Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Avaşîn Miso: Em ji bo danasîna fikrên Rêber Apo û şoreşê ve dixebitin

Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê Avaşîn Miso derbarê xebatên Akademiyê de axivî û diyar kir ku xebata xwe li ser esasê danasîna fikrên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de dimeşînin.

Edîtor: Nucan Serdoz
25/06/2022 - 0:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 4 mins read
A A
Avaşîn Miso: Em ji bo danasîna fikrên Rêber Apo û şoreşê ve dixebitin
ParvekeTweet

KOBANÊ – Akademiya Civaka Demokratîk ku li ser îdeolojiya ‘Netewa Demoqratî’ a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dixebite, li Rojavayê Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne. Têkildarî xebatên ku hatine kirin jina ciwan a bi navê Avaşîn Miso ku di nava xebatên Akademiya Civaka Demokratîk de cih digre, ji ajansa me re axivî û behsa çawaniya bi rêxistinkirina akademiyê kir. Avaşîn bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir; “Navê min Avaşîn Miso ye, ez rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê me. Akademiya Civaka Demokratîk di sala 2013’an de hat avakirin. Ji aliyê îdeolojîk ve xebatên xwe bi naskirina dîrokê, pêşxistina fikrê Rêber Apo û guhertina zihniyetê dimeşîne. Li her qadên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Qada Firatê Akademiya Civaka Demokratîk heye. Beşên wê yên erebî û kurdî hene. Navenda wê li Qamişlo ye. Li herêmên din jî navendên wê hene û li ser van esasan ji bo guhertina zîhniyet, nasandina dîrok, fikrên Rêber Apo û şoreşê xebatan bi pêşdixîne. Perwerdehiya wê di asta 1’yemîn, 2’yemîn û 3’yemîn de heye.”

“Li ser asta yekemîn kesên ku qet perwerde nedîtine, heya mehekê her perwerdê dibînin, lê dewreyên vekirî. Di asta duyemîn de perwerde 45 rojan girtî dewam dike, ew jî li ser esasê hîn zêdetir kesayeta xwe kûrkirin û asta xwe ya rêvebirinê bi pêşxistin. Di asta sêyemîn de jî perwerde sê mehan dewam dike, ser sîstema KCK’ê perwerde tê dîtin, ew jî kadroyên sîstema KCK’ê ya projeya Netewa Demoqratîk pêşxistin dide ava kirin. Li qada Firatê navenda Şehîd Hogir heye. Akademiya Civaka Demokratîk her kesên tevlî Rêveberiya Xweser dibin perwerde dike. Ji aliyê din ve jî li ser naskirina civakê ya dîrok û şoreşa xwe, çawa di bin pençên qirkirinê re derbas bûne û çawa xwe li hember wê bi rêxistin kirine, dixebite. Akademiya ku bi keda şehîdan hatiye avakirin, piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dike û li ser van esasan xebatên xwe dimeşîne.”

‘Pêwîste ji 7 heya 70’ê salî cihê xwe di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de bibîne’

Avaşîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku li gel perwerdeyan komxebat, xebatên pirtûk û broşurê jî dikin. Avaşîn, bal kişand ser girîngiya kurdî û diyar kir ku perwerdeya ziman jî tê dayîn. Avaşîn got, “Em tenê bi perwerdeyê sînordar namînin, li ser mijarên civakî komxebatan dikin. Mînak komxebat me yên li ser Şerê Gel ê Şoreşgerî hene. Ji bo ku di nava civakê de asta Şerê Gelê Şoreşger were naskirin û bilind kirin. Ji ber ku Rêber Apo jî dibêje ‘Pêwîste ji 7 heya 70’ê salî cihê xwe di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de bibîne’. Komxebat ne tenê li ser Şerê Gelê Şoreşgerî, di heman demê de li ser her mijarê ku pêwîstî pê tê dîtin pêk tên. Niha me dewreya perwerdeya kurdî vekiriye. Demeke dirêje em ji bo zimanê Kurdî têdikoşin û ji bo zimanê Kurdî di Rêveberiya Xweser de derkeve asta jor em vê xebatê dimeşînin.”

“Em endamên xwe yên ku li vir hatine perwerdekirin dişopînin, çiqas di hişmendiyê de pêş ketine. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civakan em civîn li dar dixin, 2 salan carekê konferansên me hene, salane civînên me, civînên komîsyonên me hene.”

“Niha gel bi dildarî beşdarî perwerdeyê dibin. Ji xwe akademî cihekî bi zanist û zanebûne, tevlîbûna gel jî niha li ser vê bingehê bi pêş dikeve.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Nefesa faşîzmê

Nivîsa Pêş

HPG: 22 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: 22 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

HPG: 22 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

HPG’ê Nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê Nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir

Manşet

  • Bi Pêşengiya TekoJINê Li Berlînê Çalakiyek Hat Lidarxistin
  • Belavkirina Belavokan Li Cenevreyê Beriya Meşa Dirêj a 7ê Sibatê
  • Meşa Mezin a Ji Bo Rojava Li Hamburgê
  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG: ‘Heke ku teknîka we yê şapînozî hebe, ê me jî mertala me ya muthîş heye!’HPG: ‘Sizin uyduruk teknolojiniz varsa, bizim de mükemmel kalkanlarımız var'[:de]HPG: „Wenn ihr eure billige Technologie habt, haben wir unsere ausgezeichneten Schutzschilder“

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG: ”Em li hember hewldana dagirkeriya ya tu hêzekî û pêkanînên faşîzan bêdeng nemînin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jiyan Reşît: Rêbertiya me artêşa jinê afirand ku tevahiya civakê ber bi azadiyê ve bibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16’Ê SIBATA 2023’YAN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekitîya Jinên Ciwan ya herema Fîratê nameyên tabura nemiran xwend

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.