Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Ev komkujî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP ve hatiye kirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî komkujiya li Parîsê daxuyaniyek da.

Edîtor: Nucan Serdoz
25/12/2022 - 11:46
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: ‘Ti rastiya nûçeyên medyaya PDK’ê nîne’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî komkujiya li Parîsê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di komkujiya Parîsê de ku 23’ê Kanûna 2022’an hate kirin, endama Konseya Rêveber a KCK’ê hevala Evîn (Emîne Kara) û du mirovên me yên welatparêz Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil şehîd bûn. Di şexsê van hevalan de yên şehîd bûn, em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza serketinê ya ku me dane şehîdan careke din dubare dikin.

Hevrêya me Evîn sala 1988’an tevlî nava tevgera azadiyê bû û ji hingî ve ji bo azadiya gelê Kurdsitanê têkoşiya. Li dijî dijminê mêtinger qirker li gelek qadan têkoşiya, şer kir, hebûn û jiyana xwe da vê têkoşînê. Di heman demê de pêşengeke têkoşîna jinê bû. Di pêşvebirina xeta jinê ya azad û afirandina hişmendiya jinê û îradeya wê de, tevkarî û kedeke wê ya mezin hebû. Kedeke mezin da artêşbûna jinê û wezîfeyên gelekî girîng bi cih anî.

Di pêşvebirina Şoreşa Rojava de ked û tevkariyeke mezin a hevala Evîn heye. Tevlî nava şerê li dijî DAIŞ’ê bû û ji bo têkbirina DAIŞ’ê bi roleke diyarker rabû. Ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê xizmeteke mezin kir. Li dijî hovîtî û paşverûtiya DAIŞ’ê li ser bingeha xeta jinê ya azad têkoşiya û pratîkeke serketî nîşan da. Weke jinekê bû xwedî wê rûmetê ku li dijî dijminê jinê û paşverûtiyê; li dijî DAIŞ’ê şer kir û DAIŞ têk bir. Bêguman hevala Evîn hişmendî, hêz û daxwaza xwe ya têkoşînê ji xeta Rêber Apo ya xwe dispêre azadiya jinê, ji dilsoziya wê ya bi gelê Kurdistanê û hezkirin û baweriya bi xeta jinê ya azadiyê wergirt.

Hevala Evîn di şerê dijî DAIŞ’ê de birîndar bû û ji bo tedawiyê derbasî Ewropayê bû. Li Ewropayê hem tedawî dibû hem jî têkoşîna xwe li vê derê dewam kir. Ji kêliya ku tevlî nava refên azadiyê bû heta şehadetê, her tim têkoşiya. Gel û jinên Kurdistanê hevrê Evîn ji nêz ve nas dikin, lewma piştî ku şehîd bû bi xurtî xwedî li têkoşîna wê derketin. Gelê Kurd herikî Parîsê û xwedî li hersê şehîdan derket. Ev helwest gelekî bi wate bû.

Eşkere ye ku di vê êrişê de hedefa esasî hevala Evîn e. Dewleta Tirk a mêtinger qirker û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst bi tepisandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û bi êrişa li ser pêşengên têkoşîna azadiyê hewl dide ku DAIŞ’ê rizgar bike û xeta DAIŞ’ê ji nû ve serwer bike. Gelekî diyar e ku AKP-MHP xwedî heman mejiyê DAIŞ’ê ye, ji piştevaniyê wêdetir ji destpêkê ve DAIŞ’ê bi rê ve dibe û ev yek ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ji ber ku hevala Evîn jî li dijî DAIŞ’ê şer kir û di têkbirina DAIŞ’ê de bi roleke diyarker rabû, AKP-MHP û MÎT’ê êrişî wê kirin û şehîd xistin. Gelê Kurd û dostên wan ji ber ku bi vê rastiyê zanin, bi hesteke xurt a xwedîderketinê tevgeriyan. Mixabin nêzîkatiya dewleta Fransayê û meqamên rayedar, fikarên me û gelê me ji holê ranakin, dûrî eşkerekirina rastiyê ye. Nêzîkatiya dewleta Fransayê mixabin welê ye ku komkujiyê ji rêzê nîşan dide, cewhera xwe wê dinixumîne û mîna ku êrişeke şexsî ye nîşan dide. Divê nekeve nava nêzîkatiyeke bi zanebûn a nixumandina rastiyê, ku vê komkujiyê weke êrişeke şexsî û nijadperest nîşan dide. Heman helwest di komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an de jî hate nîşandan û ji ber vê yekê tevî ku dewleta Fransayê zanîbû komkujî ji aliyê dewleta Tirk û MÎT’ê ve hatiye kirin, rastî nehate destnîşankirin. Eger ev nêzîkatî niha jî dewam bike, ev yek wê bi rengekî eşkere were wê wateyê ku piştgiriyê dide polîtîkayên qirkirina Kurdan, bê wateya parastina faşîzma AKP-MHP’ê û DAIŞ’ê. Di rewşeke welê de ku dewleta Tirk êriş bir ser keseke li dijî DAIŞ’ê şer kiriye, helwesteke bi vî rengî wê neyê wateyeke cuda.

Dewlet û hikumeta Fransayê divê van herdu komkujiyên li Parîsê bi rengekî rast binirxîne û rastiyan raxin pêş çavan. Mîna komkujiya 9’ê Çileyê ev komkujî jî bi plan hatiye kirin. Li pişt vê komkujiyê teqez desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, hêzên îstîxbaratê yên cuda hene ku piştgiriyê ji dewleta Tirk û MÎT’ê werdigirin. Nayê qebûlkirin ku ev rewş neyê dîtin û neyê eşkerekirin. Em careke din bang li dewlet û hikumeta Fransayê dikin ku ji bo eşkerekirina rastiyan, nêzîkatiyeke rast nîşan bidin. Ev komkujî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ve hatiye kirin ku piştevan û rêveberê DAIŞ’ê ye. Divê ev rastî bi her awayî bê destnîşankirin û eşkerekirin.

Gelê Kurd û dostên wan li hemberî vê komkujiyê bi xurtî nerazîbûna xwe nîşan dan û helwesteke rast destnîşan kirin. Lê belê divê ev çalakî dûrî şîdetê bin û rê ji provokasyonan re neyê dayin. Divê gel û dostên me bi hesasiyeteke mezin nerazîbûna xwe li ser bingeha demokratîk nîşan bide.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Artêşa Tirk a dagirker ji hin qadên Zapê vekişiya

Nivîsa Pêş

Ciwanan şehîdên Kobanê bîranîn û soza tolhildanê dan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanan şehîdên Kobanê bîranîn û soza tolhildanê dan

Ciwanan şehîdên Kobanê bîranîn û soza tolhildanê dan

“Divê em li kolanan bin, bi awayekî rêxistinkirî tevbigerin”

"Divê em li kolanan bin, bi awayekî rêxistinkirî tevbigerin"

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Kizilayê Ji Bo Rojavayê Daxuyanî Belav Kirin
  • Li Kobanê konsera berxwedanê
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?
  • Ciwan Bi Pêşengiya TCŞ’yê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Li Parîsê Semînarek Lidarxistin
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîlayên Ereb: Ev Êrîş Li Dijî Hemû Gelên Herêmê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.