Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Polîs eşkere kir: Kuçikê ku erîşê malbatê kir nas derket – Hevalê Sulêman Soylu ye!

“Kûçikê behsa xeberê, di sala 2017’an de di operasyoneke rizgarkirina dîlgirtiyan de serkeftî bû. Lewma Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî ew pîroz kiribû. Anku xuyaye bê ka ev kûçik çiqas baş hatiye perwerdekirin.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
20/02/2022 - 12:35
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Polîs eşkere kir: Kuçikê ku erîşê malbatê kir nas derket – Hevalê Sulêman Soylu ye!
ParvekeTweet

AMED – Polîsê bi navê Serdar G. di dema serdegirtina malê de bi kûçikan êrişî Menîce û Şeyhmûs Yilmaz kir û birîndar kirin. Derheqê polîs G. de bi îdiaya “bênezaketî tevgeriyaye” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di parastina xwe de polîs Serdar G. hewl da xwe li ser gotinên Soylu biparêze.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo girtina Muhammed Emîn Cura ku li Rezan a Amedê polîsê bi navê Atakan Arslan kuştibû, operasyon dabû destpêkirin. Di dema operasyonê de polîsan bi ser mala Menîce û Şeyhmûs Yilmaz de girtin. Di dema serdegirtinê de deriyên malê hatin şikandin û polîsan kûçik berdan ser malbatê. Di encama êrişa kûçikan de, Menîce û Şeyhmûs Yilmaz ku hevjînin, birîndar bûn. Lêpirsîna derheqê bûyerê de hatibû destpêkirin, qediya. Dozger, derheqê bûyera ku di 31’ê gulana 2020’an de qewimî bû, bi îdiaya “peywira cemaweriyê nebaş bi kar aniye û bizanebûn birîndar kiriye” derheqê etutnêr Serdar G. de îdianame amade kir.

ROJA BÛYERÊ VEGOT

Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyê Menîce Yilmaz hat girtin. Yilmaz da zanîn ku saet di derdora 24.30’’an de ji ewil 2-3 caran dengê teqînê hatiye û wiha got: “Dema min li derve nihêrtî, çavê min bi polîsên bikamûflaj ket. Min xwest zarokan bibim odeya piştê lê derî şikandin û ketin hundir. 2-3 kûçik berdan nava malê. Ji tirsan min zarok birin odeya piştê. Polîsan biisrar xwestin bikevin odeyê. Min jê re got ku heke kûçikan paşve bibin, dê derî li wan vekim. Çawa ku min derî vekir, 2 kûçik ketin hundir û kûçikekî xwe li zikê min da. Min ji polîs re got ku kûçik min gez dikin lê polîsan henekên xwe bi min dikirin û dikeniyan. Ez ketim erdê û dîsa jî kûçikî êrişî min dikir. Dema ber bi zarokên min ve çûyîn, sekinandin. Derûniya zarokên min xerab bû. Her tim beriya razanê ji min pirsa ‘dayê, gelo dê polîs dîsa bên’ dikin. Di ber xewê de jî dibêjin ‘vaye kûçik tên.’”

BANGA ÊRIŞÊ LI KÛÇIKAN KIRIN

Di îfadeya xwe de Şeyhmûs Yilmaz jî bûyerê wiha vedibêje: “Bi dengê hevjîna xwe şiyar bûm ku digot; ‘kûçikan paşve bibin.’ Polîsan li min xist û ketim erdê. Derdora 15-20 polîsên tîmên taybet ên birûpoş hatibûn. Derdora 4-5 deqeyan li rûyê min dixistin. Piştre jî banga êrişê li kûçikan kirin û kûçikan êrişî min kir. Dema ez li erdê, kûçikekî milê min ê rastê gez kir û yê din jî guhê min. Min ji wan re got ku kesê ku ew lê digerin ez nînim. Lê guh nedan. Di wê navberê de kûçikan pişta min û lingê min ê çepê jî gez kir. Kûçikan qederê 2-3 deqeyan êrişî min kirin. Kesekî dengê xwe ji vê re nekir. Min piştre dît ku hevjîna min birîndar e. Min xwest bangî ambûlansê bikim lê polîsan nehêlan.”

LÊPIRSÎNA BÊNEZAKETIYÊ

Di dosyaya lêpirsînê de qala lêpirsîna disiplînê ya derheqê Serdar G. de jî hat kirin. Hat zanîn ku lêpirsîn ji hêla Lijneya Disiplîna Polîsan a Bajar a Walîtiya Amedê ve bi îdiaya “li derveyî liv û tevgerên nezaketê tevgeriyaye” hatiye vekirin û G. jî ev tewane red kiriye. Di parastina xwe de Serdar G. îdia dike ku Menîce Yilmaz pêhn daniye kûçikê wî “Zeyna” yê û Şeyhmûs Yilmaz jî lê qêriyaye lewma rastî êrişê hatine.

Di berdewamê de jî polîs G. dibêje ku “Zeyna” li gorî serê xwe êrişî kesekî nake û parastina xwe wiha dike: “Kûçikê behsa xeberê, di sala 2017’an de di operasyoneke rizgarkirina dîlgirtiyan de serkeftî bû. Lewma Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî ew pîroz kiribû. Anku xuyaye bê ka ev kûçik çiqas baş hatiye perwerdekirin.”

Lijneya Disiplîna Polîsan a Bajêr, di lêpirsîna xwe de destnîşan kir ku tawana li polîs G. hatiye kirin aşkere nebûye lewma jî dê cezayê disiplînê lê neyê birîn.

DERIYÊN 10 MALAN HATINE ŞIKANDIN

Di dosyayê de her wiha ziyana gihiştiye malan jî hate destnîşankirin. Li gorî vê yekê, bi awayeke hemwext bi ser 36 malan de hatiye girtin û deriyên 10 malan hatine şikandin û ziyan gihiştiye tiştên malan. Îdianameya derheqê bûyerê de pêşkeşî 4’emîn Dadgeha Sizayî ya Giştî ya Amedê hat kirin. Dadgehê îdianame qebûl kir lê derheqê bûyerê de agahî nedan. Di îdianameyê de hat gotin ku perwerdekarê kûçikan nekariya kûçik baş kontrol bike û vê jî kiriye ku Menîce û Şeyhmûs Yilmaz bi sivikî birîndar bibin.

Di îdianameyê de ji bo polîs Serdar G. bi giştî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat xwestin.
Menîce û Şeyhmûs Yilmaz di îfadeyên xwe de diyar kiribûn ku 2 kûçikan êrişî wan kiriye. Lê belê derheqê polîsê din de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Têkildarî mijarê parêzerê Menîce û Şeyhmûs Yilmaz, Selameddîn Varol vekirina dozê weke “pêşketineke erênî” nirxand.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Zanîngeha Koye komxebatek navnetewî li ser zimanê dayîkê tê lidarxistin

Nivîsa Pêş

Li dijî îşkenceyên PDK – Berzanî 2 ciwanên Kurd rojiya mirinê de ne

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li dijî îşkenceyên  PDK – Berzanî 2 ciwanên Kurd rojiya mirinê de ne

Li dijî îşkenceyên PDK - Berzanî 2 ciwanên Kurd rojiya mirinê de ne

Şervanê QSD’ê Şehîd El Hemîd bi merasîmeke girseyî hate oxir kirin

Şervanê QSD'ê Şehîd El Hemîd bi merasîmeke girseyî hate oxir kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.