Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Hêlîn Umît: Çalakbûyîn rengekî azadbûnê ye

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir ku we 17'ê Sibatê mîtîngeke bi heybet pêk were divê her kes tevlê bibe û got: "Divê Kurd ji bo azadî û demokrasiyê tevlî bibin."

Edîtor: Nucan Serdoz
14/02/2024 - 16:34
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 7 mins read
A A
Hêlîn Umît: Çalakbûyîn rengekî azadbûnê ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît ji wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê beşdarî televîzyona Medya Haberê bû û nirxand kir.

Hêlîn Umît di destpêkê de Rêber Apo bi rêzdarî silav kir ku 25 sal in di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de berxwedaneke dîrokî dimeşîne û di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî.

‘ÎSAL HEM EM HEM JÎ HÊZÊN KOMPLOGER DIXWAZIN ENCAMÊ WERBIGIRIN’

“Kampanya ku di 10’ê Cotmehê de hate destpêkirin, kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bi esasî kampanyayeke bi vê armancê bû. Rewşeke bi vî rengî heye. Xuya ye sala 2024’an saleke welê ye ku hem em hem jî hêzên komploger dixwazin encamê werbigirin. Ji ber vê yekê ji bo karibin komployê nû bikin li herêmê liv û tevgereke cidî heye. Bala xwe bidin ser; destpêkê Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, piştre jî Serokê Fermandariya Giştî Yaşar Guler li herêmê geriyan. Yanî serdana Iraqê kirin.

Di vir de dixwazim balê bikişînim ser vê yekê. Xusûsa girîng ev e. Komplo dema ku sala 1999’an hate plankirin jî liv û tevgereke bi vî rengî hebû. Hem li qada navneteweyî hem jî li herêmê hebû. Lê belê hêza esasî hêzên noker bûn. Nokerên Kurd bûn. Niha jî ku di sala 2024’an de em hewl didin encamên Komploya Navneteweyî ji holê rakin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Kurdistanê pêngaveke azadiyê pêk bînin, hêzên komploger careke din hêzên hevkarên xwe didin pêş, hewl didin planeke nû ya ku dispêre wan, biafirînin. Lê belê dikarim vê jî bibêjim. 25 sal in ev plan bi vî rengî bû. Carna bi eşkere carna jî bi rengekî veşartî meşandin. Di 10 salên dawî de bi rengekî çalak hevkarên xwe yên Barzanî bi ser me ve dehf dan û bi vî rengî hewl dan êrîşên xwe yên dagirkeriyê, qirkirina li ser gelê Kurd ferz dikin, rewa bikin. Êrîşeke komployê heye. Ev kifş bûye. Dibe ku hîn bêhtir şer biqewime. Li herêmê divê her kes xwe ji vê yekê re amade bike. Ji ber ku planeke bi vî rengî heye. Di demeke welê de ku Rêber Apo dîlgirtî û di bin tecrîdeke giran de ye, dixwazin li hemberî rêveberiya tevgerê, hêza gerîla, hêza şer êrîşeke bi vî rengî ya tasfiyeyê bimeşînin. Dixwazin komployê bispêrin vê yekê û dewam bikin.”

‘GERÎLA DU ÇALAKÎ KIRIN, ARTÊŞA WAN JI HEV KET’

Hêlîn Umît ragihand ku hêzên komploger û dagirker dixwazin di sala 2024’an de encamê bi dest bixin û got, “Lê belê di dema xwe ya herî lawaz de ne. Di serî de dîplomasî, ji aliyê leşkerî ve jî di dema herî lawaz de ne. Gerîla du çalakî kirin. Çi bû? Yek bi yek ji hev ketin. Xwe avêtin ber deriyê NATO’yê, xwe avêtin ber filan derî. Li ber wan geriyan, xwestin ku êrîşan rawestînin. Hatin li ber Iraqê geriyan. Gotin, van êrîşan bisekinînin. Xuya ye kurteberiya hevdîtinan bi vî rengî ye.”

