Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji bo bîranîna milîtana Apoyî û fedayî şehîd Berfîn Rêbaz

Edîtor: Nucan Serdoz
28/07/2022 - 17:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 7 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevala me Berfîn li Silêmaniyê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Silêmanî ji berê ve mohra xwe li dîroka Kurdistanê daye û bûye warê berxwedana bi rûmet a Hepsêxan, Fatmaxan, Adîlexan, Leyla Qasim û heta hevala me Viyan Soran. Hevala me Berfîn a ku xwedî bîreke dîrokî bû tu carî jiyaneke ji adetî qebûl nekiriye. Wê her dem derdora xwe daye ber lêpirsînan, aliyên paşverû yên civaka xwe qebûl nekiriye û li hemberî van aliyên paşverû têkoşiyaye. Ji ber ku xwedî kesayetiyeke wisa bû ku serhildêr bû û tişta heyî qebûl nedikir, van tiştan rê li ber hevala me Berfîn vekiriye ku her dem di nav lêgerînan de be.

Di encama van lêgerînên wê de, wê PKK û Rêber Apo nas kiriye û dîtiye ku jiyan watedartir dibe. Di demên xwendekariyê de wê derfetên lêkolînê zêdetir bi dest xistiye û polîtîkayên du rû yên li Başûrê Kurdistanê yên ku li ser navê azadî û serxwebûnê desthilatdar in bêtir analîz kiriye. Di vê pêvajoyê de pêngavên şoreşger ên ku li Kurdistanê bi pêşengiya PKK’ê geş bûne, ji nêz ve şopandiye.  Di vî şerî de hema bibêje her roj me şehîd daye û van şehadetan bandor li ser hevala me Berfîn kiriye.

Hevala me Berfîn welatparêzî û şoreşgeriya rastîn di nav gerîlayên Kurdistanê de dîtiye û bi taybetî ketiye bin bandora şehadeta heval Rêbaz ku di sala 2015’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye. Piştî ku ew tevlî nav refên gerîlayan bûye, ketiye bin bandora têkiliyên hevrêtiya di nav PKK’ê de û ji bo ku bibe hevrêyeke baş xwe tevlî nav jiyana azad a gerîlayan kiriye. Bi saya dersên Rêbertî û Partiyê wê têkoşîna me ji nêz ve nas kiriye û Berxwedana Zindana Amedê bandoreke mezin li ser wê kiriye û soz daye ku wê jiyana PKK’ê di bin her cure şertan de biparêze. Wê lêhûrbûnên xwe yên li ser fêmkirina cewhera PKK’ê bi Îdeolojiya Rizgariya Jinan a Rêbertî kûrtir kiriye, wekî jineke Kurd a ku di nav civakê de li ser wê zext, êşkence û biçûkxistinên mezin heye, bi awayekî kûr fêm kiriye. Heval Berfîn teşeya jiyana ku li ser jinan hatiye ferzkirin tu carî qebûl nekiriye, wekî şoreşgereke jin ji bo vî tiştî têkoşiyaye. Dema ku wê xwe di nav îdeolojiya azadiyê ya Rêbertî de kûrtir kiriye, dîtiya ku bêtir azad bûye û hemû jiyana xwe li ser vî esasî nirxandiye. Hevala me Berfîn her dem xwestiye bibe milîtaneke baş û xurt, dîtiye ku ev tişt bi ked û fedakariyê pêk tê û ji ber vê bêyî hesab tevlî her kêlîka jiyanê bûye, li ku derê kêmasiyek dîtiye xwestiye temam bike.

Hevrê Berfîn baş dîtiye ku şoreşgeriyeke yekgirtî bi kesayetiya ku di warê îdeolojîk û leşkerî de mumkun e, di çarçoveya avadaniya ji nû ve ya gerîlayan de bi perwerdehiyan bûye gerîlayeke profesyonel û xwestiye tiştên hîn bûye zûka têxe pratîkê.Di navbera salên 2016 – 2018’an de li qada Zapê gerîlatî kiriye û tecrubeyên mezin bi dest xistiye. Dema ku nûnerên xeta îxanetkar a Kurd li hemberî dagirkeran stûyê xwe xwar kirine, hevrê Berfîn tevlî gelek çalakiyan bûye û derbên giran li dagirkeran xistiye. Wê bi pratîka xwe nîşan daye ku Kurdbûna azad û bi rûmet çawa ye. Li ser vî esaasî ew bûye temsîla herî heqîqî ya helwesta şoreşgeriya neteweyî û Kurdbûna bi rûmet a welatparêziya heqîqî ya li Başûrê Kurdistanê.

