Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mihemed Dawî: Mala Barzanî Başûrê Kurdistanê firotine Erdoxan

Endamê Saziya Malbatê Şehîdan ya kantona Hesekê Mihemed Dawî, bavê şehîd Serhat diyar kir ku PDK'ê axa Başûrê Kurdistanê radestî dewleta Tirk a dagirker kiriye û got; "Mala Barzanî Başûrê Kurdistanê firotine Erdoxan".

Edîtor: Nucan Serdoz
11/09/2022 - 3:21
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
Mihemed Dawî: Mala Barzanî Başûrê Kurdistanê firotine Erdoxan
ParvekeTweet

HESEKÊ – Endamê Saziya Malbatê Şehîdan ya kantona Hesekê Mihemed Dawî, bavê şehîd Serhat derbarê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a qirker û hevkarê wê PDK’ê li ser tevahî Kurdistanê ji ajansa me re axivî. Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser dijminatiya PDK’ê ya li hember gelê Kurd û got; “Wisa ji malbata Barzanî hêvî dikirin ku dikarin bi wan re gerîla tune bikin, û dema gerîla tune kirin, şoreşa Rojava bixin bin destê xwe. Lê hesabên wan ji hev derneket, ew şikestin û serkeftin bû para hevalên me. Mirov bi kurt dikare bêje mala Barzanî Başûr firotine Erdoxan. Û ji bo gerîlayên serê çiyê jî dibêje, ev der ne erdê we ye, pêwîste hûn jê derbikevin, lazime PKK’ê ji Başûrê Kurdistanê derbikeve.”

Heman demê de bavê Şehîd Serhat di axaftina xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên xwe mezin bikin û li dora şoreşa xwe kom bibin.

Bi temamî axaftinên endamê Saziya Malbatê Şehîdan Mihemed Dawî wiha ye;

Derbarê şehîd Serhat de….

“Navê min Mihemed Dawî, bi navê bavê Şehîd Serhat têm nas kirin. Şehîd Serhat di sala 2011’an de tevlî xebatê ciwanan dibe, dema ku tevlî dibe, di heman demê de jî zanîngeh dixwand. Piştî ku xwendina xwe diqedîne, dewlet bawernameyê nadiyê, ji ber ku jê re dibêje leşkertiya Sûriyê bike û piştre jî bibe mamoste. Ew v3e yekê qebûl nake û dibêje li şûna ku ez ya dewletê bikim, ezê ji bo welatê xwe bikim, û ezê tevlî hevalên xwe bim. Wê demê hîna yekîneyên me nehatibûn ava kirin. Diçe perwerdê piştî perwerdê, dîsa xebatê xwe dide meşandin. Piştî ku perwerdeyeke dîtir dibîne, biryara xwe ya tevlîbûna nava yekîneyên parastinê dide, navê yekîneyên parastinê yê destpêkê YXK’ê bû. Piştî YXK’ê YPG’ê bi 12-13 kesan tê ava kirin. Piştre dema şerê Serê Kaniyê destpê dike, ew bi israra xwe diçe şer. Piştî 2-3 rojan di encama kemînekê de şehîd dikeve. ”

Ji bo Şerê Gelê Şoreşgerî….

“Şerê gelêrî şerê gel û şervan e. Ji xwe şervanê me li her derê şerê xwe dikin û di amadekariyên xwe de ne. Gelê me jî lazime ji 7 salî heya 70’ê salî hemû cihê xwe di vê şerî de bigirin. Li dora şoreşa xwe kom bibin. Dema em niha tê de jiyan dikin, pêvajoyeke ji her pêvajoyên din cudatire. Di nava me de sîxûrên dewleta Tirk jî zêde bûne. Bi riya van sîxûran gelek hevalên me hatin şehîd xistin. Rojane balafirên wan li ser serê me digerin. Ew çiqas sîxûran çêdikin, em jî ewqas wan ceza dikin. Êdî gelê me ji her alî de şiyar bûye, dema ku li kolanan kesekî tevgera wî ne baş be dibînin, yekser agahiya wê ji hevalan re didin. Gelê me di vê demê de ji her demê din şiyartir e. Ji ber vê jî dijmin ji her alî de êrîşî ser me dikin. weke mînak li dijî me şerê avê jî dane destpêkirin, me dixin nava dorpêçan de. Dixwazin bi van riyan me ji şoreşê qut û dûr bixin. Lê gelê me di zanebûna vê yekê de ye û şoreşa xwe diparêze, ji xwe yên ku şoreşê neparêzin, ber bi çetecîtiyê ve diçin.”

