Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Her der bûye zindan

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
20/12/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Her der bûye zindan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 
Aslan ASLAN nivîsand —
Rewşa zindanên li Tirkiyê di rojevê de ye. Ev yek ne mijareke doh û îro ye. Ji dema darbeyan û vir ve her tim bûye rojev.
Rewşa zindanên li Tirkiyê di rojevê de ye. Ev yek ne mijareke doh û îro ye. Ji dema darbeyan û vir ve her tim bûye rojev. Dewleta Tirk bi rêya darbeyan û rewşa awarte her tim zindan tije kirine. Îro jî qonaxa ku em gihîştine ya herî dawî ye. Yanî bûye lûtkeya dawî. Dema ku AKP bû desthilatdar li zindanên Tirkiyê 52 hezar girtî hebûn. Lê ev hejmar sal bi sal û qat bi qat zêde bû. Îro hejmara girtiyên li Tirkiyê ji 290 hezaran bihuriye. AKP’ê di dema desthilatdariya xwe de nêzî 200 girtîgeh ava kirin. Ji van hejmaran mirov fêm dike ku mejiyê xwe li ser girtina mirovan êşandine. Yanî wê çawa karibin xelkê têxin bin kontrola xwe. Konseya Ewrûpayê jî îsal di raporeke xwe de eşkere kir ku li gorî hejmara nifûsê herî zêde girtî li Tirkiyê hene.

Êdî her kesî fêm kir ka derdê AKP’ê û Erdogan çi ye. Meqseda wan kolekirin, tecrîdkirin û dîlgirtina xelkê ye. Ji bo vê yekê îro li her derê polîtîkaya tecrîd û tinekirinê heye. Heta ku ji destê wan tê xelkê diavêjin zindanan. Ev yek ne bes bû û îca li zindanan jî wan tecrîd dikin û êşkencê li wan dikin.

Li dijî vê zilmê, Garîbe Gezer beriya bi çend rojan li zindana Kandirayê jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê wekî ku wê întîhar kiribe ragihand, lê malbata wê dibêje keça wan kuştine. Dibe ku Garîbe xwe kuştibe yan jî li zindanê hatibe kuştin. Di encamê de kuştin heye û sedema wê jî girtîgeh bi xwe ye. Garîbe li ber zilma li girtîgehê radibû û ji ber vê yekê bû hedefa dewletê. Yan ew kuştin, yan jî rê li ber kuştina wê vekirin. Heman polîtîka li tevahiya zindanên Tirkiyê tê meşandin. Bi zanebûn li ser girtiyan mirinê ferz dikin.

Îro bi sedan girtiyên nexweş hene û serê çend rojan, em agahiya şehadeta kesekî dibihîsin. