Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Nasnameya du gerîlayên li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûne hate eşkere kirin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Her du hevalên me li hemberî êrîşên dijmin piştî têkoşîneke xurt şehîd bûne û tevlî nav artêşa nemiran bûne.”

Edîtor: Nucan Serdoz
02/07/2022 - 13:05
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Nasnameya du gerîlayên li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûne hate eşkere kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 2 gerîlayên şehîd ev agahî belav kir:

“Di vî şerî kûr de yê ku têkoşîna me ya azadiyê bênavber didome û derbên giran li dijmin tê xistin, gelê me roj bi roj nêzî azadiyê dibe. Di vî şerî de hevrêyên me hewl didin heqê girêdan û baweriya bi gel a gerîlayan bidin. Hevrêyên me Rêbertî di serî de bi hêza ku ji şehîdên me û gelên me stendine, dikevin nav hewldana têkoşînê. Hevalên me Şervan û Agir bi vî ruhê têkoşiyane û ji bo ku têkoşîna me ya azadiyê geştir bibe, çi ji destê wan hatiye, kirine. Her du hevalên me di şerê li dijî dijmin de şehîd bûne, têkoşîna gihandina asta jor û tevlî artêşa nemiran bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye;

 

Nasnav: Şervan Agirî

Nav û paşnav: Şervan Ergul

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Navê dê û bav: Ayşe – Sêvdîn

Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’an /Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

 

Nasnav: Agir Botan

Nav û paşnav: Ridvan Arat

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Navê dê û bav: Gulê – Enver

Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’an /Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

ŞERVAN AGIRÎ

Rêhevalê me Şervan li gundê Mametxanê yê navçeya Giyadînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Rêhevalê me Şervan ê ku di jiyana gund a bi xwezayê ve girêdayî mezin bû, bêyî ku qirêjiya modernîteyê bandorê li ser wî bike, bi xwedîkirina taybetmendiyên paqij û kedkar mezin bû. Ji ber tengasiyên aborî ku çûbû metrepolên Tirkiyeyê, êrîşên li ser nasname, ziman û gelê Kurd û herî dawî jî polîtîkayên înkar-îmhayê yên dijmin bi tevahî dît. Ev polîtîkayên înkarê bi rêhevalê me Şervan re bûye sedema lêgerînê. Hevrêyê me Şervan ku dest ji lêgerîna xwe berneda, bi taybet pêvajoya 2013-2015’an ji nêz ve şopand. Di van salan de dewleta Tirk a ku destkeftiyên Kurdan û siyaseta înkar-îmhayê ya li dijî wê kûr kir, veguherand şerekî topyekûn û dît ku dewleta Tirk êrîşî her qada ku Kurdan bi dest xistiye, dike. Hevrêyê me Şervan ku xwe li hemberî gelê me berpirsyar dibîne, di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Derbasî Herêmên Parastinê yên Medya dibe û perwerdeya bingehîn li wir dît. Rêhevalê me Şervan ê ku bi perwerdehiya ku dîtiye, nasnameya Kurd û dîroka Kurd baştir hîn bû, ev yek veguherand têkoşîneke zanistiyê. Her çend di destpêkê de di şert û mercên çiyayî de hinekî zehmetî jiyabe jî, wî zû xwe bi jiyanê re adapte kir. Çawan ku layiqî navê xwe derket, li dijî hemû kêmasiyên ku negihîştine serkeftinê têdikoşiya. Bi xebat, îrade û helwesta xwe di nava rêhevalên xwe de bi ser ketiye. Têgihîşt ku bi keda xwe re jiyan watedar dibe û ev wate mirovan ber bi azadiyê ve dibe. Rêhevalê me Şervan ku di aliyê îdeolojîk de xwe pêş xistiye, li hemberî artêşa Tirk a ku her cure qirêjiyê dike û li dijî tevgera me ya azadiyê şer dike, girîngiya xwe bi pêş ve birina di qada leşkerî de fêm kiriye. Li ser vê bingehê ji bo ku di warê leşkerî de jêhatî bibe, bi perwerdeya ku di akademiyên leşkerî de dît, bû profesyonel. Rêhevalê me Şervan ê ku di warê bîrdozî û leşkerî de xwe bi pêş xistiye, bûye namzetê fermandariyê yê xurt. Bi berdewamkirina têkoşîna xwe, di rêya heqîqeta ku ketibû de zanibû ku çawa nirxên azadiyê yên gelê Kurd biparêze. Ji Metîna heta Mexmûr û Kerkukê di şerê parastina Başûrê Kurdistanê de li dijî êrîşên dagirkeriyê cihê xwe girt. Di vê pêvajoya berxwedanê de bi lehengiya xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê û erka xwe ya milîtantiyê bi serkeftî bi cih anî.

