Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Bi têkoşîna hevpar wê gelê Kurd û gelên din rizgar bibin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê êrîşa li ser Hêzên Parastinê yên Suryan ên li Rojava şermezar kir û bang li gelê Asûr-Suryan kir ku hîn bi xurtî tevlî parastina Rojava bibe. KCK`ê di daxuyaniya xwe de got: "Bi têkoşîna hevpar gelê Kurd û gelên din dê rizgar bibin."

Edîtor: Nucan Serdoz
01/03/2024 - 10:35
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Bi têkoşîna hevpar wê gelê Kurd û gelên din rizgar bibin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sê endamên Sotoro bi bîr anî, ku 28’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn û bang li gelê Asûr-Suryan kir ku di çarçoveya fikra neteweya demokratîk a gelan de yekbûna xwe hîn xurt bike, planên qirkirinê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê bi têkoşîneke yekbûyî têk bibe.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di 28’ê Sibata 2024’an de dewleta Tirk a qirker û mêtinger careke din êrîş bir ser Rojava. Dewleta Tirk vê carê li bajarê Dêrikê Hêzên Parastinê yên Suryan kir hedef û di encama êrîşê de 3 endamên Sotoro şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Di serî de em her sê şehîdên Sotoro û hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji gelê Suryan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemûyan re dixwazin. Em ji birîndaran re şifayê dixwazin û vê komkujiya hovane ya dewleta Tirk a dijminê gelan û hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê bi tundî şermezar dikin. Em êşa gelê xwe yê Asûr-Suryan parve dikin û bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevgirtina xwe diyar dikin.

Dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi vê êrîşê careke din nîşan da ku bi çiqasî dijminê gelan e û rûyê wan ê faşîst, komkujer û xwînrij bi vê êrîşê re careke din derkete holê. Hişmendî û siyaseta qirker a dewleta Tirk ewqasî kûr bûye ku ji azadiyan gelan ditirse û bi vê tirsê êrîşî gelan dike. Mîna dûpişkê jehrê belav dike. Bi van hestên faşîst, qirker û nijadperestî êrîşî şoreşa Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û her roj komkujiyan dike. Em hemû êrîş û komkujiyên dewleta Tirk şermezar dikin û bang li gelan hemûyan dikin ku li hemberî vî dijminê xwînxwar û komkujer yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin. Bi fikra welat û jiyana hevpar parastina xwe xurt bikin.

Em azadiya gelê Kurd û gelên din ên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê gelekî girîng dibînin û bawer dikin ku bi têkoşîna hevpar wê bêne rizgarkirin. Li ser vî esasî divê gel li hemberî êrîşan yekîtiya xwe hîn xurtir bike.

Gelê Asûr-Suryan yek ji gelên herî qedîm ê Mezopotamyayê ye. Gelê Asûr-Suryan ku xwedî dîrokeke ewqas kûr û xwedî mîrateyeke mezin a çandî ye, mîna gelên din bûye hedefa gelek komkujiyan û êşên mezin kişandiye. Dewleta Tirk a dagirker a qirker li ser gelê Asûr-Suryan komkujî pêk aniye. Gelê Asûr-Suryan piştî sedsaleke ji komkujî, êş û azaran, bi şoreşa Rojava re xwedî li îradeya derdikeve, azadiya xwe bi dest dixe û ziman, çand, bawerî û dîroka xwe weke gelên din dijî. Dewleta Tirk  ku xwe li ber vê negirt bi êrîş, komkujî û dagirkeriyê hewl dide vê pêşketinê rawestîne, gel careke din bike kole. Dewleta Tirk li ber çavên cîhanê komkujiyan dike, êrîşî jiyana gelan dike. Hemû binesaziya û avahiyan hildiweşîne. Lê dewletên ku bi Tirkiyeyê re têkiliyên wan ên berjewendiyên qirêj hene, ev jî nîşan dide ku bê çiqaş bûne şîrîkê van sûcan. Divê mirov vê rewşê bibîne, baweriya xwe bi hêz û yekîtiya xwe bîne û li ser vê bingehê tevbigere.

Sedema bingehîn a ku dewleta Tirk ev qas dijminatiya gelê Kurd dike heye. Gelê Kurd bi gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê re di nava piştevaniyê de ye û bi gel re dixwaze azad bibe. Ev helwesta gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd, hîmên mêtingeran û qirkeran hejand. Lîstik û polîtîkayên sedsalê yên ku gelan dianî beramberî hev pûç kir. Niha jî desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze bi van êrîşan hevgirtina gelan bişkîne. Bingeha êrîşa li ser gelê Suryan û hêzên parastinê yên li Rojava ev e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo azadiya gelê Asûr-Suryan jî heman tirs û hêrsê hîs dike. Ji ber ku di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li Meclîsê bi zimanên din, bi Suryanî jî hat axaftin û ev ji hêla hikûmeta AKP-MHP’ê ve rastî hêrseke mezin hat. Ev êrîş bi vê rewşê re ji nêz ve girêdayî ye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê Asûr-Suryan wê di çarçoveya fikra neteweya demokratîk a gelan de yekîtiya xwe hîn xurtir bike û bi têkoşîneke yekbûyî planên qirkirinê yên hikûmeta AKP-MHP’ê têk bibe.

Em careke din ji ber şehadetê, sersaxiyê ji gelê Asûr-Suryan re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Divê gelê Asûr-Suryan jî mîna gelê Kurd cih û warê xwe neterikîne, bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xaka xwe biparêze.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK: Li dijî pergala desthilatdariya mêran serî hildin

Nivîsa Pêş

KJC: “Em ê bi pêşengiya Şehîd Bişeng û Şehîd Sara têkoşîna xwe ya azadiyê berfireh bikin!”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KJC: “Em ê bi pêşengiya Şehîd Bişeng û Şehîd Sara têkoşîna xwe ya azadiyê berfireh bikin!”

KJC: "Em ê bi pêşengiya Şehîd Bişeng û Şehîd Sara têkoşîna xwe ya azadiyê berfireh bikin!"

HPG’ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir

HPG'ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Rastiya Jiyana me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan û Ciwanên Tebqa Şehîd Bişeng, Şehîd Sara û Şehîd Tolhildan bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên gerîla didome: leşkerek hate cezakirin û 4 jî birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.