Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Serxwebûn bi manşeta “Bi 50’emîn Newroza Rêbertiyê re gel ber bi azadiyê ve dimeşe” ve derket

Di hejmara Adarê ya rojnameya Serxwebûnê de; nivîsên li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Newroza Serkeftina 50'î salî ya Rêbertî, qetlîamên Helebce, Gazî, Qamişlo û Kizildereyê û nameyên ku şehîdên Newrozê li pey xwe hiştinî hene.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
02/04/2022 - 10:22
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Serxwebûn bi manşeta “Bi 50’emîn Newroza Rêbertiyê re gel ber bi azadiyê ve dimeşe” ve derket
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di hejmara Adarê ya rojnameya Serxwebûnê de; nivîsên li ser 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Newroza Serkeftina 50’î salî ya Rêbertî, qetlîamên Helebce, Gazî, Qamişlo û Kizildereyê û nameyên ku şehîdên Newrozê li pey xwe hiştinî hene.

Di vê hejmarê de nirxandina Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 21’ê Adara 1998’an de ji bo xwendekarên Dibistana Navendî ya Partiyê jî cih girt. Di nirxandinê de ev tişt hatin gotin: “Newroz kulîlka ku derdikeve ronahiyê ye, sekna ji bo jiyanê ye, vebûna xwezayê ji rengîniyê re ye, dayîna xwînê ji hemû demarên jiyanê re ye. Wa ye PKK jî wiha ye, PKK partiya Newrozê ye, partiya gelê ku ber bi jiyanê ve dimeşe ye…

Dema ku Împaratoriya Asûrî hilweşiya, ne tenê Kurdan, gelê Asûrî jî di nav de azadiya hemû gelan dest pê kir. Di vê wateyê de Mezopotamya jî welatê azadî û dîrokê ye. Ji Kawayê Hesinkar heta bi Mazlûm, gelek şervanên azadiyê yên hêja hene. Ji Hallac-i Mansûran bigire heta Pîr Sultanan, heta Nesîmiyên ku li Sêwasê hat şewitandin, hemû şervanên azadiyê yên vê xakê ne.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan Newroza 2022’an nirxand. Kalkan diyar kir ku di Newroza 2022’an de ku bû qada pîrozbahiyên bi heybet, serkeftina PKK’ê ya 50’emîn garantî bû û got, “Pîrozbahiyên Newrozê bi daxwazên azadî û demokrasiyê li kolanan deng veda. Cejna Newrozê ya heyî bi awayekî vekirî nîşan dide ku em ê her roj di salvegera 50. de bi berxwedaneke wiha mezin a gel re rû bi rû bimînin û teqez em ê bi ser bikevin. Bi vê ruh, feraset û îradeya xwe em dikevin sala 50. a Newrozê, sala Rêbertî û Partiyê. Em ê sala 50’emîn bikin serkeftina herî mezin a dîroka xwe ya têkoşînê.”

Dûran Kalkan tîne ziman ku yên dixwazin çokan bidin danîn bi xwe ketin rewşekê ku çokên wan hat danîn.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk jî li ser komkujiyên Gazî, Qamişlo, Bazît, Helebce û Kizildereyê yên meha Adarê ku lekeyek reş li dîroka mirovahiyê hiştine nirxand.

HELWESTA HEVPAR Û ZANABÛNA HEVBEŞ

Di nivîsa Ekîn Nûdem a bi sernavê ” Hişmendiya ku dibêje çareserî di jinê de ye tê qîrkirin” de vê tespîtê dike, “Rêber Apo di 8’ê Adara 1998’an de îdeolojiya jinê ya yekem û yekane ku Îdeolojiya Azadiya Jinê ye îlan û pêşkêşî hemû jinan kir. Li hemberî îdeolojiya koleker a kapîtalîzmê meydan xwendinek bû. Ev îdeolojiya ku li Kurdistanê weke şoreşa jinê û modernîteya demokratîk pêk hatiye, bûye îdeolojiya ku bandorê li cîhanê dike.”

