Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Ev qezayên ku rû dane perçeyek ji şerê li dijî Kurdan e

Hevserokatiye Konseya Rêveber a KCK'ê derbarê qezayên ku li Dîlok û Dêrîkê rû daye daxuyaniyek da û got; "Ev qezayên ku tê gotin ji ber xemsarî û bêkontrolê rû dane, di rastiyê de parçeyek ji şerê li dijî Kurdan e. Xemsarî û bêkontrolî encameke şerê qirkirina Kurdan e."

Edîtor: Nucan Serdoz
22/08/2022 - 11:50
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK’ê: Îbadeta herî mezin berxwedana li dijî zilmê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Têkildarî qezayên ku li Dîlok û Dêrîkê pêk hatî, ku di encama wê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, Hevserokatiye Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîsîkî weşand.

KCK’ê got, “Ji ber qezayên trafîkê yên li Mêrdîn-Dêrikê û Dîlokê 35 mirovên me jiyana xwe ji dest dan, bi dehan jî birîndar bûn. Ev bûyerên ku gelê me û raya giştî gelekî êşan, em jî pê gelekî xemgîn bûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane re rehma Xwedê, ji xizmên wan, xelkên Mêrdîn û Dîlokê û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran jî şîfa xêrê dixwazin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku qezayên trafîkê yên rû dane ne kêmî komkujiyekê ne, berpirsyar jî AKP-MHP ye û wiha dewam kir: “Ev qezayên ku tê gotin ji ber xemsarî û bêkontrolê rû dane, di rastiyê de parçeyek ji şerê li dijî Kurdan e. Xemsarî û bêkontrolî encameke şerê qirkirina Kurdan e. Lewma divê mirov van qezayên trafîkê weke komkujiyekê û hewldaneke bi zanebûn bibîne.”

Di dewama daxuyaniya KCK’ê de wiha hate gotin:

POLÎTÎKAYA AKP-MHP’Ê LI SER KUŞTINA KURDAN HATIYE AVAKIRIN

“AKP-MHP dijminê Kurdan e. Polîtîkaya xwe li ser kuştina Kurdan daye rûniştandin. Dijminê ziman, çand, nasname, xweza, bi kurtasî dijminê her tiştên bi navê Kurdîtiyê ye û ji bo Kurdan tune bike, ji bo qirk bike, serî li her rê û rêbazê dide. Bi rê û rêbazên cuda her roj hewl dide bi dehan Kurdan bikuje. Komkujiyên xwe yên li hemberî Kurrdan ne tenê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, her wiha li Başûr, Rojava, Şengal, Mexmûr û li her devera ku Kurd lê ne dike. Faşîzma AKP-MHP’ê her roj qalê dike ku wê çawa Rojava, Başûr, Şengalê dagir bike, wê çawa bikeve Kampa Mexmûrê û kampê ji holê rake. Bênavber êrîşan dike. Hîn ê 3 roj berê li bajarê Hesekê yê Rojava, bi êrîşekê 4 zarokên Kurd qetil kir. Dê û bavê van zarokan, xizmên wan di encama êrîşên DAÎŞ’ê û çeteyên din ên dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin. Cihê ku lê bûn hem cihê wan ê perwedeyê hem jî cihê lê diman, bû. Tevî ku ev dihate zanîn jî êrîşî vê derê kir û di encama bombardûmana bi balafiran de 4 zarokên Kurd qetil kirin. Ev komkujiya li Hesekê jî ji aliyê AKP-MHP’ê ve hate kirin. Her wiha beriya mehekê li bajarê Zaxoyê yê Başûr 9 mirovên me yên Ereb hatin qetilkirin. AKP-MHP û şefên wê yên faşîst her roj daxuyaniyan didin û bi kêfxweşî radigihînin bê çiqas gerîla û şervanên Kurd qetil kirine. Li zindanan her roj mirovan dikujin. Mirovên ku ji bo Doza Azadiyê ya gelê Kurd têdikoşin ne tenê wan dixin zindanan, her wiha li zindanan jî wan qetil dikin. Bi kurtasî dijminê Kurdan AKP-MHP nîşan dide ku karaktera xwe û hewldanên xwe hemû ji bo kuştin û tunekirina Kurdan e.

