Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Fermandara YJA Starê: HEVAL SARA NASNAMEYA TEVGERA JINA AZAD BÛ

Yek ji fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar got, "Divê gelê me ji niha û pê ve jî berxwedana xwe bidomîne. Heta Komkujiyên li Parîsê werin ronîkirin, divê gelê me li qadan bin.”

Edîtor: Nucan Serdoz
08/01/2023 - 15:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Fermandara YJA Starê: HEVAL SARA NASNAMEYA TEVGERA JINA AZAD BÛ
ParvekeTweet

Yek ji fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar ji bo çalakiya şermezarkirina Komkujiya Parîsê peyameke bi dîmen şand.

Gabar got, “Berî her tiştî li ser navê Tevgera Jinên Kurd, Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, li ser navê şervanên me yên li tunelên şer ên Metîna, Zap û Avaşînê û li ser navê gerîlayên ji Botanê heta Amed, Serhed û Dêrsimê li ber xwe didin ez silavên xwe dişînim. Bi vê minasebetê di şexsê xwedawenda me ya azadiyê Sara de heval Rojbîn û Ronahî; di şexsê Evîn Goyî de welatparêzê hêja Abdurrahman Kizil, hunermendê hêja Mîr Perwer û 11 hevalên me yên ku di êrîşên kîmyewî yên dijmin de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînim. Em soza xwe dubare dikin ku em ê teqez tola wan hilînin.

HEVAL SARA NASNAMEYA TEVGERA JINA AZAD BÛ

Gelê me yê hêja, wekî ku hûn jî dizanin di komploya 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê heval Sara bi taybetî kirin hedef. Heval Sara, hem ji ber ku di damezrandina partiya me de cih girtibû û hem jî di nav de bû, hate qetilkirin. Heval Sara di xeta Rêbertiyê de israr kir, ne li hemberî dijmin û ne jî li hemberî desthilatdariya mêr stûyê xwe xwar nekir, jiyana wê her tim şer bû, têkoşîn bû, her tim li dijî pergala desthilatdariya zilam serî hilda. Ji ber vê jî tevlêbûna heval Sara li dijî qirkirina Dêrsimê, bersiveke ji bo dijmin bû. Dijmin vê rastiya heval Sara dît. Dijmin berxwedana Sara ya li girtîgehê, rola wê ya diyarker di Tevgera Jinên Kurd û tevgera giştî de dît û ji ber wê ew kir hedef. Her wiha Rêberê me Komkujiya Parîs a Yekemîn wekî Komkujiya Dêrsimê ya duyemîn jî pênase kir. Çima Rêbertiyê wisa bi nav kir? Ji ber ku dijminê gelê Kurd 100 sal in li ser jinên Kurd desthilatdar e. Polîtîkaya qirkirinê ev demeke dirêj e didome.  Dijmin dixwaze Kurdan û jinên ku bi îrade û nasnameya xwe dijîn qir bike.

Hevala Sara nasnameya tevgera azadiya jinên Kurd bû. Ew ne jineke asayî bû. Jina azad çawa dijî, çawa têdikoşe, çawa beşdarî têkoşîna azadiyê dibe em ji heval Sara hîn bûn. Dema me li Sara nihêrî em fêr bûn ku jineke PKK’yî çawa dikare bedew bibe, jineke şoreşger çawa dikare serê xwe bilind bigire û bi watedar bijî. PKK’yîbûna heval Sara li wê dihat. Jinên PKK’yî çiqasî bedew dibû, ewqasî ji wê dihat hezkirin. Dijmin bi taybetî ew kir hedef, ji ber ku hevala Sara gelekî girêdayî Rêbertiyê ye, gelekî girêdayî Tevgera Azadiyê ye, gelekî girêdayî nirxên gel bû. Di sala 2013’an de hikûmeta wê demê AKP’ê û MÎT’ê li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, bi hev re ev komkujî pêk anîn. Li wir xwestin peyamekê bidin tevger û gelê me. Dixwestin vîna gelê Kurd bişkînin, îradeya jina Kurd a azad bişkînin, xwestin tevgera me tasfiye bikin. Lê berxwedana dîrokî ya Rêbertî ya li Îmraliyê, di heman demê de berxwedana bêhempa ya gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li çiyayên Kurdistanê û berxwedana dîrokî ya gelê me yê welatparêz faşîzma AKP-MHP’ê, polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk pûç kir. Lêbelê divê em ji bîr nekin ku; komploya Navneteweyî hê didome. Divê em komployê biqedînin, komployê têk bibin. Ji ber vê jî ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi rêxistinbûnê heye. Stratejiya me ya niha li hemberî polîtîkaya qirkirinê ya dijmin çi ye? Şerê Gel ê Şoreşgerî. Divê gelê me, gerîlayê me li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî li welat û derveyî welat têkoşîna xwe berfireh bike. Helbet tenê şerê li welat têr nake. Ji ber ku li ku derê Kurdên xwedî îrade hebe, li ku derê jineke xwedî îrade hebe, li ku derê dibe bila bibe, çi li Fransa, çi Amerîka, çi li Silêmaniyê be, dijmin li wir êrîşan dike. Heval Nagihan mînaka vî tiştî ye. Herî dawîn heval Evîn, welatparêzê me Abdurrahman Kizil, Mîr Perwer mînakên van êrîşan in. Beriya wê jî komploya yekemîn li Parîsê pêk hatibû. Eger ev komplo baş bihata veçirandin û kesên di nava wê de bihata eşkerekirin, wê Komkujiya Parîsê ya duyemîn pêk nehata. Ji ber vê yekê em bi helwesta gelê xwe ya ji 23’ê Kanûnê ve serbilind û rêzdar in. Em nêzîkatiya gelê xwe ya li hemberî hikûmeta Fransayê û çalakiyên ku kirin, hêja dibînin.

