Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN: Ji gerîlayên azadiyê çalakiyeke bi bandor – 8 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Di çalakiyên tîmên bi tevger de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. Dagirkerên ku li hemberî berxwedana gerîlayan nekarîn gavekê biavêjin, 15 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrîş kirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/08/2022 - 15:17
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 4 mins read
A A
LEZGÎN: Ji gerîlayên azadiyê çalakiyeke bi bandor – 8 leşkerên dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

BEDHÎNAN – HPG’ê got “Di 5 çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 8 dagirker hatine cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker 15 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 23 caran bi helîkopterên êrîşê, 13 caran bi balefirên şer, bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kiriye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakî û êrîşên hatine kirin ev daxuyanî da:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê

Di 29’ê Tebaxê de dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Werxelê rê çêbikin bûne hedefa hêzê me. Tîmên me yên bi tevger li kepçeyên dagirkeran dane. Piştî lêdana hêzên me dagirkerên li ser kepçeyan neçar mane, êrîşên xwe bidin sekinandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

Di 29’ê Tebaxê de dema ku dagirkeran xwestin ber bi çeperên şer ên li Şehîd Sîpan a Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê werin, hêzên me dagirker xistine bin kontrola xwe. Hêzên me saet di 08.00’an de ji sê aliyan ve girtine ser dagirkeran. Milê yekemîn bi bombeyên destan û çekan li dagirkeran dane û 3 dagirker ceza kirin. Milê duyemîn ê çalakiyê bi çekên şexsî li dagirkeran dane û 3 dagirker ceza kirin. Milê sêyemîn ê çalakiyê jî bi çekên giran li çeperên dagirkeran dane.

Di 29’ê Tebaxê saet di 16.10’an de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi sûîkastê li dagirkeran dane û li vir dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 29’ê Tebaxê de saet di 21.10’an de bi taktîka sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 29’ê Tebaxê de bi şev dema ku helîkoptereke Skorsky xwest leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê hêzên me li helîkopterê dan. Hêzên me bi xurtî li helîkopterê dan û helîkoptera Skorsky neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî;

Di 29’ê Tebaxê de çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Saca û Şikefta Birîndara 15 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 29’ê Tebaxê de artêşa TC’ê ya dagirker bi kepçeyan hewl da çeper û tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê hilweşîne.

Di 29’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Kurojahro 23 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 29’ê Tebaxê de dron li ser Qada Berxwedanê ya Girê FM geriyaye.

Di 29’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Hakkarî, Şehîd Adil, Sîda û Saca 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 29 û 30’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Şehîd Adil, Sîda û Saca bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Hêzên PDK’ê xebatên vekirina rêya diçe ber bi Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya bi armanca vekirina pêşiya dagirkeriyê didomîne. Hêzên PDK’ê û artêşa Tirk a dagirker bi hev re ewlehiya vê rêyê digirin û bi hev re tevdigerin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Reqayê di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de civînek li darxistin

Nivîsa Pêş

Li daristanên Kurdistanê 3’ê rojin bê navber şewat didome

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li daristanên Kurdistanê 3’ê rojin bê navber şewat didome

Li daristanên Kurdistanê 3'ê rojin bê navber şewat didome

Nûnerê dewleta Tirk a dagirker ‘PDK’ê, êrîşî ciwanên bi rûmet yên Şengalê kir

Nûnerê dewleta Tirk a dagirker 'PDK'ê, êrîşî ciwanên bi rûmet yên Şengalê kir

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG`ê li Wanê wesayîta leşkerî ya artêşa dagirker rûxand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê ku Kawayê Hesînkar pêxistiye, li Swîsrêyê geş dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.