Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo salvegera pêngava 1’ê Hizêranê çalakî li darxistin – 47 dagirker hatin ceza kirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi wesîleya silavkirina salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê hin çalakî li dar xist. Di çalakiyan de 47 leşkerên Tirk hatin cezakirin û derb li 2 helîkopteran hate xistin.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/05/2022 - 17:50
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo salvegera pêngava 1’ê Hizêranê çalakî li darxistin – 47 dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Gerîlayên azadiya Kurdistanê, bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê bi wesîleya silavkirina salvegera 18’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê hin çalakiyên bi bandor li dar xistine. Di van çalakiyan de 47 dagirker hatine cezakirin, 8 dagirker birîndar bûne û derb li 2 helîkopteran hatine xistin.

Agahiyên li ser çalakiyan wisa ye:

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

Di 30’ê Gulanê de dagirkeran dema ku xwestin Qada Berxwedanê ya Werxelê bi çek û teqemeniyan bomberdûman bikin, hêzên me bi çekên giran li wan dan. Di mudaxeleya hêzên me de dagirker qedemeyekê vekişiyan.

LI HERÊMA ZAPÊ

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş de,

Di 29’ê Gulanê de saet di navbera 09.00 û 10.00’an de dema ku helîkopteran xwestin leşkeran deynin qada Şehîd Leşker a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, ji du aliyan ve bûne hedefa hêzên me. Her du helîkopteran derbên giran xwarin û bêyî ku leşkeran daynin qadê, neçar man ji qadê vekişin.

Di 29’ê Gulanê saet di 14.00’an de hêzên me yên YJA Starê bi taktîka sûîkastê li dagirkerên li dora Girê Şehîd Nalîn a Qada Berxwedanê ya Girê FM dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

Di 30’ê Gulanê de dagirkeran dema ku xwestin ber bi Geliyê Şehîd Savûşka Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî biçin, bûn hedefa hêzên me. Piştî mudaxeleyê dagirker ketine panîkê û li qadê belav bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de;

Di 29’ê Gulanê di destê sibehê de serbazên artêşa Tirk a dagirker xwestine komeke dagirkeran bişîne ser çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a girêdayî Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn. Hêzên me dîtine ku leşkerên dagirker nexwestine bi pêş ve biçin û bi serbazaran re nîqaş kirin. Serbazên dagirker piştre komeke 4 kesî şandine ser çeperên şer. Ev dagirker dema li dora çeperên şer bûne, hêzên me ew xistine bin kontrolê û bi sabotajê li wan dane. Di dema teqînê de 2 dagirker ji ketine newalê. Her du dagirkerên din jî ji aliyê hêzên me bi bombeyên destan û çekan hatine cezakirin. Hêzên me çûne ser cenazeyan û cenaze xistine bin kontrola xwe. Di vê çalakiyê de bi giştî 4 dagirker hatine cezakirin, alavên leşkerî û çekên dagirkeran jî hatiye îmhakirin. Cenazeyê 2 dagirkeran di bin kontrola hêzên me de ye. Êvarî dema ku dagirkeran xwestine dîsa tevbigerin, hêzên me li wan dane û dagirker nekarîne bi pêş ve werin.

Di 29’ê Gulanê de dagirkerên ku xwestine ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê ve werin, hêzên me yên YJA Starê dagirker xistine bin kontrola xwe û 10 caran bi sabotajê li dagirkeran dane.  Di van çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de hatiye zelalkirin herî kêm 6 dagirker hatine cezakirin.

Di heman rojê de saet di 07.30 û 07.40’an de hêzên me du caran bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkerên li dora çeperên şer dane. Di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye. Saet di 08.20’an de dagirkerên ku xwestine ber bi çeperên şer ve werin, hêzên me ew xistine bin kontrolê û ji aliyan ve li dagirkeran dane. Li vê derê 4 dagirker hatine cezakirin. Saet di 09.40 û 10.30’an de jî dagirkerên ku li dora çeperên şer kom bûne, hêzên me ve bi bombeyên destan û çekên ferdî ji nêz ve li dagirkeran dane û 4 dagirkerên din hatine cezakirin.

Leşkerên Tirk ên dagirker saet di 15.00’an de xwestine bi teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin. Di encama mudaxeleya hêzên me de, dagirker qedemeyekê vekişiyane. Saet di 19.00’an de dagirkeran dîsa hewl dane bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin. Hêzên me yên YJA-Starê berê bi sabotajê û piştre jî bi çekên ferdî li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin, dagirkeran teqemeniya ku anîbûn jî li dû xwe hiştin û reviyan.

