Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Rêber APO: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk – Şaristanî

Parastina Kurdên di nava pencê Qirkirina Çandî de

Edîtor: Nucan Serdoz
28/12/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Danasîna du têgînên bingehîn çand û şaristanî bi sedema têkiliya wan a bi mijara me re û analîzkirina wan ji bo xwezaya civakî dikare pêşî li me veke û em pê ber xwe bibînin. Mirov dikare têgînên din jî piştre li pey hev terîf bike.

3- Şaristanî

Têgîna şaristaniyê zêdetir têgîna çanda giştî ya civaka di qonaxa çîn, bajar û dewletê de terîf dike. Çînbûn, bajarbûn û dewletbûn kategoriyên bingehîn ên civaka şareza ne. Civaka li vir civaka çînbûyî, bajarbûyî û dewletbûyî ye. Pêşdeçûna berbiçav û dîrokî bi xwe re di nava civaka klan û qebîleyên wekhev de diyardeya çînbûnê, li ser civaka gund-cotkariyê bajarbûn û ji nava civaka hiyarerşîk jî dewletbûn pêk anî û ev diyarde şaristaniyê karekterîze dikin. Civaka şareza li têkiliya sîmbiyotîk a di çarçoveya xweza-civakê de zêdekirî, di nava xwezaya civakî de têkiliya hukimraniyê ye ku yekalî pêş dikeve û her diçe weke nakokiyeke dijwar xwe nîşan dide û berbiçav dibe. Di nava civakê de avahî, manedan, exlaq û hisên estetîk ên cuda pêş dixe. Şaristanî ji bo civakê bûyereke erênî yan jî neyênî ye, mijarek e ku gelekî nîqaş li ser tê kirin. Li gorî kesên dîrok bi çavên serwer û mêtinkaran ava kirine, şaristanî bûyereke mezin a dîrokî ye, û heta dîrok bi xwe ye. Lê li gorî kesên di bin mêtinkarî û zordestiyê de şaristanî felaketeke mezin e, û jidestdana utopya cennetê ye. Ya rast jî ev e. Civakek hûrûkûr xwediyê vê nakokiyê be, li gorî xwezaya civakî wê têde fikir, exlaq û hisên estetîkê cuda bibin. Pêkhatina cîhana mane û saziyên bi nakok û parçebûyî li gorî karektera şaristaniyê ye. Şer herî zêde vê rastiyê îfade dikin. Hebûna çalakiyên civakî yên mîna şer ku di wan de tinekirinên fizîkî gelekî hene, civakeke hûrûkûr hatiye parçekirin dikarin îfade bikin. Parçebûna maneyê jî şerê îdeolojîk îfade dike û ev jî di civaka şareza de bi qasî şerê fizîkî şerekî bi bandor ê hegemonîk e. Civaka şareza aliyên xwe yên cuda yên bi nakok li hêlekê bi şerên îdeolojîk, fizîkî û saziyan nîşan dide, li hêla din jî xwe paşve nadin xwe weke yekparebûna hîmên têkûz ên avahî û maneyên serwer û domdar îfade dikin. Îddîa dikin ku civaka rastî ji wan pêk tê û civak bi vî awayî heye ango dibe heyî. Serdema şaristaniyê di nava xwe de çiqasî kirasên dem û dewranan, kirasên sazî û maneyan li xwe bike jî maneya wê ya bingehîn her weke xwe dimîne. Di pêşdeçûna civaka şareza de diyardeyeke bingehîn a mirov çavdêriya wê dike ew e, civaka şareza di nava wê civakê de ku têde mezin dibe, wê bi mekanîzmayên mêtinkarî û zorê her diçe dadiqurtîne, dihelîne û bi vê diyardeyê ve girêdayî têkiliya ekolojîk-sîmbiyotîk a bi Xwezaya Yekemîn re dike ku hev berde, hildiweşîne, wê ji xwe re vediguherîne bi tenê çavkaniyê, wê dimije û her diçe diqedîne. Di rewşeke wisa de mijareke rojane dikeve rojevê, ew jî ev pirsgirêk e, gelo civak wê bi nakokiyên hundirîn, yan jî bi nakokiyên ekolojîk ji hev belav bibe. Ya rast jî ew e, eger di şaristaniyê de veguherîneke bi kok û erênî çênebe, di hukimraniya herdu nakokiyan de Xwezayên Yekemîn û Duyemîn wê felaketên mezin bibînin û wê nikaribin ji vê xilas bibin. Dibêjin civak bêyî şaristanî nikarin bijîn, civakên şareza civakên dewlemend û bi hêz in. Nirxandinên bi vî rengî îdeolojîk in, û zêdetir paradîgmaya elîta yekdestdar a tehekumkar û mêtinkar nîşan dide. Asta çînbûn, bajarbûn û dewletbûn gihiştiyê, li gorî tevahiya derdorên zanistê yên bi bandor weke kansêr û penceşêreke civakî (kansêr û penceşêra biyolojîk jî bi vê rastiyê re têkildar e) tê nirxandin. Li ser vê mijarê têra xwe nîşane hene. Çêkirina sîlehên nukleer, hilweşandina hawîrdorê, bêkariya ji ber sîstemê zêde dibe, civaka zêde dixwe, zêdebûna pirr a şêniyan, kansêra biyolojîk, nexweşiyên cinsî û qirkirinên zêde dibin hin ji van nîşaneyên sereke ne. Ji lewra modernîteya-şaristaniya demokratîk a ku wê şaristaniya heyî ya bi kansêr û bi nakok ji karektera wê ya tehekumkar û mêtinkar derxe û veguherîne, her diçe xwe weke alternatîf û rêya rizgariyê ferz dike. Ya rast ew e, divê mirov hilweşîna şaristaniya kevin weke hilweşîna tevahiya şaristaniyê nebîne, weke pêşxistin û serekebûna şaristaniya demokratîk binirxîne. Di vê rewşê de ya girîng ku divê mirov zanibe ew e, çandên civakî bêhtir mayînde ne, di wê hêzê de ne ku dikarin şaristaniyan veguherînin, hem dikarin şaristaniyan cuda bikin û veguherînin, hem jî ji wan tê şaristaniyan ji binî ve veguherînin. Eger di civakekê de şaristanî hilweşe, divê ev weke zirar û ziyanekê neyê dîtin, berevajî, eger ji aliyê manedan û avabûnê ve rê li pêşketina çandê vekiribe, mirov dikare vê hilweşînê heta dawiyê weke pêşketin û bûyereke erênî qebûl bike, hukim bide. Eger rê li ber veguherîna şaristaniyê vekiribe, mirov dikare vê pêşketin û bûyerê weke rizgariyeke temam û xwegihandina jiyaneke azad şîrove bike.

ABDULLAH OCALAN

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 28’Ê KANÛNA 2022

Nivîsa Pêş

PKK: Li pişt komkujiya Parîsê Erdogan-MÎT heye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
PKK: Li pişt komkujiya Parîsê Erdogan-MÎT heye

PKK: Li pişt komkujiya Parîsê Erdogan-MÎT heye

HRE’yê li baregehên dijmin da: 12 leşkerê dagîrker hatin kuştin

HRE’yê li baregehên dijmin da: 12 leşkerê dagîrker hatin kuştin

Manşet

  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.