Hevkartiya PDK’ê ya bi dewletên dagirker e….

Dewleta Tirk niha dîsa li hember me şerekî berfireh daye destpêkirin, destpêkê jî ji çiyayên Başûrê Kurdistanê destpêkir. Bi çekên kîmyawî, tang, topan û balafiran ve şerê me dike, li ruxmî vê jî hîna bi serneketiye ew bi binketiye. Van hemû êrîşên xwe bi hevkariya mala Barzanî pêk tîne. Ji xwe ew hêza xwe ji destekdayîna mala Barzanî digire. Wisa ji malbata Barzanî hêvî dikirin ku dikarin bi wan re gerîla tune bikin, û dema gerîla tune kirin, şoreşa Rojava bixin bin destê xwe. Lê hesabên wan ji hev derneket, ew şikestin û serkeftin bû para hevalên me. Niha bi riya mala Barzanî dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê 30 qereqolên xwe çêkirine. Mirov bi kurt dikare bêje mala Barzanî Başûr firotine Erdoxan. Û ji bo gerîlayên serê çiyê jî dibêje, ev der ne erdê we ye, pêwîste hûn jê derbikevin, lazime PKK’ê ji Başûrê Kurdistanê derbikeve. Lê demekê jî tê bîra me, ji bo ku Başûr ji dest wan neçe, xwe avêtin ber PKK’ê. Hatin bi hevalên me re rûniştin û alîkarî ji wan xwastin. Niha jî dibêjin ev Başûrê Kurdistanê axa me ye, ya bav û kalê me ye, tenê ya Barzaniyan e.

Êrîş û binkeftinên dewleta Tirk a dagirker….

Piştî ku dewleta Tirk bi binket, DAIŞ xiste tevgerê. Di van demê dawiyê de jî DAIŞ hate êrîşî zîndana Xiwêran ya bajarê Hesekê kir. Gotin emê DAIŞ rizgar bikin, û gelên Kurd yên li wê derê ên ku xwe xilas kirin, ew diçin û yên ku man jî ewê serê wan bê jêkirin, emê wisa dawî li Kurdan bînin. Vê carê jî dîsa bi binket û DAIŞ jî şikest. Ew dixwazin gelê Kurd bitirsînin, lê gelê me natirse, ji ber ku ji gerîlayên xwe bawerin, ji hêzên xwe yên leşkerî bawerin. Gelê me ji şervanên xwe manawiyetek xurt digire. Dîsa jî divê gelê me tedbîrên xwe bigire, li her derê ew şiyar bin. Dema ku bûyerek ne cî de dîtin, dikarin xwe yekser bigihînin Hêzên Ewlekariya Hundirîn (ASAYÎŞ).

Bangawaziya ji bo gel….

Di dawiyê de em bang li gelê xwe dikin ku di serî de, divê di hemû çalakiyên xwe de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin. Divê herkes xwe li dora vê şoreşê bipêçe û dûrî şoreşa xwe neçe. Bila xwe nexin nava destê çetan û DAIŞ’ê de. Dema ku yek ji gelê me dikeve nava destê çeteyan de ji bo wan dibe çavkaniyê hêzê, wan çeteyan xurt dike. Ji ber ku bi riya te pereyan qezenc dike, bi pereyên ku qezenc dike jî qilêşan dikirin, qilêşên ku dikirin jî, wê li hemberî gelê te bikartîne û wan şehîd dixe. Ger bi rêbaza pere jî nebe, wan taybet ji bo xwe perwerde dikin û li hemberî me wan didin şer kirin. Em jî dibêjin bila kes vê şaştiyê neke û nekeve nava van xefikan de.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk -13

Nivîsa Pêş

Cemal Şerîk: Faşîzma AKP-MHP’ê sazîbûna 12’ê Îlonê ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Cemal Şerîk: Faşîzma AKP-MHP’ê sazîbûna 12’ê Îlonê ye

Cemal Şerîk: Faşîzma AKP-MHP'ê sazîbûna 12'ê Îlonê ye

HPG’ê nasnameya 5 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê nasnameya 5 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku şehîd bûne eşkere kir

Manşet

  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.