Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

DFG û MKGP: Deshtilatdarî ji rastiyan ditirse

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGKP) nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamegerdan da û got “Wê ev zextên wan bi ser nekeve, em ê bibin dengê heqîqetê.”

Edîtor: Nucan Serdoz
14/06/2022 - 14:02
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
DFG û MKGP: Deshtilatdarî ji rastiyan ditirse
ParvekeTweet

AMED – Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGKP), ji bo 20 jê rojnameger 22 kesên ku polisan bi ser malên wan û cihê karê wan de girtibûn û ew destgîr kiribûn li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li ber derê avahiya JINNEWS’ê ku polisan bi ser wê de jî girtibû daxuyanî dan. HDP, DBP, OHD, MEBYA-DER, TÛAY-DER, MED-DER, TJA, ÎHD, Platforma Ked û Demokrasiyê jî piştgirî dan daxuyaniyê û gelek nûnerên wan û rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên rojnamegerên hatine destgîrkirin û nivîsa “Hûn ê nikaribin bêdeng bikin” li ser nivîsandî hat vekirin.

Daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hat dayîn. Daxuyaniya Kurdî Berdevka MGKP’ê Roza Metîna û daxuyaniya Tirkî jî edîtora JINNEWS’ê Berîtan Canozer xwendin.

Daxuyaniya Kurdî ya ku ji aliyê Metîna ve hat xwendin wiha ye:

“Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi polîtîkayên şer ên li hundir û derve re welat ber bi kortalekê ve dibe, ev demekî dirêj e hewl dide her aliyên civakê bi çoyê darazê bêdeng bike, biçewisîne û bitirsîne. Aliyên ku li dijî şer, tundî û zextan li ber xwe didin, dike hedef. Rojnamegerên dibin dengê kesên li dijî şer, zext û tundiyê, dibin dengê aştîxwaz û azadîxwazan û polîtîkayên desthilatdariyê teşhîr dikin, bi van zextan re rû bi rû dimînin.

Herî dawî di 8’ê Hezîranê de bi ser saziyên hempîşeyên me lê dixebitin de girtin. Di serdegirtinan de 20 jê rojnameger 22 kes hatin destgîrkirin. Hevalên me yên rojnameger ev 7 roj in li midûriyeta emniyetê tên ragirtin û hêj jî em nizanin bê ka bi çi tên sûcdarkirin. Lê belê li gorî agahiyên emniyetê par ve kirine, hempîşeyên me tenê ji ber kar û barên xwe yên rojnamegeriyê niha jî destgîrkirî ne. Li gel vê yekê, produksiyonên hevalên me lê dixebitin jî bi hinceta “Lêgerîn didome” hîn di bin dorpêça polîsan de ne. Li cîhanê mînaka vê yekê tune ye. Em ji vê yekê fam dikin ku armanca bingehîn a desthilatdariyê ew e ku Çapemeniya Azad bêdeng bikin û naxwazin rojnameger bixebitin.

Wekî tê zanîn di 8’ê Hezîranê de bi ser bûroya JINNEWS’ê de jî hate girtin. JINNEWS, li dijî zimanê baviksalarî, zayendperest, milîtarîst û nîjadperest bi dirûşma ‘Em dinivîsînin bêyî ku bibêjin dê zilam çi bibêjin’ dest bi meşa xwe kir. Têkoşîna xwe li ser bingeha vê kevneşopiyê didomîne û tevî hemû zehmetiyan jî bû dengê jina azad û dê vê yekê bidomîne. Ji bo ku ‘cînayetên polîtîk’ binixûmînin û jinên azad bêdeng bikin, desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî têkoşîna jinan her roj êrişeke nû dike û alavên zextê pêş dixe. Rojnamegerên jin ên Kurd dibin hedefa êrişên piralî yên desthilatdariyê.

Di operasyona 8’ê Hezîranê de jî me dît ku deshtilatdarî ji rastiyan ditirse. Ditirse ku haya civakê ji heqîqetê hebe. Tehemûl nake ku kesek li dijî wan dengê xwe derxîne. Erê em baş pê dizanin ku faşîzm herî zêde ji dengê jinên azad ditirse. Kesên ku demekê bi hinceta ‘fîkandina bi Kurdî’ dihatin darizandin xwe birêxistin kirin û dest bi xwe îfadekirinê kirin. Çapemeniya azad ev derhiqûqiye teşhîr kirin û bi navên cuda bûn hedefa êrişan. Navê rêxistinek an jî avadaniyekê xistin pêşiya operasyonên xwe û hewl dan rastiyan berevajî bikin. Ev rewş hîn jî berdewam dike. Lê tu şik û gumanên me nîne ku armanca esasî ya van êrişan xebatên rojnamegeriyê ne.

Hêj jî gelek hempîşeyên me tên darizandin û gelek jî di girtîgehan de ne. Di hemû darizandinan de rojnamegerî weke sûc tê dîtin. Em baş dizanin bê ka armanca vê operasyona 8’ê Hezîranê jî çi ye. Lewma em careke din dubare dibêjin ku hûn çiqas hewl bidin krîmînalîze bikin jî û hûn çiqas zextê jî bikin, em ê heta dawiyê bibin dengê heqîqêt. Banga me ew e ku hemû hevalên me di zûtirin demê de bên berdan.”

Daxuyanî bi berzkirina dûrişmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ferdên Malbata Şenyaşar li ser gorên xwe hatin bi bîranîn

Nivîsa Pêş

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Şêniyên Reqayê dagikeriya dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên Reqayê dagikeriya dewleta Tirk şermezar kirin

Manşet

  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.