AGIR BOTAN

Hevrêyê me Agir, di nav malbateke welatparêz de çêbûye û mezin bûye. Giringî bi jiyana welatparêziyê ya ji malbata xwe girtiye daye ku bijî û di jiyana xwe de jî xwediyê sekineke wisa bûye. Bûye şahidê polîtîkaya dewleta Tirk a faşîst a ‘’ên dikarî asîmîle bike yên nikarî jî tune bike’’ ya li dijî gelê Kurd ê roj bi roj bi pêş de diçe, dibe xwedî hişmendî û hêj di ciwaniya xwe de dest bi bipêşdebirina rêbazên têkoşînê li dijî van polîtîkayên qirkirin û tunekirinê kiriye. Bi saya welatparêziya ji malbata xwe girtiye hêj ji serê serî da bûye yekî xwediyê hişmendiyê. Hevrêyê me Agir bi aktîvî tev li xebatê bûye. Hevalên wî yên xebatê jî pir hez jê kiriye. Hingê gelek caran ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatiye destgîrkirin, lê hevrêyê me Agir, tevî zext û pêkutiyan tu tawiz ji sekna xwe ya bi serbilindî bernedaye û li hemberî dijmin têkoşîna xwe yekcar zêde kiriye û bi rik, berxwedan û sekina xwe ya serhildêr, derbeyên xedar li xeta radestî û xiyanetê xistine. Li dijî êrîşa bi hovîtîya nedîtî ya dijmin a li dijî gelê Kurd û gerîla, biryara tevlêbûna nava refên gerîla daye û berê xwe daye çiyayên azad ên Kurdistanê. Ji roja ku tev lê bûye, bi sekin û fedakariya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelek hatiye hezkirin û rêz jê re hatiye girtin. Bi wêrekî û biryardariya xwe, serî bi zehmetiyan re derxistiye û zû hînî pratîka gerîla bûye. Hevrê Agir, ji bo têgihiştîn û pêkanîn felsefeya Apoyî, zêde ked û hewil daye û di jiyana xwe ya bi şoreşgerî de tu car ji vî esasî tu tawîz nedaye. Ji roja tev lê bûye ta bi roja şehîd bûye Agir ji vîn û biryardariya xwe nehatiye xwarê û ji hevrêyên xwe re mîrateyeke heta bi hetayê bê hilgirtin hiştiye.
Bi giraniya liyaqbûn û berpirsyarî û têkoşîna şoreşê ya hevrê Şervan û Agir ji me re hiştiye em soza tacîdarkirina bi serkeftinê didin, di serî de malbatên wan ên hêja, em dibêjin serê hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê sax be.’’

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPG’ê nasnameya şehîd Rûbar Erzîncan eşkere kir

Nivîsa Pêş

Çalakiya Milîsên HBDH’ê ya ji bo bîranîna 2’ê Tîrmehê: Emê her roj hesabê Sêwasê bipirsin!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çalakiya Milîsên HBDH’ê ya ji bo bîranîna 2’ê Tîrmehê: Emê her roj hesabê Sêwasê bipirsin!

Çalakiya Milîsên HBDH'ê ya ji bo bîranîna 2'ê Tîrmehê: Emê her roj hesabê Sêwasê bipirsin!

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 481’an de dewam dike

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 481'an de dewam dike

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.