Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Ji Pênûsa Gerîla – Parek ji nêrgizan

Edîtor: Nucan Serdoz
06/09/2022 - 6:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla – Parek ji nêrgizan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Destpekê weke Zahîde şîn bû di nava çiyayên Colemêrg ê de. Parek ji nêrgizan, parek ji şîlanan û parek jî ji hemû gul û kulîlkên dîtir di nava xwe de hewand. Mîna şitleke zindî û bêhnxweş, Keçek ji keçên çiyayî bû, xwedî bejna Cîlo û xwedî şemal û bedewiya Çarçêlla bû. Ew keç bû ku bi awirên çavên hezkar şev ronî dikirin. Ew keç bû ku guliyên porê xwe bi ber bayê Zagros’an ve berdida, her muyek dibû toveke tekoşînê û her muyek dibû benê bi dardakirina dagirkerî û mêtingeriyê.

Norşîn, hevala xezalên çiyayî ku bi hezkariyê dilê xwe ji ber ve dikir çeper, hevala gulên zozanî ku ta bi ta bi dilopên xwîna xwe av dida. Hevala bablîsokên çileyê demsalan ku her dem û kat pê re radibû reqsa şer û pê jiyan ava dikir.

Norşîn, kevoka xwedî rengê jiyana giranbiha, wisa nazdar, wisa nazenîn û bedew. Norşîn bûka welatê xwe, bûka ku daweta xwe govend bi govend bi awaz û lorînên çekan ve geş dikir, bûka lewendî û spehiya xwe ji Avaşîn û Basya diyarî girtî. Norşîn 12 sal nobedara azadiya çiya, Norşîn hevala rojê û şervana doza evînê.

Erê bîner keça Kurd a leheng, binêr çawa niha ji bajarê Colemêrg ê hetanî deşta Geverê hemû milên xwe vekirine û te pêşwazî dikin, dê ka binêr çawa Cîlo bi kumê spî li ber te li silavê rawestiya ye, binêr çawa Çarçêlla bi çar çêlan ve serê xwe li ber te tewandiye. Govendê dîsa govend geş kiriye û şahiya te pîroz dike. Çawa Zap te bi ser dilê xwe dike û çawa Avaşîn rondikan diweşîne. Baz û xezalên Xakurkê hîna di dêlindêza bîranîna te de ne.

Norşîn hevala şilereyên zozanên deremetdar, hevala nergizên çiyayên berfînî, Deşta Hezexê hîna ji xemginiya şîna te şiyar nebûye. Hîna rondikên çavên Dîcle ziwa nebûne, ji xwe Gabar her te bi bîr tîne. Tu di dilê her kesî de ji nû ve vedijî, her kes careke din bi te rojê silav dike û jiyanê par ve dike. Tu niha dîsa weke her car parçeyek ji can û giyana hevalên tekoşînê yî. Tu ji nû ve di dilê hemû gelê vî welatî de şîn dibî, ji her yekî dibî parçeyek, ji her yekî re dibî armanc, dibî mînak û dibî remza bedewî, xweşikî û mezinahiyê.

Hevala Norşîn (Zahîde Kurt) bi navê xwe yê destpekê Cahîde, di salên serhildana geş a azadiyê de tevlî refên hêzên azadiya Kurd bû. Weke Zagros, Zap, Garê, Xakurkê û Botanê di gelek qadên tekoşînê de beşdarî tekoşîna azadiya gelê Kurd bû. Hevala Norşîn di nava refên tekoşînê de bi fedekarî, dilnizmî, hevalhezî û cengaweriya xwe ve xwedî cihekî watedar û nirxdar bû. Hevala Norşîn bi azim, vîn, biryar û hewldanên xwe ve di nava gerîllayên tekoşîna rizgariyê de xwedî rûmeteke mezin û payebilind bû.

24 Puşberê rojeke vemirî û dilteng, rojeke ji rojên serdestiya ewrên reş û tarî. Her aliyê deşta Hezexê bi kemînan ve rapêçayî, her qeraxên çemê Dîcle bi xefikan ve dagirtî û her quncikê çiyayê Gabar bi bêbextiyan ve dinalî. Rojeke ji şerên Tîamat û Ahura Mazda, şerê başî û xirabiyan. Rojeke xwedî hawar û qêrîn, rojeke xwedî axîn û nalîn û rojeke ji sibehê ve bi dengê çekên gunehbar hatiye herimandin. Vaye di rojeke wisa de ku amurên demê 24 Puşbera 2005’an nîşan dida ku hevala Norşîn bi du hevalên xwe yên dîtir re di encama berxwedanî û tekoşîneke dijwar û giran de bi qehremanî tevlî kerwanê şehîdên tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê bû. Lê weke hemû şehîdên tekoşîna rizgariyê dê hevala Norşîn jî her di dilê heval û hogirên xwe de bijî.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Taybetmendiyên demoqrasiya me – 8

Nivîsa Pêş

Azadiya Kurdan wê krîzên li Rojhilata Navîn çareser bike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Başûrê Kurdistanê cinayetên siyasî

Azadiya Kurdan wê krîzên li Rojhilata Navîn çareser bike

Dewleta kujer wê hesab bide

Dewleta kujer wê hesab bide

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.