Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

Operasyona Şehîd Helmet: 61 dagirker hatin cezakirin, gelek çek hatin desteserkirin

HPG’ê encamên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok eşkere kir. Di Operasyonê de herî kêm 61 dagirker hatin cezakirin, hêzên gerîla çûn ser cenazeyên 20 dagirkeran. Gelek çek û kel û pelên leşkerî hatin desteserkirin.

Edîtor: Çekdar Amed
14/01/2024 - 17:25
di nav Başûr, Daxuyanî, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Operasyona Şehîd Helmet: 61 dagirker hatin cezakirin, gelek çek hatin desteserkirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok eşkere kir. HPG’ê got: “Hêzên me 12’ê Çileyê li dijî dagirkerên li Zapê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok lidar xist. Di operasyona şoreşgerî de herî kêm 61 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn, gelek çek û kel û pelên leşkerî hatin desteserkirin, yên mayî jî hatin şewitandin û îmhakirin. Operasyon bi serketî bi dawî bû. Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok derbeyek giran li artêşa Tirk a dagirker xist û rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst hejand. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û medyaya wî ya şerê taybet ji bo ku şoka derbeya xwarî derbas bike û heqîqeta şerê qewimî ji raya giştî veşêre, windahiyên xwe veşart. Di heman demê de ji ber xwe ve ji bejahî û hewayî bombe barandin û bi vî rengî îdîa kir ku gelek windahî dane hêzên me. Lê tiştên ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst, rayedarên wî û artêşa Tirk diyar kirîn, bi temamî derew in. Di pêvajoya operasyona şoreşgerî de û rojên piştre de hevrêyên me Serxwebûn û Rizgar bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Ji bilî van hevrêyên me ti windahiyên me yên din çênebûne. Agahiyên berfireh ên derbarê nasnameya her du hevrêyên me de, wê piştre bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re were parvekirin.”

HÊZÊN GERÎLA HEMWEXT DAGIRKER HEDEF GIRTIN Û ÇÛN SER CENAZEYÊN 20 DAGIRKERAN

HPG’ê têkildarî çalakiyên hatin lidarxistin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev tişt diyar kir:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

12’ê Çileyê di saet 17.10’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok hate lidarxistin. Hêzên me yên operasyona şoreşgerî yên profesyonel destpêkê hemû mayinên ku dagirkeran li derdora xwe bi cih kirîn, teknîka leşkerî û têl îmha kirin. Operasyona şoreşgerî bi temamî bi înîsiyatîfa hêzên me bi taktîkên êrîş û sizmayê destpê kir. Bi rengekî hemwest hemû dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hatin hedefgirtin. Hêzên me yên operasyona şoreşgerî çûn ser cenazeyên 20 dagirkeran, cezakirina wan hate zelalkirin û belgekirin. Hêzên me bi rengekî bi bandor bi çekên giran, nîv otomatîk û ferdî li cihên din jî yên ayîdê dagirkeran xistin. Hêza me ya operasyona şoreşgerî ya profesyonel 4 qase bombeyên dest, çeka bombeavêj û guleyên wan ên ayîdê dagirkeran desteser kirin û li dijî dagirkeran bi kar anîn, bi çekên dijmin li dijmin xistin. Hat zelalkirin ku di vê operasyona şoreşgerî de 61 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn. Bi rengekî bi bandor li gelek dagirkerên di bin konan de jî hate xistin û ew jî hatin cezakirin, lê hejmara van nehate zelalkirin. Di vê operasyona şoreşgerî de hêzên me 6 qadên jiyanê yên ayîdê dagirkeran, 3 konteynir, 11 çeper, 2 cihên lojîstîkê, cihekî cepxaneyê, pergaleke ragihandinê, jeneratorek, pergaleke radarê, kamereyeke mobesse ya normal, kamereyeke mobesse ya termalê, 2 çekên A4, 2 çekên bombeavêj ên bi zincîr ên mezin û 8 telefonên wan dan ber agir û îmha kirin. Di operasyona şoreşgerî de hevrêyên me Serxwebûn û Rizgar bi ruhê fedayî yê Apoyî û cesareteke bilind şer kirin û şehîd bûn. Ji bilî her du hevrêyên me ti windahiyên me yên din çênebûn. Di vê operasyona şoreşgerî de tiştên li ser dagirkeran; 7 çekên ferdî MPT-55, 250 guleyên çeka MPT-55, 4 çekên bombeavêj ên bi tambur, çekek bombeavêj a yekî, 2 çekên nîv otomatîk BKC, 200 guleyên çeka nîv otomatîk a BKC, 5 durbunên termal, 7 durbunên şevê, 2 lazerên çekan, 5 durbunên çekan, amûreke ku çekê nuqte dike, 2 cîhazên ragihandinê û bataryayek yedek, 2 amûrên ronîkirinê, 2 kêr, 3 bombeyên sîs, 5 pîlên durbuna termal, 3 yelekên zirxa êrîşkirinê, 2 parkên leşkerî û 2 berguhk hatin desteserkirin.

13’ê Çileyê di saet 13.10’an de bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û çeperek hate îmhakirin.

GERÎLAYÊN YJA STAR ÇALAKÎ LIDAR XISTIN

Herêma Zapê;

13’ê Çileyê di saet 12.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm hate xistin û derb li çeperekî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

12 û 13’ê Çileyê qada Girê Zengil û Şiyê ya herêma Garê 4 caran, qada Sinînê, Xinêraya Jor û Ava Lolanê ya herêma Xakurkê 5 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bihar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 7 caran, qada Bêşîlî û Serê Metîna ya herêma Metînayê 2 caran, qada Balayan û Boblîska ya herêma Qendîlê 5 caran; bi giştî 23 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Di van bombebaranan de ti windahiyên me çênebûn.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di roja sersala Kurdî de Tevgera Ciwanên Mexmurê civîna xwe ya salane li darxistin

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Qamişlo civîna xwe ya salane lidarxistin

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Qamişlo civîna xwe ya salane lidarxistin

Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Qamişlo civîna xwe ya salane lidarxistin

Ciwanên gundewarên Kobanê berxwedana gerîla silav kirin

Ciwanên gundewarên Kobanê berxwedana gerîla silav kirin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.