Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Huqûq

Edîtor: Nucan Serdoz
15/06/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Huqûq
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….

Tevî hemû têkiliya huqûqê ya bi heq û dadê re fonksiyona wê ya bingehîn ew e, desthilatdariya dewletê bêhtir xurt bike û her biçe qada civakî tengtir bike. Propagandaya huqûqê gelekî tê kirin, lê fonksiyona wê ji ber vê sedemê baş nayê zelalkirin. Piştî li şûna exlaq huqûq hate danîn, derfet û îmkanên civakê yên pê karibe jiyanê bipîvan domdar bike, bergiriya xwe bike û xwe xwedî bike ji dest tên standin, ji polîtîka û xwerêvebirinê tê mehrûmkirin, bi îdare û huqûqa desthilatdarî û dewletê ya ji jor ve bi awayekî yekalî hatiye amadekirin dor lê tê girtin û li mêtinkarî û zordestiya çînî tê vekirin. Ji ber vê sedemê, têgîna huqûqê jî bi kêmanî bi qasî têgîna desthilatdarî û dewletê şîlo ye, li berevajîkirinê vekiriye û qadek e ku lê mejiyê mirov bi hêsanî tê tevlîhevkirin. Eger di civakekê de huqûq bi pêş ketibe ev yek bêparmayîna civakê ya ji exlaqê îfade dike û ev yek nîşan dide ku di wê civakê de şerekî pêşketî yê çînî ango mêtinkarî û zordestî heye. Birêkûpêkirinên huqûqî yên bidetay û hûrşaxî weke ku gelek caran tê gotin ji bo temsîla hêza heq û dadê nîne, berevajî ev yek berjewendiyên yekdestdariyên mêtinkarî û zordestiyê yên bi awayekî sîstematîk hatine şîfrekirin nîşan didin. Nexasim di sîstematîka mêtinkariya kapîtalîst de huqûq derketiye asteke gelekî bilind û ev jî ji xwesteka kara zêde ya sînornenas a sîstemê ye.

Em dema ji aliyê dîrokî ve li têgîna heqiyê bikolin, em ê yekdestdariya desthilatdariyê ya xwe weke qralên xwedê îlankirî bibînin. Li vir têgîna heq hem çalakiya îradî ya yekalî ya monark û milkdariya wî, hem jî xwedatiya wî îfade dike. Têgîna Heq bi ya Xwedê û Ellah re wekhev tê kirin û li gorî wan tê lihevanîn, ev jî vê rastiya em behsa wê dikin îfade dike.

Ji aliyekî din ve, mirov dikare huqûqê weke exlaqê yekdestdariyên mêtinkarî û desthilatdariyê jî binirxîne. Exlaqê ji rêûresmê zêdetir li wî cihê ji ber qada mirov jê re dikare bibêje civak mayî dewam dike, huqûq jî her diçe qadê li civakê teng dike û ji bo desthilatdariya dewletê vediguherîne qada çalakiyên bi rêzik û pîvan.

Di modernîteya kapîtalîst de bi çavên seriyan jî nikarî exlaqê bibîne, hema bêje tevahiya qadan, hewa û av jî bûne mijara huqûqê û ev jî têgîna huqûqê bêhtir berbiçav û zelal dike. Hukumraniyên şaristaniyên berê desteserkariya wan a civakî gelekî tê rexnekirin û ya rastî ev desteserkariya wan ewqas jî ne mezin bû û wexta mirov wan bi desteserkariya modernîteya kapîtalîst a bi huqûqê hatiye rewakirin bide ber hev, desteserkariya modernîteya kapîtalîst di asteke sînornenas de ye.

Di civaknasiyê de her diçe huqûqê derdixin rêzên jor, ji ber ku pêdiviya wan pê heye bi navê heq neheqiyê, bi navê rastiya civakî derewê û bi navê jiyana bipîvan jiyana zincîrkirî, veşêrin. Ji ber vê sedemê, huqûq navgîna bingehîn a rewakirina modernîteya kapîtalîst e. Çawa ku di diyardeya desthilatdariyê de jî hat dîtin, di qada huqûqê de jî ya girîng ew e, her çiqas hatibe huqûqîkirin jî divê mirov karibe aliyê exlaqî bibîne û hewl bide pê aloziyê çareser bike û bi sînor be jî divê mirov zanibe bi exlaqê dawerivandine nava huqûqê civakê biparêze; çawa ku erka rêveberiya civakî ya dawerivandî nava desthilatdariyê divê mirov paşve bigire, divê mirov ji bo parastin û domdarkirina civakê ji exlaqê dawerivandî nava huqûqê dest nekişîne.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 15’Ê PÛŞPERA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

ji Pênûsa Gerîla: Jiyan bi Serokatî re jiyane

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ji Pênûsa Gerîla: Jiyan bi Serokatî re jiyane

ji Pênûsa Gerîla: Jiyan bi Serokatî re jiyane

Her ku dewleta Tirk êriş dike divê Kurd bibin yek

Her ku dewleta Tirk êriş dike divê Kurd bibin yek

Manşet

  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.