Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

RAJIN şehîda çapemeniya azad Nûjiyan Erhan bi bîr anî

Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) rojnamevan Nûjiyan Erhan bi bîr anî ku 22'ê Adara 2017'an di êrişa çekdarên PDK'ê de li Şengalê şehîd bû.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
22/03/2022 - 10:59
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
RAJIN şehîda çapemeniya azad Nûjiyan Erhan bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) ji ber salvegera 5’emîn a şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Lêgerîner, rojnameger û şoreşgera dilsoz ya doza tekoşîna azadiyê û jiyana bi rûmet hevrê Nûjiyan Erhan, em di salvegera 5’emîn a şehadetê de bi hezkirin, rêz û minetdarî bibîrtînin. Di şexsê wê de tevahî jinên rojnamevan ên ku li ser bingeha; bila rastî di tariyê de nemînin têkoşiyan û bûn şopdarên heqîqetê bibîrtînin. Soza bicihanîna hêviyên wan û girêdaniya xwe ya bi xeta ragihandina azad a jinê ku bi pêşengiya Nûjiyan, Gurbet, Şervîn, Sarya, Denîz, Dilîşan û Dilovanan hate pêşxistin dubare dikin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Hevrê Nûjiyan Erhan, li dijî siyaseta qirkirin û bişavtina çandî û ziman a ku dewleta Tirk ya dagirker, li hemberî jin a Kurd û di şexsê wê de li ser gelê Kurdistanê dida meşandin derket û beşdarî nav tevgera tekoşîna azadiyê bû. Li çiyayên azad, da ser şopa hevrê Gurbet û kêlî bi kêlî jiyana xwe li ser hîmê gera li heqîqetê û azadiyê ava kir. Di dilê xwe de hêviyên jinan û mirovahiya azadîxwez hilgirt. Bi berpirsyariya pêkanîna wan hêviyan têkoşiya, weke jineke Kurd a şoreşger û rojnameger a ragihandina azad a jinê di nav têkoşîna azadiyê de rista pêşengiyê girt ser milê xwe. Bi sekneke biryardar a têkoşînê bû xwedî meşeke bêrawestan a jiyana azad.

Nasname û xeta çapemeniya azad, bi biryardarî û israra kesayetên pêşeng ên weke rojnameger Nûjiyan Erhan bi pêş ket û hate bi rêxistinkirin. Bi helwesta şoreşgerî li hemberî hemû paşverûtiyan û her cûre dezgehên çapemeniya pergala desthilatdar a mêr-dewlet pêşengên ragihandina jinê yên weke Nûjiyanan bi berxwedaneke bêhempa têkoşiyan. Îro jî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi sedan jin bi vî ruh û biryardariyê li hemberî hişmendiya mêrserwer a zayenperest, êrişên dagirkerî û faşîzmê di nav ked û têkoşîneke bêhempa de ne. Bi rêxistinkirina ragihandina azad a jinê (RAJIN) di guhertin û veguhertina civakê roleke sereke dileyîzin.

Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li ser gelê Şengalê êrişên hovane pêk anîn, hevrê Nûjiyan bi wêrektiyek mezin berê da Şengalê. Wekî rojnamevan li gel ragihandina heqîqetan êşên jinên Êzidxanê jî di dil û mêjiyê xwe de, ji kûr ve hîs kir û ji bo bibe dengê rastiyan kedeke mezin da. Hevrê Nûjiyan rastiya hatî jiyîn vegot û weke ferdeke wê civakê tevgeriya. Ev rastiya rojnameger Nûjiyan li gel jinên Êzidî şopên girêdan û heskirineke mezin da avakirin.

Di 3’ê Adara 2017’an PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk xwest careke din êrişî Şengal (Xanesorê) bike û fermana ku çeteyên DAÎŞ’ê bi sernexist dubare bike. Gelê Êzidî û şervanên wê bi helwesteke tund li hemberî vê hewldanê sekinînin û rê nedan. Rojnameger Nûjiyan bi helwesteke şoreşgerî li gel civaka Êzidî li dijî êrişên PDK’ê û kiryarên wî yê îxanetkar di eniyên herî pêş de cih girt. Ji ber vê helwesta bi rûmet ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi zanebûn hate hedefgirtin.

Li ser vê bingehê em dibêjin heta helwesta şoreşgerî û lêgerînerên jiyana nû hebin, wê ruhê Nûjiyanan bi rastiyan re bê jiyîn. Çawa ku Nûjiyan Erhan bû şopdara Gurbetan, Denîzan û bi dehan hevrêyên mîna wan, em kedkarên çapemeniya azad em ê jî li ser heman şopê bibin hevrê,  lêgerînerên Jiyana Nû û bibin heqîqeta Nûjiyanan afirandiye.

Careke din em lêgerînera jiyana azad hevrê Nûjiyan bi heskirin û minetdarî bi bîr tînin, di şexsê wê û tevahî şehîdên têkoşînê de soza şopandina rêya heqîqetê dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîneyên gerîlla yên gerîlla agirê Newrozê pêxistin: Şervanên Rêber Apo tên

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa bi çekên giran topbaran dikin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa bi çekên giran topbaran dikin

LEZGÎN - Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa bi çekên giran topbaran dikin

Gelê Amedê di Newrozê de careke din peyama berxwedanê da

Gelê Amedê di Newrozê de careke din peyama berxwedanê da

Manşet

  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.