Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Artêşa Tirk a dagirker ji hin qadên Zapê vekişiya

HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji gelek qadên li rojava û rojhilatê Zapê vekişiya û got, ev yek nîşaneya têkçûna artêşa Tirk e.

Edîtor: Nucan Serdoz
25/12/2022 - 11:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla – Zîlanên Serdemê di cengê de ne
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê di 14’ê Nîsana 2022’an de ji hewayî, di 17’ê Nîsanê de jî ji bejahî ve êrîşeke berfireh a dagirkeriyê bir ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi bexwedaneke destanî, bi rêbaza şerê tîm ê pispor ku qad û tunelên şer bi profesyonelî bi kar tîne û bi taktîkên afirîner ên gerîla li ber vê êrîşa berfireh a dagirkeriyê rabûn. Artêşa Tirk 8 mehan li cihên ku ji hewayê hêzên xwe yên leşkerî lê danî, ji bo tasfiyekirina serweriya gerîla ya li ser qadê her cûre teknîka şer a li ber destê xwe ji hewayî û bejahî ve bi kar anî, bêhejmar bombardûman li qadên berxwedanê kir, bi hezaran carî çekên kîmyewî û qedexekirî bi rêk û pêk bi kar anî û xwest encamê bi dest bixe. Lê belê tevî van hemûyan jî nekarî plana xwe ya dagirkeriyê bi dilê xwe pêk bîne, di heman demê de derbên kuştinê ji gerîlayên Modernîteya Demokratîk xwar, ku xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî xemilandine. Bi taybetî di operasyonên şoreşgerî de ku herî dawî 25’ê Mijdarê li Girê Cûdî, di 26’ê Mijdarê de jî li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî hate lidarxistin, derbên giran li artêşa Tirk hate xistin û bi vê derbê re rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst hejiya. Artêşa Tirk di vî şerê bêeman de windahiyên gelekî giran da û tevî vê yekê jî zerara di şer de da bi ti awayî ji raya giştî re eşkere nekir.

Piştî ku di 5’ê Kanûnê de li Qada Berxwedanê ya Sacayê serdarek û hin payebilind hatin cezakirin, artêşa Tirk piştî vê çalakiyê xwe ji lûtkeya çiyayê Kurojahro, gundê Saca yê ser bi nehiya Şêladizê ya Amediyê û derdora wê, Girê Şehîd Sîan û Dola Şehîd Kuncî cihê ku serdar lê hate cezakirin û quntarên vê qadê yên li herêma Zapê, xwe vekişand.

Artêşa Tirk her wiha ji hemû eniyên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî reviya, ku li vê qadê bi fermana Hûlûsî Akar cenazeyên leşkerên xwe şewitand. Artêşa Tirk di 11 û 12’ê Kanûnê de ji girên Qadên Girê Cûdî, Şehîd Kendal, Şehîd Şîlan, Şehîd Çekdar, Şehîd Baxtiyar, Şehîd Savuşka û Şehîd Leşker, di bin derbên giran ên gerîla de vekişiya.

Artêşa Tirk ku dixwest Girê Cûdî dagir bike û lê bi cih bibe, bi vê armancê bi helîkopteran gelek malzeme anî qadê, ji bo ev malzeme nekevin destê hêzên me gelek jê şewitand, hinek ji zinaran avêt û dema ku bi panîkê reviya gelek alavên xwe jî li pey xwe hişt. Di halê hazir de artêşa Tirk ji gundê Saca û derdora wê yên li rojhilatê Zapê û ji qadên derveyî Girê FM û Girê Hakkarî yên li rojavayê Zapê xwe vekişandiye.

Bêguman artêşa Tirk ne ku bi daxwaza xwe vekişiya, ji bo ji derbên giran ên gerîla bireve, xwe vekişand. Fermandarê me yê Biryargeha Navenda Parastina Gel di axaftineke xwe de ya beriya niha ji bo dagirkeran gotibû, ‘ya wê vekişin û biçin, ya jî wê bimirin’. Beşek ji van dagirkrean bi çalakî û operasyonên bênavber hatin cezakirin, yên mayî jî ji bo xwe xilas bikin neçar man birevin. rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi berpirsyariya Tayîp Erdogan û Hûlûsî Akar ewqas leşkerên Tirk 8 mehan bi kar anî, kir ku zêdeyî 2700 jê bêne kuştin, gelek caran sûcê şer kir û tevî vê yekê jî nekarî armanca dixwaze pêk bîne. Ev encama dîrokî nîşaneya xurtbûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye, nîşaneya têkçûna artêşa Tirk e. Di heman demê de nîşaneyeke cidî ya şikestina bingehîn a li nava dewleta Tirk e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PAJK: Em hene, hebûn û em ê Azad hebin

Nivîsa Pêş

KCK: Ev komkujî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP ve hatiye kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KCK: ‘Ti rastiya nûçeyên medyaya PDK’ê nîne’

KCK: Ev komkujî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP ve hatiye kirin

Ciwanan şehîdên Kobanê bîranîn û soza tolhildanê dan

Ciwanan şehîdên Kobanê bîranîn û soza tolhildanê dan

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Başûr: ‘Li dijî êrîşên dagirker em ê bibin mertal’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.