Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Ev şer ji bo gelê Kurd şerê hebûn û azadiyê ye

"Her kes divê li her derê li dijî qirkirinê bêyî dudilî, bi heman ruhî tevlî berxwedana gerîla bibin û mezin bikin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/04/2022 - 11:56
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PAJK: “Divê zêdetir vê îradeyê neceribînin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku êrişên nû yên dewleta Tirk ku 17’ê Nîsanê da destpêkirin “konsepteke tasfiyeyê ya berfireh e” û got, “Ev şer ji bo gelê Kurd şerê hebûn û azadiyê ye.”

Daxuyaniya PAJK’ê wiha ye:

“Di pêvajoyekê de ku şerê cîhanê yê sêyemîn berfireh bûye, li ser Kurdistanê bazarên qirêj û hesabên berjewendiyan têne kirin. Mîna sedsala derbasbûyî di vê demê de jî dixwazin Kurdan û nirxên wan tasfiye bikin. Li şûna Kurdîtiya li ser bingeha xwerêveberiyê, Kurdîtiyeke ku xiyanetê li nirx û xaka xwe bike û xizmetê ji dijmin re bike li gelên herêmê û jinan tê ferzkirin û bi vî rengî dixwazin ku di vê sedsalê de jî zext û zordariya qirkirinê li gelê me fer bikin û bêstatu bihêlin. Bi destûra hêzên hegemon û bi xiyaneta PDK’ê re êrişên topyekûn ên zîhniyeta faşîst a AKP-MHP’ê bi vê armancê têne kirin. Ev êriş konsepteke berfireh a tasfiyekirinê ye ku hêzên navneteweyî, herêmî û Kurdên noker jî di nav de ne.

Êrişên faşîzma dewleta Tirk ku bi piştgiriya yekser a hêzên navneteweyî têne kirin, bi wê armancê ne ku nehêlin şoreşa me ya azadiyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe û bandorê li tevahiya cîhanê bike, dixwazin bifetisînin. Bi vî rengî dixwazin ku siyaseta qirkirin û tunekirinê ya sed sal in li gelê me ferz dikin bi ser bixînin.

Kurd bi sedan salan bi destê hêzên hegemon bêstatu hatin hiştin, Kurdistan hate dagirkirin û talankirin. Îro jî êrişên qirker ên dewleta Tirk a faşîst ku dijminê Kurdan e, bi piştgiriya heman hêzan têne kirin. Êrişên dagirkeriyê yên li çar parçeyên Kurdistanê, li Mexmûr û Şengalê di 17’ê Nîsanê de bi tevlîbûna PDK’ê bi hemwextî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengalê û Rojavayê Kurdistanê destpê kir, vê rastiyê nîşan dide.

Êrişên qirker ên faşîzma dewleta Tirk ne tenê li dijî tevgera azadiyê û gerîlayên wê ne. Şerekî welê ye ku li dijî wan Kurdan hemûyan têne kirin ku bi rengekî azad difikirin û teslîmiyetê qebûl nakin. Lewma li dijî faşîzma dewleta Tirk, li dijî xiyaneta PDK’ê û li hemberî bazariyên qirêj ên hêzên hegemon, divê Kurd hemû û jin li her qada lê ne tevlî berxwedana bi pêşengiya gerîlayên azadiyê bibin, vê yekê ji bo xwe weke wezîfeya bingehîn a welatparêziyê bibînin û têkoşînê geş bikin.