Hevrêya me Berfîn a ku piştî Zapê derbasê qada Garê dibe, li Akademiya Leşkerî ya Jina Azad ango Akademiya Şehîd Bêrîtan perwerde dibîne. Rêhevala me Berfîn bi perwerdehiya ku dîtiye, tecrubeyên xwe yên di jiyan û şer de zêdetir li ser bingeheke zanistî datîne û bûye fermandara jin a pêşeng. Piştî her perwerdehiya ku didît û her lêhûrbûna ku dikir, li hemberî azadiya fizîkî ya mîmarê jiyana me ya azad Rêber Apo zêdetir xwe berpirsyar hîs kir û azadiya fizîkî ya Rêbertiya me ji xwe re esas girt. Di wê baweriyê de bû ku ji bo bidestxistina vê armanc û hedefa xwe divê têkoşîn û şerê xwe zêdetir berfireh bike û pêşniyar kir ku biçe herêmên ku şer lê dijwar bûye. Li ser vê bingehê di asta fermandariya yekîneyê de derbasî qada Metîna bû. Bi awayekî aktîf tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê bû ku di sala 2021’an de dema êrîşên dijmin zêde bûn hate destpêkirin. Hevrêya me Berfîn ku li ser xeta Kêste û Derarê di gelek çalakiyên ku derb li dijmin hatî xistin de cih girt, bi têkoşîna xwe hewl da agirê berxwedana destanî ya Berxwedaniya Zendûra mezintir bike.

Rêhevala me Berfîn li hemberî hewldanên hin hêzên Kurd ên xayîn û hevkar ên ku bi dagirkeriya Tirk re hevkariyê dikin yên ji bo tecrîdkirina Partiya me PKK’ê ji gelê Başûrê Kurdistanê, xwedî hêrseke mezin bû. Weke jineke Kurd a ji Başûrê Kurdistanê û milîtaneke Apoyî bi bawerî û îradeya di têkoşîna xwe de bersiva pêwîst nîşanî van hevkaran da û di vî warî de ji hemû ciwan û jinên ciwan ên Başurî re bû mînak. Rêhevala me Berfîn bi jiyan û têkoşîna xwe şênber kir bê ka her ciwanê Başûr ku xwe weke welatparêz û şoreşger bi nav dike, divê çawa û li ku derê têbikoşe, bû milîtaneke fedakar ku hemû gelê Kurd bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê wê ji xwe re mînak bigire.

Rêhevala me Berfîn ku bi qasê hostatiya xwe ya li qada şer, bi kêrhatiya xwe ya di hunerê de ji aliyê hemû hevrêyên xwe û gelê me ve tê naskirin, bi stran û helbestên xwe yên şoreşgerî hewl da rêhevalên xwe yên şehîd nemir bike. Di vê wateyê de hunera xwe ya gerîlatiyê ya ku ji Hozan Mizgîn û Delîla girtiye berdewam kir û îspat kir ku şoreşgerî hunera herî mezin e û gerîla hunermendên hoste ne. Bi vê taybetmendiya xwe ji bo hemû hevrêyên xwe û gelê me bûye çavkaniya moralê.

Rêheval Berfîn ku di qonaxa herî krîtîk a şerê me de ku di sala 2022’an de jî bi terzê fedaî pêş ket, bi ruhekî fedayî yê mezin şer kir û ji bo pêşî li pêşvehatina dagirkeran bigire, bê dudilî ber bi qada şer ve meşiya, di encama êrîşa dijmin de gihiştiye şehadetê. Jiyana rêhevala me Berfîn a ku meşa li ser şopa rêhevalên me Viyan Soran û Helmet ku her tim ji xwe re mînak digirt weke yek ji prenîbên herî bingehîn ên xwe diyar kirî, mîna Viyan bi lehengî û fedakar; mîna Helmet zana bûye.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîdên Zîndanê cihê tiryakê şewitandin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Rojava: Çawa ku dagirker li çiyayên azad têk çû, wê li vir jî têk biçe

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Rojava: Çawa ku dagirker li çiyayên azad têk çû, wê li vir jî têk biçe

Ciwanên Rojava: Çawa ku dagirker li çiyayên azad têk çû, wê li vir jî têk biçe

Di pêşengtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî de meşek hate li darxistin

Di pêşengtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî de meşek hate li darxistin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.