Şerda Mazlûm Gabar jî di nivîsa xwe dibêje, “Em ti jinekê nekin qurbaniya vê sîstemê. Li hemberî kîjan zîhniyet, sazî û heta kîjan kes ên jinan bindestê dikin, em siyaseteke taybet pêş bixin û têbikoşin. Bila tu carî destûr nedin ku ev zîhniyet bi dilê xwe bijî. Dema ku kolektîftiya fikrî û aqilê hevpar a jinê were afirandin, wê dewlemendiyeke pir mezin a rêbaz û şêwazên têkoşînê derkeve holê. Werin em xwe birêxistin bikin û bi xwerêxistinkirinê re hişmendiya hevpar û helwesta xwe ya hevpar pêş bixin.”

PKK, KCK, YJA STAR Û HPG CIVÎNÊN XWE YÊN SALANE LIDAR XISTIN

Dilzar Dîlok civîna salane ya Komîteya Navendî ya PKK’ê ku 13 rojan dewam kir û 27 endam beşdar bûn, dinirxîne. Dilzar Dîlok tîne ziman, “Di demekê de ku dijmin dem bi dem bîlançoyên bêbingeh ên ku hevûdu vala derdixin dide, PKK’ê bi civîna ku li dar xistiye û bi ragihandina vê civînê re îspat kiriye ku gotinên dijmin ji gotinên vala pêk tê. Bi heman awayî lidarxistina civîna KCK’ê, lidarxistina civînên YJA Star û HPG’ê û parvekirina encamên herî bingehîn bi gelê me re, li gel asta îdîayên derketine holê hem moralek mezin da gelê me û hem jî derbeyek mezin li dijmin xist.”

SEDEMA HEBÛNÊ YA AKP’Ê QIRKIRINA KURDAN E

Xebat Andok ku geşedanên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê analîz dike, diyar dike ku sedema hebûna AKP’ê qirkirina Kurdan e û hikûmet ji bo vê hatiye avakirin. Xebat Andok dibêje: “Cêvîtiya faşîst a Erdogan-Bahçelî hewl didin şerê dawî yê Rûsya û Ûkraynayê veguherînin firsendekê. Tê dîtin ku di vî warî de siyaseteke pir tund a dîplomasiyê û xapandinê dimeşînin. Li aliyê din jî bi dayîna her cure alîkariyê ji Ukraynayê re çavê xwe li NATO’yê dineqîne; li aliyê din jî bi girtina Kanalên behrê di çarçoveya Peymana Montroyê de ku ew jî çavê xwe li Rûsyayê ku ji navika xwe ve pêve hatiye girêdan, dineqîne ku NATO nikare hemû pêkanînên dixwaze li ser Rûsyayê bi cih bîne. Bi vî awayî hewl dide ku hemwext ji her du aliyên ku şer dikin birêve bibe û dixwaze ji şer sûd werbigire.”

Helîn Ûmît jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “HBDH Navenda Têkoşîna Gelan a Azadî û Demokrasiyê ye” de armanca damezrandina HBDH, mîsyona wê û pêwîste toreke têkoşînê ya çawa li dijî faşîzmê ava bike nirxand.

Nameyên ku şehîdên Newrozê nivîsandine jî di hejmara Adarê de cih digirin.

Di vê mijarê de nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser şehîdan jî cih digire.

Her wiha gotara Îskan Amed di hejmara Adarê ya rojnameya Serxwebûnê de jî cih girtiye.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK: Divê meha Remezanê ya sala 2022’an bi çanda biratiya ummetê divê tevî gelên din dahatûya azad û demokratîk pêk were

Nivîsa Pêş

Li Efrînê MÎT’a Tirk 3 welatiyên Kurd revandin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Efrînê MÎT’a Tirk 3 welatiyên Kurd revandin

Li Efrînê MÎT'a Tirk 3 welatiyên Kurd revandin

Artêşa Iraqê dev ji provakasyona bernade – Gelê Şengalê Dê destûra dîwaran nede!

Artêşa Iraqê dev ji provakasyona bernade - Gelê Şengalê Dê destûra dîwaran nede!

Manşet

  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.