Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Zilar Stêrk: Bi pêşengiya jinên Kurd şiyarbûna jinê derdikeve holê

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk: Spartgeha bingehîn a sêyemîn a jinên Kurd jî hebûna hêza gerîlayên jin ên li çiyayên Kurdistanê ye. Daxwaz û îradeya têkoşînê ya ku hêzên me yên gerîlayên jin afirandiye, kir ku jinên Kurd hîn bêhtir ji xwe bawer be.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
08/03/2022 - 12:53
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Zilar Stêrk: Bi pêşengiya jinên Kurd şiyarbûna jinê derdikeve holê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF’ê re axivî.

ŞERÊ MEZIN Ê KEDÊ: 8’Ê ADARÊ

Di destpêka axaftina xwe de Zilar Stêrk bal kişand ser wateya 8’ê Adarê û got, “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şerekî mezin ê kedê bû. Li gel hewldanên sîstema kapîtalîst ên ji bo astengkirinê jî girseyî bû. Xwedîderketina li vê têkoşînê, veguherîna wê bi rengî daxwaza maf, rojên dîrokî û bi watedar ên mîna 8’ê Adarê afirand.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê beriya her tiştî li linên Kurdistanî û Rojhilata Navîn, li tevahiya jinên cîhanê pîroz dikim. Jinên ku di rêya azadî û wekheviyê de canê xwe dane, di şexsê hevrê Sakîne Cansiz, Şîrîn Elemhûlî, Arîn Mîrkan û Viyan Caf de bi bîr tînim. Li hemberî bîranîna wan bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînim.”

‘LI ROJHILATA NAVÎN JINÊN KURD XWEDÎ LI 8’Ê ADARÊ DERDIKEVIN’

Zilar Stêrk destnîşan kir ku li welatên Rojhilata Navîn ya ku herî zêde niha xwedî li 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê derdikeve Tevgera Azadiyê ya Jinê ye û got, “Yên herî zêde xwedî lê derdikevin jinên Kurd e. Ji ber ku jinên Kurd, avaniyên desthilatdarî û dewletê yên qirker mêtinger ên şaristaniya kapîtalîst a bi serweriya mêr êdî baş nas dikin. Di her kêliyê de li zext, mêtingerî, zilm û tundiya van rêxistiniyan rast tên. Weke ku tê zanîn şaristaniya kapîtalîst a bi serweriya mêr xwe li ser çandeke kûr a destavêtinê ava kiriye. Lewma hem hêmanên siyasî dewletperest ên şaristaniyê hem jî hêmanên wê yên civakî, di nava lihevkirineke mezin û hevkariyê de ji bo sîstema bi serweriya mêr li ser piyan bihêle di her kêliyê de dixebitin. Hem rastiya civaka zayendîperest a ku jinên Kurd di nav de ne, hem jî polîtîkayên dewleta dijminê jinê ya rejîmên şerê taybet di her kêliyê de vê rastiyê jinûve hildiberînin.

Bi nêrîneke din, 8’ê Adarê bûyereke qirkirina jinê ye û Tevgera Azadiyê ya Jinê jî tevgera tolhildana ji qirkirin û qirkirina jinê ye. Rol û mîsyoneke bi vî rengî ya dîrokî hildaye ser milê xwe. Tevgera me xwedî rastiyeke bi vî rengî ye. Yanî tevgera me tevgereke mezin a tolhildanê ya 8’ê Adarê ye. Antî kapîtalîst e û azadîxwaziya jinê ye.

Asta jinên Kurd a xwedîderketina li 8’ê Adarê bêguman bandorê li çalakiyên li qadan jî dike. 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi taybetî li Kurdistanê bi rengekî girseyî tê pêşwazîkirin. Ya rast, di vê rojê de jinên Kurd sekna xwe ya azadiyê hîn bi girseyî radixin pêş çavan.”

Zilar Stêrk diyar kir ku li Kurdistanê çalakiyên 8’ê Adarê ne tenê di 8’ê Adarê de têne kirin û got, “Weke ku di plansaziya çalakiyên îsal ên jinên Kurdistanî de xuya kir, çalakiyan di nava meha Sibatê de dest pê kirin û wê heta Newrozê dewam bike.

‘DI BERXWEDANA ME DE RÊBER APO HÊZA DIYARKER E’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk destnîşan kir ku jinên Kurd xwedî sparteyên gelekî xurt e ku hêzê dide berxwedan û çalakiyên wan û wiha dewam kir:

“Sparteya sereke Rêber Apo ye, ku rola wî ya diyarker divê bê dîtin. Rêber Apo ji bo xwe got, ‘Ez karker û kedkarekî têkoşîna azadiya jinê me’. Bi rastî jî Rêber Apo di rêya azadiya jinê de kedeke mezin da û hîn jî dide. Yê ku jinên Kurd gihand dîroka wan a gerdûnî û di vê mijarê de bi pêş ve bir Rêber Apo ye. Kûrbûn û teşwîqa wî ya li ser rêya azadiya jinê ji bo me hemûyan bû pêşeng. Rêya me jinên Kurd her roj hinekî din ronî kir. Di şexsê her yekê ji me de rastiya civakî û zayendîperestî, her wiha şaristaniya bi serweriya mêr analîz kir.”