HETA KU EM TOLA HEVRÊYÊN XWE HILNEYNIN, EM Ê REHET RANEZÊN

Ev hêzên serdest, ev faşîstên ku cihê xwe nas nakin û destên xwe dirêjî gelê me dikin, bila bizanibin ku em hêzên parastina gel in. Em hêzên parastina Kurdistanê ne; em hêzên parastina gelê Kurd û hemû jinan in. Em ê destên ku dirêjî gelê me û jinên azad dibin, bişkînin. Lewma divê gelê me bizane ku ne bi tenê ye. Divê bizane ku artêşa YJA Star li pişt wê ye, Gerîlaya Azadiya Kurdistanê li pişt wê ye. Ji ber vê sedemê heta ku em tola hevrêyên xwe negirin, em nikarin razên û rehet bijîn. Jiyan ne tenê nefesgirtin e. Jiyan ger bi wate be, tê jiyîn. Jiyan ger bi nirx be, bi nasnameyê be, wateya wê heye. Ji bilî vê jiyanê em nikarin behsa jiyanek din bikin.

Em vê yekê baş dizanin, ji ber ku me di çalakiyên gelê xwe de ev tişt dît; gelê me li dijî qirkirinê serî hildaye, naxwaze bê wate bijî, naxwaze bibe gelê bê îrade. Divê gelê me ji niha û pê ve jî berxwedana xwe bidomîne. Heta ku Komkujiya Parîsê ya 1’emîn û 2’yemîn were ronîkirin divê li qadan be.

DIVÊ FRANSA NEBE HEVKARÊ SÛC

Ez dixwazim li ser hikûmeta Fransa jî tiştekî bibêjim. Divê hikûmeta Fransayê nebe hevparê sûcên dîrokî. Desthilatdariya AKP-MHP’ê û MÎT’ê li paytexta Fransa rastî komkujiyek hovane pêk anî. Divê hikûmeta Fransayê vê komkujiyê ne binixumîne û ne jî pêşî li eşkerebûna komployê bigire. Ji ber vê yekê divê Fransa jî eşkere bike ka sûcdar kî ne û kî tevlî komployê bûye.

Gelê me yê hêja,Heta ku komplo bê ronîkirin divê hûn vê meşa azadiyê bidomînin, têkoşîna xwe bidomînin. Ruhê Zap, Metîna, Avaşîn divê li Fransa, li Parîsê were jiyîn. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me heta dawiyê bi şehîd û Rêberê xwe ve girêdayî ne. Hûn dizanin ku em di serdemek asayî re derbas nabin. Ev dijmin dixwaze Tevgera me tine bike. Çima dixwaze Tevgera me tine bike? Ji ber ku li pêşiya siyaseta qirkirinê tenê asteng PKK ye. Difikire ku ger PKK’ê ji holê rabe bi rehetî dikare gelê Kurd tasfiye bike. Difikire ku dikare van mirovan bi qirkirinê biqedîne. Lewma gelê me wê ji her demê bêhtir xwedî li Rêbertiya xwe derkeve. Di heman demê de wê xwedî li nirxên azadiyê derkeve. Îro li çiyayên Kurdistanê Gerîlayê Azadiya Kurdistanê zarokên herî bedew ên vî gelî bi çekên kîmyewî şehîd dibin. Herî dawî 11 hevrêyên me şehîd bûn. Ew çi bikin bila bikin, em gav paşde navêjin. Divê her kes vê bizane. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bilind bikin.

Li ser navê YJA Star û Tevgera Jinên Kurd, di vê meşa serketinê de careke din ji gelê me re, di serî de gelê me yê li Ewropayê ku beşdarî meşa azadiyê bû, serketinê dixwazim. Biji Serok Apo! Bijî berxwedana gelê me! Jin Jiyan Azadî! “

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK’ê: Heta berpirsyar bêne darizandin divê em têkoşîna xwe bidomînin

Nivîsa Pêş

PKK: DIVÊ TÊKOŞÎN LI HER QADÊ BÊ MEZINKIRIN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
PKK: DIVÊ TÊKOŞÎN LI HER QADÊ BÊ MEZINKIRIN

PKK: DIVÊ TÊKOŞÎN LI HER QADÊ BÊ MEZINKIRIN

ROJEVA 01’Ê ÇILEYA 2023’YAN

ROJEVA 09’Ê ÇILEYA 2023’YAN

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.