Têkoşîna me ya azadiyê bi qasî ji gelê Kurd re her wiha ji bo jinan, gelên herêmê û cîhanê nirxên mezin ên azadiyê afirandiye. Niha tê xwestin ku ev nirx bêne tasfiyekirin. Li dijî Rêber Apo ku temsîla van nirxan hemûyan e tecrîdeke giran tê ferzkirin, komkujî li girtiyên azadiyê tê ferzkirin, bi operasyonên qirkriina siyasî tê xwestin ku gelê me teslîm bigirin û êrişî nirxên me hemûyan dikin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji bo van nirxan biparêzin û bikin malê gelan bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Kurd, jin û alîgirên azadiyê hemû divê li dijî faşîzma dewleta Tirk, li dijî xiyaneta PDK’ê mil bi mil li gel berxwedana gerîla ya dîrokî tevbigerin, li dijî qirkirinê û xiyanetê bi hêza xwe, bi rûmeta xwe bi rastiya gel ê şerker û berxwedêr bersivê bidin. Wezîfeya dîrokî ya gelê Kurdistanê, jinan û alîgirên azadiyê ye ku tevlî berxwedana destanî ya ewladên leheng bibin ku di nava şert û mercên herî giran de rê nadin teslîmiyet, xiyanet û dagirkeriyê.

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li dijî dagirkerî û xiyanetê li ser xeta Bêrîtan tevahiy salê li Zendûra, Mamreşo, Girê Sor, Werxelê bi rengekî fedaî li ber xwe dan, rê nedan dijmin û ev berxwedana xwe li Zap, Metîna û Avaşînê jî dewam kirin, bi vî rengî bûn bangeke eşkere kir ku divê helwesteka Kurdên azad çawa be. Her kes divê li her derê li dijî qirkirinê bêyî dudilî, bi heman ruhî tevlî berxwedana gerîla bibin û mezin bikin.

Li gel bangên tevgera azadiyê û gelê me û nêzîkatiyên bi berpirsyarane jî, PDK’ê nirxên gelê me yên bi têkoşîneke mezin bi dest hatine xistin û xaka Kurdistanê pêşkêşî faşîzma dewleta Tirk dike. Li dijî xiyaneta PDK’ê divê gelê Kurdistanê bi temamî helwestê nîşan bide. Hembêzkirina dijminekî ku Kurdan qetil dike, Kurdistanê talan û dagir dike û nikare xwe li nirx û hebûna Kurdan rabigire, asta xiyaneta wê nîşan dide. Dibe amûr û şirîkê qirkirina Kurdan. Dîrok wê vê helwestê efû neke, her kesên ku ji xwe re dibêje Kurdim divê vê qebûl neke û efû neke.

Em gel û tevger di pêvajoyeke dîrokî de ne. Yên ku mohra xwe li pêvajoyên welê dîrokî dixin timî gel û jinên berxwedêr in. Têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê, hilweşandina dewleta Tirk a mêtinger-qirker, misogerkirina Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bi ruhê seferberiya têkoşînê dibe û niha dem dema vê yekê ye. Gelê me û jinên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat divê bêyî dereng bimînin, bi helwesta berxwedanê ya 8’ê Adarê û Newrozê tevlî vê berxwedana mezin bibin ku wê encamên xwe dîrokî be.

Li ser vê bingehê em bang li gelê me yê Başûrê Kurdistanê, tevahiya gelê me, alîgirên azadiyê, hêzên demokrasiyê, hêzên çep, sosyalîst, ekolojîst, femînîst, parêzvanên mafên mriovan dikin ku li dijî dagirkeriya faşîst a li dijî mirovahiyê, bêyî dereng bikevin helwestê nîşan bidin û derseke dîrokî bidin faşîzma dewleta Tirk û xiyanetê. Serketin wê ya gel, gerîla û jinên berxwedêr be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Antalyayê 4 kes rehîn hatin girtin

Nivîsa Pêş

Ji bo hevdîtina Rêber Apo serlêdana parêzeran

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji bo hevdîtina Rêber Apo serlêdana parêzeran

Ji bo hevdîtina Rêber Apo serlêdana parêzeran

Zarokên Agir dîsa şewitand û bal kişand: Em li her derê ne!

Zarokên Agir dîsa şewitand û bal kişand: Em li her derê ne!

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.