Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ayten Dêrsim: “JIN JIYAN AZADΔ ji bo hemûyan bûye perspektîf

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ayten Dêrsim got; "Tecrûbeyên me yên têkoşînê gerdûnî dibin. Binêrin, silogana 'Jin, jiyan, azadî' êdî ji bo tevahiya jinan bûye perspektîf."

Edîtor: Nucan Serdoz
03/10/2022 - 0:51
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ayten Dêrsim: “JIN JIYAN AZADΔ ji bo hemûyan bûye perspektîf
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ayten Dêrsim di hevpeyvînên xwe yên kevin de bal kişandibû ser girîngiya silogana “JIN JIYAN AZADΔ û gotibû; “Tecrûbeyên me yên têkoşînê gerdûnî dibin. Binêrin, silogana ‘Jin, jiyan, azadî’ êdî ji bo tevahiya jinan bûye perspektîf. Ji bo belavkirina vê perspektîfê hîn kêmasiyên me hene û em zanin ku divê hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn têkoşîna jinê ya li cîhanê xurt bikin. Em ê vê têkoşînê mezintir bikin, sîstemê biguherînin.”

Ayten Dêrsim destnîşan kir ku li hemberî Modernîteya Kapîtalîst gelekî girîng û pêwîste ku jin li ser bingeha îdeolojîk, fikrî û xweparastinê xwe bikin hêzeke rêxistinbûnê ya hevpar.

Ayten Dêrsim ragihand ku di têkoşîna jinan a dijî faşîzmê de ew xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ya piralî ne û wiha dewam kir, “Ji bo jin bi nasnameya xwe li nava civakê karibin xwe bi rêxistin bikin û bigihêje hişmendiya xwe û hebûna xwe biparêze, bi felsefeya Rêber Apo 40 salin em têdikoşin. Şoreşa Rojava encama vê yekê ye. Berxwedana parastina hebûnê û xwe rêxistinî ya xelkê Şengalê parçeyek ji vê yekê ye. Li Ewrupayê gelê me her roj li ser piyane û piştgiriyê dide têkoşîna azadiyê. Li çar parçeyên Kurdistanê rastiyeke me ya têkoşînê ya xurt heye. Çareserî eşkere ye; azadî ji bo gelan, azadî li aliyê gelan. Çareserî ji aliyê neteweyî jî be, ji aliyê gelan ve jî be kombûna li dora neteweya demokratîk e. Avakirina sîstema vê yekê ye. Ev tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku gelên li vê cografyayê xwe di nava sîstema neteweya demokratîk de îfade bike, her kes karibe bi nasnameya xwe rêxistiniya xwe û hebûna xwe ya azad biparêze. Îro li Rojava modelek heye ku nasnameyan hemûyan di nava xwe de vedihewîne. Xwe bi rengê Rêveberiya Xweser pênase dike û di nava wan de jin û nasnameyên gelan heye.

Ayten Dêrsim diyar kir ku hezar salin koletî li jinê tê ferz kirin û got, “Di vê demê de ev zincîra koletiyê tê parçe kirin. Jin li her cografyayê radibin ser piyan. Ji sîstemê re dibêjin, ‘Tu nikare der barê min biryarê bide, ezê biryarê ji bo xwe bidim’. Çareserî eşkere ye; bi nasnameya xwe, bi avaniya xwe ya polîtîk û exlaqî hevparîkirina têkoşîna rêxistinbûyî ye. Navê vê jî sîstema federal a demokratîk e. Ji bo jinan konfederalîzma jinê ye.

Her ku em bi ser dikevin, sîstem êrîşên xwe girantir dike. Em vê yekê ji polîtîkayên niha yên faşîzmê yên li dijî jinê fêhm dikin, lê belê em zanin ku çawa van êrîşan pûç bikin. Rêxistinbûn, li hevkombûn, xweparastin û xurtkirina hişmendiyê ji bo jinan nebe nabe ye. Bêguman li dijî êrîşên piralî yên sîstemê pêwîstî bi têkoşîneke xurt heye. Ev yek ne têkoşîneke hêsan û ji ber xwe ve ye. Li hemberî rastiya sîstema ku gelan parçe dike, azadî ne tiştekî hêsan e. Formula vê diyar e û Rêber Apo rê û rêbaz, bername, paradîgma vê yekê ji bo jinan û gelan destnîşan kir. Ji ber vê yekê em xwedî avantaj in.

Tecrûbeyên me yên têkoşînê gerdûnî dibin. Binêrin, silogana ‘Jin, jiyan, azadî’ êdî ji bo tevahiya jinan bûye perspektîf. Ji bo belavkirina vê perspektîfê hîn kêmasiyên me hene û em zanin ku divê hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn têkoşîna jinê ya li cîhanê xurt bikin. Emê vê têkoşînê mezintir bikin, sîstemê biguherînin. Ev yek wezîfeya herî bingehîne ku mîna qanûna nayê guhertin a dîrokê li pêşiya me ye. Jin hemû divê bi vê têgihiştinê tevbigere û li gorî vê yekê rê û rêbazên têkoşînê xurt bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hevdîtinên bi Rêber Apo re – Weqfa Îbrahîm: Tenê gelê Kurd dikare bi têkoşîna xwe serokatiyê azad bike

Nivîsa Pêş

29’emîn çalakiya Helbest û Çîrokê ya Huseyîn Çelebî li Stûttgart hate li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
29’emîn çalakiya Helbest û Çîrokê ya Huseyîn Çelebî li Stûttgart hate li darxistin

29'emîn çalakiya Helbest û Çîrokê ya Huseyîn Çelebî li Stûttgart hate li darxistin

HPG: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi rihekî fedayî têdikoşin

HPG: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi rihekî fedayî têdikoşin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.