî: YJA Star hêza tolhildana tundiya li ser jinan e

Gerîla Azadî: YJA Star hêza tolhildana tundiya li ser jinan e

HBDH: Armanca sereke ya faşîzmê jin e, em banga têkoşîna yekgirtî dikin

HBDH: Armanca sereke ya faşîzmê jin e, em banga têkoşîna yekgirtî dikin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.