Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Melsa Çirav: Hevala Sara ji bo me sembol e

Gerîlaya YJA STAR'ê Melsa Çirav diyar kir ku Sakîne Cansiz bi kesayeta xwe ya berxwedêr û şerker re xwedî hêza çareseriyê bû û got, "Hevala Sara rastiya PKK ye.”

Edîtor: Nucan Serdoz
08/01/2023 - 15:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Melsa Çirav: Hevala Sara ji bo me sembol e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gerîlaya YJA Starê Melsa Çirav Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an di salvegera 10’an de ji ANF’ê re nirxand.

Gerîla Melsa Çirav destpêkê di şexsê Sara, Rojbîn û Ronahî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û got: “Hevala Sara, hevala Rêber Apo ye û di damêzrandina partiya me PKK’ê de jin a pêşeng e, kesayetek piralî ye. Şopdara Besê û Zerîfeyan a xelkê Dersimê ye. Di avabûna partiya me PKK’ê de cihê xwe digire û kedê dide. Heta roja şehadeta xwe jî bi hemû hêza xwe bêyî ku raweste dixebite. Pewîste mirov kesayeta heval Sara ji xwe re bike mînak û ji xwe re bike çavkaniya hêz û moralê. Pênasekirina wê ne hêsan e.”

Gerîla Melsa Çirav qala kesayeta berxwedêr a Sara kir û wiha dewam kir, “Heval Sara, fermandarek me ya ji herêma Dersimê bû. Wek herêma xwe serhildêr û şerker bû. Sekna heval Sara a li zindana Amedê jî tê zanîn, bê tirs tif li rûyê celadê xwe kir. Hevala Sara xwedî zana û hişmendî bû. Bi berxwedana xwe her tim ji me re mînak bû. Hevala Sara ji bo me sembol e, ji bo me fermandar e. Em şervanên fermandara mezin in. Têrê nake ku mirov hevala Sara tenê weke şexsekê binirxîne. Hebûna hevala Sara rastiya PKK ye, em PKK bi vî rengî bi nav dikin.”

‘XETA JINA AZAD’

Gerîla Melsa, pênasêya jina azad kir û wiha domand: “Eger mirov pirsa jina azad bike, pênase kirina heval Sara têrker e. Xeta jina azad sekna heval Sara ye, xeta jina azad jiyana heval Sara ye. Jiyana wê, wek ku bi xwe jî bi nav kiriye, bi rastî jî herdem şer bû. Hemberî paşverûtiyan, hişmendiyên baviksalarî û xwe nenasînê timî nava şerekî de bû. Hewildana wê ji bo avakirina pêşerojêk azad û wekhev bû. Di tevgera me ya azadiyê de ji bo me xetek sereke ye, sembol e û pêşenga jina azad e.”

‘SARA LI KURDISTANÊ HÊZA ÇARESERIYÊ, LI ZINDANÊ HÊZA BERXWEDANÊ YE’

Gerîlaya YJA Starê Melsa Çirav vîn û hêza Sara anî ziman û got, “Hevala Sara li Bakurê Kurdistanê bû hêza çareseriyê, li zindanê jî bû hêza berxwedaniyê, li çiyayên Kurdistanê bû fikrek leşkerî, bîrdozî û pêşeng. Heval Sara bi kesayeta xwe ya berxwedêr û şerker xwedî hêza çareseriyê bû. Cihên ku heval Sara lê bû, li wir berxwedan û serhildan bi pêş diket. Vaye zindana Amedê mînaka herî ber çav e.”

‘TOLHILDANA HEVAL SARA’

Melsa Çirav hêrsa xwe ya li hemberî vê komkujiyê anî ziman û di şexsê Sara, Rojbîn û Ronahî de soza xurttir kirina têkoşînê da û wiha berdewam kir: “Em tu carî heval Sara ji bîr nakin. PKK tu caran xiyanêtan ji bîr nake, tu caran kesên ku destê wan di xwîna PKK’iyan de hebe ji bîr nake, gava demê wê hat hesab jê pirs dike û tu carî xwîna hevreyên xwe li erdê nahêle. Kesên ku Heval Sara şehîd xistin, kesên ku destê wan di vê komkujiyê de hebû û kesên endamên MÎT’ê, bi navê operasyona ‘Tolhildana Heval Sara’ hatin girtin. Dîsa jî ev ji bo me têrker nîne. Em ê her tim bi tolhildana heval Sara bijîn û em ê her tim vê hêrsê dilê xwe de bijîn. Em ê xwedî soz û biryara têkoşînê de bin, em ê ji bo azadiya gelê Kurd û gelên bindest heta dawî şer bikin û têbikoşin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Fermandarê YRK’ê: DIVÊ HER ŞEHADET BIBE WESÎLEYA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Nivîsa Pêş

KJK’ê: Heta berpirsyar bêne darizandin divê em têkoşîna xwe bidomînin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KJK’ê: Heta berpirsyar bêne darizandin divê em têkoşîna xwe bidomînin

KJK'ê: Heta berpirsyar bêne darizandin divê em têkoşîna xwe bidomînin

Fermandara YJA Starê: HEVAL SARA NASNAMEYA TEVGERA JINA AZAD BÛ

Fermandara YJA Starê: HEVAL SARA NASNAMEYA TEVGERA JINA AZAD BÛ

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Kizilayê Ji Bo Rojavayê Daxuyanî Belav Kirin
  • Li Kobanê konsera berxwedanê
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?
  • Ciwan Bi Pêşengiya TCŞ’yê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Li Parîsê Semînarek Lidarxistin
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîlayên Ereb: Ev Êrîş Li Dijî Hemû Gelên Herêmê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.