‘MEŞA MEZIN A AZADIYÊ JI NIHA VE GIHÎŞTIYE ARMANCA XWE’

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Rêber APO li welêt û derveyî welêt têne lidarxistin û got, “Çalakiya ku li Kurdistanê di bin navê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ de hate lidarxistin, gelekî hêja ye. Di ser komployê re çaryek sedsal derbas bû. Ne kêm e. Zarokên ku roja komployê ji dayik bûn, li dijî vê komployê di têkoşînê de şehîd bûn. Rastiyeke bi vî rengî heye. Lewma gelê Kurd bi vê meşê nîşan dide ku 25 sal in çawa li ser piyan dimîne. Coşeke mezin heye, kelecaneke mezin heye. Yên ku çalakî pêk anîn silav dikim. Di demeke bi vî rengî de, di demeke welê de ku komkujî, qirkirin, bêhiqûqî, bêpîvanî, bêqanûnî tê ferzkirin, gelekî hêja ye ku bi wêrekiyeke mezin daxwaza azadiya Rêber Apo tê kirin, têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd bi biryardarî tê meşandin. Ji ber vê yekê gelê Kurd wan li her derê hembêz dike. Ji ber ku wê fedakariyê, wê wêrekiyê dibînin vê yekê dikin. Ya ku ji nûnerên gelê Kurd tê xwestin jî ev fedakarî û wêrekî ye. Vê jî nîşan didin. Lewma gelekî hêja ye. Peyamê didin dijmin, peyamê didin dewleta Tirk.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku ev meş ji niha ve gihîştiye armanca xwe û got, “Bêguman divê hîn bêhtir bê berfirehkirin. Rêber Apo li qada xwe her tim meşên bi vî rengî sembolîk dikir. Bi taybetî bi hevalên jin re… Li wir jî karekî bi wî rengî dihate kirin. Mînak digot, ‘Werin em bi hev re meşeke azadiyê bikin’. Yanî meşa li girekî, meşa li çiyayekî, atmosfera vê meşê. Belê, niha her kes tevlî meşa azadiyê ya Rêbertî dibe. Ez bi vî rengî fêhm dikim, bi vî rengî bi wate dikim.

Tevî vê yekê li Ewropayê jî ciwanên enteransyonal, hevalên enternasyonal dest bi meşekê kirine. Li modernîteya Ewropayê, yanî li cihekî mîmarê mejiyê komploya navneteweyî hewldaneke bi vî rengî ya serîhildanê ya ciwanên enternasyonal; yanî ciwanên Elman, Fransî, Îtalyayî gelekî girîng e, wan silav dikim. Ew ê jî meşa xwe dewam bikin, mezin bikin.

Meşa li Kolnê bêguman girîng e. Di vê mijarê de rêveberiya tevgera me hin daxuyanî dan. Herî dawî hevalê Sabrî daxuyanî da. Mîtîngeke girîng tê plankirin. Weke mîtînga bi milyonan mirovî hate pênasekirin. Ev yek tê vê wateyê. Ne tenê gelê Kurd, tevî gelê Kurd, dostên gelê Kurd, dilxwazên azadî û demokrasiyê li mîtînga li Kolnê li hev kom bibin. Dema ku bi vî rengî bû hingî wê hevparbûyîn pêk were.

Divê ev yek baş were fêhmkirin. Her çalakiyeke azadiyê mirovan azad dike. Yanî ji bo mirov azad bibe divê bikeve nava liv û tevgerê. Çalakbûyîn şêweyekî azadbûyîna mirov e. Ji ber ku mirov xwe bi wê yekê azad dike. Yanî ne ji bo hinekan, ji bo xwe divê mirov bikeve nava liv û tevgerê, çalakiyan. Ne ku weke minetekê vê bike, ne ku bibêje ez ji bo Kurdan tevlî vê çalakiyê dibim, an jî ji bo hevalên li çiyê tevlî vê çalakiyê dibim. Divê ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo xwe, yanî ji bo rûmeta xwe, ji bo mirovbûna xwe, ji bo hebûna mirov a bi îrade tevlî bibe. Ji niha ve ez hemû beşdaran silav dikim û dixwazim bibêjim ku ji bo 17’ê Sibatê mîtîngeke bi heybet pêk were, her kes bênavber bixebite.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Em hevîdarin Rêberê me rizgar bibe û em Rêberê xwe di nav xwe de bibînin”

Nivîsa Pêş

Rêwîtiya Azadiyê di roja xwe ya 5. de ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Rêwîtiya Azadiyê di roja xwe ya 5. de ye

Rêwîtiya Azadiyê di roja xwe ya 5. de ye

Rêber APO: Hûn mecbûrin xwe li hember dijminê xwe bihêz bikin!

Rêber APO: Hûn mecbûrin xwe li hember dijminê xwe bihêz bikin!

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.