BI TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ DIVÊ LI BER FAŞÎMA AKP-MHP’Ê RABIN KU DIJMINÊ KURDAN E

AKP-MHP dijminê xwezaya Kurdan e û tunekirina cografya Kurdistanê weke parçeyek ji qirkirin û şerê li dijî Kurdan dibîne. Talankirina darên li Şirnexê, parçeyek ji komkujiya Kurdan e. Lewma nabe ku mirov ê rewşê tenê bi talankirina xwezayê vebêje. Bêguman a hatiye kirin talankirina xwezayê ye. Lê belê ev encama qirkirina Kurdan e. Sedema xwe ya esasî dijminatiya li Kurdan e. Komkujiyên li Mêrdîn û Dîlokê jî encameke vê nêzîkatiyê ye. AKP-MHP bi kîjan wesîleyê dibe bila bibe kuştina Kurdan ji bo xwe weke serketinê dibîne. Ji ber vê yekê ne tedbîrekê digire ne jî kontrolekê dike. Ji xwe Kurdistan pêşkêşî komkujî û talana şîrketên desthilatdariya faşîst kiriye. Kurdistanê bi destê van şîrketan talan dike. Bêguman Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd çawa ku hesab ji AKP-MHP’ê dixwaze wê ji van şîrket û rêxistiniyên talan û yekdest ên faşîst jî bipirse. Di serî de xelkên Mêrdîn û Dîlokê gelekî girîng e ku tevahiya gelê Kurdistanê bi xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re di nava piştevaniyê de bin. Divê gelê Kurdistanê bi derfetên xwe xwedî li xwe derkeve, bi têkoşîna rêxistinbûyî li ber faşîzma dijminê Kurdan faşîzma AKP-MHP’ê rabe. Ronîkirina vê komkujiyê tenê bi vî rengî dibe û hesab jî bi vî rengî dikare bê pirsîn. Ev komkujî jî di nav de berpirsyarê komkujiyên li dijî Kurdan hemûyan AKP-MHP ye, lewma nêzîkatî û helwestên şefên faşîst ên AKP-MHP’ê divê bêne redkirin, neyê qebûlkirin. Ev lîstikên şerê taybet ên ji bo xapandinê ne. Nêzbûna şefên AKP-MHP’ê yên bi vî rengî ji bo nixumandina komujiyê ye. Divê weke nêzîkatiya kujerê ku beşdarî merasîma cenaze dibe, bê dîtin. AKP-MHP piştî ku Kurd qir kir, ji bo gelê Kurdistanê nerazîbûnê nîşan nede, bi hev re têkoşînekê nemeşîne, şerê taybet dimeşîne. Divê raya giştî ya demokratîk li hemberî vê yekê hişyar be, şopdar be û ji bo rastiya dijminatiya li Kurdan a AKP-MHP’ê kifş bike, civakê bêhtir ronî bike. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em careke din dibêjin ku bila rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane, be û ji xizmên wan re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Ji ber vê rewşa bi êş a giran em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û êşê parve dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla TV dîmena çalakiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê weşand

Nivîsa Pêş

“Em êşa xwe dikin hêrs, hêrsa xwe dikin berxwedan”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
“Em êşa xwe dikin hêrs, hêrsa xwe dikin berxwedan”

"Em êşa xwe dikin hêrs, hêrsa xwe dikin berxwedan"

Li Başûrê Kurdistanê cinayetên siyasî

Ciwan wê bi hêrseke mezin tevlî refên gerîla bibe û tolê hilîne

Manşet

  • Li Kobanê konsera berxwedanê
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?
  • Ciwan Bi Pêşengiya TCŞ’yê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Li Parîsê Semînarek Lidarxistin
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.