Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya şehîd Gulaber Sîwerek eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku gerîla Dilber Kanat bi nasnav Gulaber Sîwerek li herêma Garê, dema ku bi erka xwe radibû, ji be berf û bahozê şehîd bû.

Edîtor: Nucan Serdoz
23/05/2022 - 11:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya şehîd Gulaber Sîwerek eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Hevrêya me Gulaber Sîwerek li herêma Garê di 17’ê Çileya 2022’an de dema ku bi erka xwe radibû ji ber berfa zêde û bahozê şehîd bû. hevrêya me Gulaber ku dilxwaza xak û cografya Kurdistanê bû, ji bo me êşeke giran e ku di encama bûyereke xwezayî de şehîd bû. Em ê dilsozê bîranîna hevrêya xwe Gulaber bin û soza xwe dubare dikin ku hesreta wê Kurdistana azad teqez pêk bînin.”

Der barê agahiyên li ser nasnameya gerîlaya şehîd bûye wiha hate gotin:

Nasnav: Gulaber Sîwerek
Nav paşnav: Dilber Kanat
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Kûdret-Abdulkadîr
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Çileya 2022 / Garê

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Hevrêya me Gulaber ji malbateke welatparêz a ji Sêwerekê li Mersînê ji dayik bû. Hevrêya me Gulaber ku xizma ji kadroyên milîtan ên pêşeng ên partiya me PKK’ê Cûma Tak bû, gelek qîmet dida vê têkiliya malbatî. Her tim bi giraniya xizmbûna şoreşgerekî mîna Cûma Tak tevgeriya ku Cûma Tak di salên destpêkê yên partiya me de bi ked û wêrekiya xwe nîşaneya milîtanekî mezin bû. Ji ber vê yekê jiyaneke ji rêzê ti carî qebûl nekir. Tevî ku di nava sîstema dewleta Tirk a mêtinger de heta zanîngehê bi rengekî serketî xwend jî ti carî ji nasname û çanda xwe tawîz neda. Hevrêya me Gulaber zaravayê Dimilkî yê Kurdî gelekî baş zanî bû û ji bo xwedîderketina li vî zaravayî gelekî têkoşiya, lewma jî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin sekneke berxwedêr nîşan da. Partiya me ku ji zarokatiyê ve nas kir, piştî ku li zanîngehê dest bi xwendinê kir, hîn bêhtir nas kir û mîna her ciwaneke/î Kurd ên bi rûmet wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi cih anî û tevlî karên şoreşê bû. Di nava vî karî de rastiya Rêber Apo û îdeolojiya Apoyî nas kir, analızên Rêbertî yên li ser azadiya jinê gelekî bandor lê kir. Derdora xwe, civaka li nav bû di çarçoveya perspektîfên Rêbertî de nirxand, rola ku sîstem li jinan ferz dike bi rengekî şênber dît. Jiyana kevneşop û paşverû ya li jinan rewa dikin red kir, weke jinekê hewl da li ser lingên xwe bisekine û di vir de jî serketî bû. Lê belê fêhm kir ku pirsgirêka azadiyê ya xwe û tevahiya jinan, tenê bi lêgerîna şexsî ya azadiyê çareser nabe, tenê bi têkoşîneke civakî azadiya rasteqîn dikare pêk were. Baweriya xwe bi wê anî ku têkoşîna herî rast li çiyayên Kurdistanê li nava refên gerîla dibe û sala 2015’an tevî 2 birayên xwe beşdarî nava refên têkoşînê bû.

Hevrêya me Gulaber piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi jiyana li çiyê re bêhtir bi welatê me Kurdistanê ve hate girêdan. Xwegihandina xak û xwezayê weke vegera li cewhera xwe pênase kir, her kêlî jî bi kûrbûna li ser ‘xwebûnê’ derbas kir. Hevrêya me Gulaber bi kesayetiay xwe ya kedkar zû hînî jiyana gerîla bû û tevlî gelek karên cuda bû, hewl da her karî jî bi rengekî serketî bi cih bîne. Ji perwerdeyê, ji karên meşandî ders wergirt, tempoya xwe ya tevlîbûnê her roj xurtir kir. Di nava jiyana gerîla de her roj tiştên nû hîn bû, hewl da ya ku hîn bû jî bi cih bîne. Hevrêya me Gulaber timî xwe li ser xeta Rêbertî û şehîdan lêpirsîn kir, pîvanên xwe li gorî vê diyar kir. Di vê çarçoveyê de hewl da Rêbertî baştir fêhm bike, rastiya şehîdan bêhtir bipejirîne. Ji bo vê jî li Akademiya Şehîd Bêrîtan ku akademiya jin a azad a leşkerî ye, perwerde wergirt, li vê derê xwe û civaka ji nav hatî bêhtir analîz kir. Bi encamên jê wergirtî, bû milîtaneke jin a Apoyî û bi vê taybetmendiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re. Li dijî nêzîkatiyên li derveyî xetê sekneke tund nîşan da, ji bo îdeolojiya Rêbertî li her kêliya jiyana xwe serwer bike têkoşiya. Ne tenê ji aliyê îdeolojîk ve her wiha ji aliyê gerîlatiya modernîteya demokratîk ve bû fermandarek şareza û ji bo paşerojê bû hêvî. Ji ber şehadeta wê ya bêwext, em hevrêyên wê gelekî êşiyan, xemgîn bûn.

Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Gulaber, sersaxiyê ji tevahiya xelkê welatparêz ê Sêwerekê û gelê Kurdistanê re dixwazin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêber Apo: Berxwedanî taybetiya herî bingehîn a PKK’ê ye

Nivîsa Pêş

Cenazeya şehîd Mihemed Zekî Çelebî ber bi Wanê ve tê şandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Cenazeya şehîd Mihemed Zekî Çelebî ber bi Wanê ve tê şandin

Cenazeya şehîd Mihemed Zekî Çelebî ber bi Wanê ve tê şandin

Ji 48 kesên ku duh di nava xwepêşandanê de hatibûn girtin, 31 jê hatin berdan

Ji 48 kesên ku duh di nava xwepêşandanê de hatibûn girtin, 31 jê hatin berdan

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.