Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kerên kor jî dibînin, kerên kor jî fêm dikin!

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
23/04/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Kerên kor jî dibînin, kerên kor jî fêm dikin!
ParvekeTweet

HABER MERKEZİ – 

Zekî Erden Nivîsand
Hevokên kerên kor jî dibînin, kerên kor jî fêm dikin hema bibêjin di heman wateyê de ne. Di heman wateyê de tên gotin lê dîsa jî mirov dikare bibêje cudahiyeke wan a bi qasî bînahiya çavan û bi qasî famberiya hişê mirov heye. Rengê dengê herdu hevokan jî hê li ber guhên min in. Herdu hevok ji serdema zarokatiya min heta îro di tûrikê min de mane. Balkêş e, gotinên kerên kor jî dibînin, kerên kor jî fêm dikin ji wê heytehola ciwaniyê heta îro ji bîra min neçûne. Lê êdî em van gotinan wekî berê di jiyana civakî de nabihîzin yan jî kêm caran tên guhên me. Dibe li ser meseleyê gelek kes û kûs nêrînên xwe bibêjin û heta rika xwe li herdu peyvan jî bidin, ev jî mafê wan e lê em bi xwe ne rikoyî ne ku rik û mika xwe li bînahî û fahma peyvan bidin.

Peyva kerên kor jî dibînin ji bo rastiya riprast a li hola holê tê gotin. Yanî meseleya mijara gotinê bi tena serê xwe ne li ber çava ye, ewqas zelal û di çavan de ye, êdî kerên kor jî dibînin. Îcar peyva Kerên kor jî fêm dikin; bi kurt û kurdî tê wateya lige ker hem ker in û hem jî kor in, lê dîsa jî meseleyê fêm dikin, gelo çima ên ne ker in meseleyê fêm nakin? Li vê meseleyê ya em dil û mejiyê xwe jê re vekin; mirov bi bînahiya çavên ser û dilê xwe meseleyan dibîne; bi fikra ser û mejiyê xwe jî meseleyan fêm dike. Dîroka civakên xwezan û xwenas, bi hevahengî û lihevhatina hebûna mirovên kamil bi aramiya wan a bi jiyanê re pêkhatiye. Ev hêz, hêza bînahî û lêserwextbûnê ya exlaqî û civakî ye.

Pirs ev e, her çi dema ku hikûmeta mala Barzaniyan bi MÎT’ê re rûdinin û radibin pêdiviyê pê dibînin ku bibêjin têkiliyên me ên bi Tirkiyeyê re li ser esl û esasê aborî, bazirganî û her wekî dinin û bi rêkeftineke têrbaş bi encam dibin. Heke wiha be gelo çima MÎT di hemû têkiliyên aborî û bazirganî de û her wiha çima di hemû hevdîtinan de cih digire? Jixwe ev cure têkilî bi serê xwe pirsgirêk e, lê ev li aliyekî, li hêla din gelo heta niha kê dîtiye PDK’ê piştî hevdîtineke xwe ya bi Erdogan an jî bi MÎT’ê re wekî hevdîtineke li dijî PKK’ê pênase kiriye, gelo bi rastî jî ji bo hevdîtineke xwe dikare rasterast bibêje ji bo em PKK’ê tunebikin me li hev kir. A rast divê vê yekê bibêje û bi aşkera jî biparêze. Jixw di pratîkê de ji dewleta tirk a dagirker zêdetir êrîşî kurdên azad dike, wê demê divê li pratika xwe jî xwedî derbikeve. Me mînaka vê yekê ya herî sosret li Şengalê dît, Şengal firot lê got min rizgar kiriye. Mirov naxwaze behsa bi sedan mînakên bi vî rengî bike.

Di van 10-20 salên dawî de AKP û PDK di fikr û pratîkê de hema bibêjin di her meseleyê de bi hev re rûniştin, rabûn, xwarin, vexwarin û meşiyan. Ji bo ku li erdê nekevin di her warî de xwe bi hevdû girtine. Berê danûstandinên xwe veşarî dikirin, lê niha aşkera û li ber çavan dikin, tenê ji bo dek û dolabên wan ên leşkerî û hedefên wan ên polîtîk deşifre nebin bi baldarî tevdigerin û hê jî wiha dikin. Timûtim bêhnên pîs ji seyr û seferên di navbera PDK’ê û daîreya şerê taybet a tirk difûriyan. Niha jî bêhna genî û siftoyî ji seyr û seferên wan tên. Êdî kerên kor jî rastiya PDK’ê dibînin û fêm dikin. Ên naxwazin bibînin û fêm bikin ew jî wekî PDK’ê ne.

PDK Provokatoriya dewleta korsan a tirk dike, mixabin ketiye rewşeke wiha. Heta di rewşa heyî de têkiliyên PDK’ê û dewleta tirk dişibin têkiliyên Alayên Hemîdiyan, di zimanê îro de ji vê rewşê re cerdevanî tê gotin. Berdevkiya dewleta tirk tenê PDK’ê li dijî PKK, Şengal, Rojava û kurdên azadîxwaz bikar tîne. Wekî nimûne; em têkiliyeke wan a ji bo mafên kurdan nabînin, PDK bi xwe jî nikare bibêje têkiliyên wan ên bi MÎT’a tirk re ji bo berjewendiyên kurdan in û nikare van têkiliyan biparêze jî. Têkiliyên PDK’ê yên bi MÎT’ê re têkiliyên li dijî berjewendiyên kurdan in. Mirov dikare bibêje bi têkiliyên xwe yên kirêt rê li ber qirkirina hemû kurdan vedike. Mala Barzanî bi van têkiliyên xwe dagirkerên Kurdistanê motîve dike û keyfa wan li qirkirina kurdan xweş û geş dike.

PDK û daîreya şerê taybet a tirk her kêliyê di bin hilm û gûlma Erdogan de li dijî PKK’ê û kurdên azadîxwaz çi bi veşarî, çi jî bi aşkera dicivin û planên tunekirinê saz dikin. Wisa xuyaye cerdevanên PDK’ê yên siyasî, dîplomatîk, aborî, çandî, çapemenî, îstîxbarî û leşkerî tev li eniya şerê li dijî Tevgera Azadiyê hatine bi cih kirin. Dixwazin bi êrîşa dagirkeriyê ya vê dawiyê derba herî dawî li PKK’ê bidin û hêviya azadiyê bişkînin. Hemû liv û tevger û êrîşên cerdevanên PDK’ê tev di çarçoveya plana tasfiyekirina PKK’ê de dibin. Vê rastiyê vedişêrin lê êdî kerên kor jî dibînin, kerên kor jî fêm dikin. Lê tenê dîtin û fêmkirin ne bes e, sekn û helwesta şoreşgerî, yekitiya demokratik a neteweya kurd û yekbûna li dijî mala barzanî êdî peywirên dîrokî ne.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 23’Ê NÎSANA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Ji bo bîranîna Şehîd Zozan Kobanê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji bo bîranîna Şehîd Zozan Kobanê

Ji bo bîranîna Şehîd Zozan Kobanê

TAYBET – Dîrok ji nû ve tê nivîsandin – Berxwedana Werxelê

TAYBET - Dîrok ji nû ve tê nivîsandin - Berxwedana Werxelê

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.