Di heman rojê de saet di 08.50 û 19.05’an de dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê 10 caran bi sûîkastê bûne hedef. Di encama van çalakiyan de 6 dagirker hatine cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn.

Di encama van çalakiyên li Qada Berxwedanê ya Karker de yên ku bi pêşengiya hêzên me yên YJA-Starê hate kirin, bi giştî 25 dagirker hatine cezakirin û 5 dagirker jî birîndar bûne.

Di 29’ê Gulanê de dagirkeran dema  ku xwestin li dora çeperên şer ên Girê Cehennem a Qada Berxwedanê ya Çiyareş bi cih bibin, hêzên me bi çekên ferdî û bombeyên destan li wan dan. Piştî mudaxeleya hêzên me dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Di 29’ê Gulanê de saet di navbera 07.00 û 08.00’an de dagirkeran dema ku xwestin bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên Girê Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bidin, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di 30’ê Gulanê de saet di navbera 04.50 û 06.15’an de hêzên me yên YJA-Starê bi sûîkastê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê dane. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin.

LI HERÊMA METÎNAYÊ;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de,

29’ê Gulanê saet di 11:00 de li dijî dagirkerên di navbera qadên Girê Şehîd Zemanî û Şehîd Akîf ên li herêma berxwedanê ya Girê Hakkarî di nava liv û tevgerê de bûn, hêzên me bi çekên ferdî çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

29’ê Gulanê saet di 13:00 de li qada berxwedanê ya Girê Hakkarî li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Zemanî hêzên me ji du baskan ve çalakî kirin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

29’ê Gulanê li qada berxwedanê ya Girê Hakkarî dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên li Girê Şehîd Zemanî bi pêş ve biçin, hêzên me ew şopandin û xistin bin kontrolê. Saet di 17.30’î de tîmên me yên nîvtevgerî ji du baskan ve bi bombeyên destan û çekên ferdî ji nêz ve li dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiya bi bandor de 11 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Saet di 19:30’î de dagirkerên xwestin bi pêş ve biçin, careke din ji du baskan ve bûn hedefa hêzên me. Dagirkerên ku derba giran xwarin neçar man bi astekê xwe vekişînin. Cenazeyên dagirkerên hatinc ezakirin heta nîvê şevê li qada di bin kontrola hêzên me de man.

GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Di dema vê çalakiya bi bandor de ku hêzên me bi ruhê êrişê yê milîtanî û Apoyî pêk anîn, hevrêyê me Siyabend ê li refên herî pêş bû û derba destpêkê li dagirkeran xist, çû ser cenazeyên 9 dagirkeran, tevlî karwanê lehengên nemir bû. Hevrêyê me Siyabend ji bo serxistina vê çalakiyê kedeke mezin da, pêşengî kir. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me Siyabend wê piştre bi raya giştî re bêne parvekirin.

ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ Û TEQEMENIYAN

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kir;

29’ê Gulanê li qadên Şikefta Birîndara, Girê Şehîd Berxwedan û Girê Cehennemê yên herêma Zapê, li qada Werxelê ya herêma Avaşînê 27 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombardûman hate kirin.

ÊRIŞÊN BI HELÎKOPTER, BALAFIR Û OBUSAN

Êrişên artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer kir;

29’ê Gulanê li herêma Zapê qadên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediye, Şikefta Birîndara, Karker, Çiyareş, Girê Cehennem, Şehîd Şahîn, Girê Rûbar, Saca, Çemço û Rênçbir Axa bi helîkopterên êrişê û ji qereqolên li ser sînor bi obusan bi sedan carî û 43 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.

29’ê Gulanê li herêma Metînayê qadên Girê Ortê, Girê Şehîd Zemanî, Girê Şehîd Merwan û Kanî Botkê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

29’ê Gulanê li herêma Avaşînê qada berxwedanê ya Werxelê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

29’ê Gulanê derdora gundê Şikeftiyan ê herêma Garê bi balafirên şer hate bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê: Emê bi rihê Mazlûman dagirkeriyê têk bibin

Nivîsa Pêş

Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne‘ hat dayîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne‘ hat dayîn

Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne‘ hat dayîn

Li ser rêya gundê Sêgirka yê rojhilatê Qamişlo erebeyek hate hedefgirtin

Li ser rêya gundê Sêgirka yê rojhilatê Qamişlo erebeyek hate hedefgirtin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.