Zilar Stêrk ragihand, her ku tezên azadiyê û îdeolojiya rizgariya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hînbûn û ji bo bicihanîna wê têkoşîn hate meşandin, baweriya jinê ya bi xwe zêde bû, hîn bêhtir bû xwedî hêz û îrade û got, “Lewma jinên Kurd dîlgirtina Rêber Apo ya li Îmraliyê weke dîlgirtina xwe dibîne. Azadiya Rêber Apo jî weke misogeriya azadiya xwe dibîne. Ji xwe li qadên 8’ê Adarê dibêje ‘Jiyana bêyî Rêbertîn nabe’.

Sparteya bingehîn a duyemîn a jinên Kurd jî nirxên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd e. Ev hewldanên ku Rêber Apo dixwaze kesayetiya jin a azad biafirîne, di şexsê Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Gulnaz Karataş, Arîn Mîrkan, Şîrîn Elemhûlî, Viyan Caf û bi deh hezaran şopdarên wan de bersiva xwe dît. Di şexsê şehîdên şoreşê de bawerî û dilsoziya bi têkoşînê re, sparteya herî mezin a jinên Kurd a ji bo têkoşînê ye.”

Spartgeha bingehîn a sêyemîn a jinên Kurd jî hebûna hêza gerîlayên jin ên li çiyayên Kurdistanê ye. Daxwaz û îradeya têkoşînê ya ku hêzên me yên gerîlayên jin afirandiye, kir ku jinên Kurd hîn bêhtir ji xwe bawer be. Ji ber ku ji dema ku çiyayên Kurdistanê dest bi dayiktiyê ji bo hêzên gerîla yên jin re kir, tiştên ku civaka zayendîperest a bi serweriya mêr ji bo jinan digot ‘nabe’, ‘nikare bike’, eşkere bû ku hemû derew e. Lewma jî tecrûbe û danheviya çandî, civakî, îdeolojîk, siyasî û leşkerî ya ku hêzên me yên gerîlayên jin afirandiye, ji bo xwe weke pêşenga herî mezin dibîne. Ji xwe re dike mînak. Xwe ji tecrûbe û danheviya wê xwedî dike. Mîna dayikekê, xwe ji tecrûbe û danheviyên hêzên gerîla yên li çiyê xwedî dike.”

BANGA LI JINAN

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk herî dawî bi wesîleya 8’ê Adarê ev bang li jinên Kurd û tevahiya jinan kir:

“Bi navê tevgerê, biryardariya me xurt e ku stratejî û siyaseta dijminê jinê û dijminê Kurdan ên hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin. Em ê ji Îmraliyê dest pê bikin û li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê sîstema tecrîdê têk bibin û dîktatoriya mêr ê faşîst a bi serkêşiya Erdogan-Bahçelî hilweşînin. Bi saya bawerî û piştastiya jin û gelê me yê welatparêz a bi me re, di çarçoveya bendewariyên ji me, em ê vê yekê pêk bînin. Li ser vê bingehê di serî de jinên Kurd ên welatparêz em bang li jinên Tirkiyeyî, Sûriyeyî, Iraqî, Îranî û hemû jinên Rojhilata Navîn dikin; ji bo azadiya xwe piştgiriyê bidin me, hêzê tevlî têkoşîna me bikin.

Bang li jinên cîhanê jî dikim ku şoreşa azadiya jinê ji aliyê îdeolojîk, siyasî, civakî, çandî û entelektuel ve, bi hev re bi rêxistin bikin û îradeya hevpar biafirînin. Eger weke jinên cîhanê em bibin yek û karibin bi hev re tevbigerin, hingî wê sîstemên ji çanda mêr a serwer wê li cîhanê têk biçin. Divê neyê jibîrkirin ku hilweşandina cîhanê jî jinûve avakirina wê jî di destê me jinan de ye. Bi vê têgihiştinê em li her derê bi hev re têkoşînê bimeşînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbata Şenyaşar bang li jinan kir

Nivîsa Pêş

Li Dêrsimê bi sedan jin daketin qadan – Li dijî desthildatdariya mêr em li ser piyan e

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Dêrsimê bi sedan jin daketin qadan – Li dijî desthildatdariya mêr em li ser piyan e

Li Dêrsimê bi sedan jin daketin qadan - Li dijî desthildatdariya mêr em li ser piyan e

Li Wanê jinan bi rengên xwe daketin qadan – “Dem dema Azadiya Jinê ye”

Li Wanê jinan bi rengên xwe daketin qadan - "Dem dema Azadiya Jinê ye"

Manşet

  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.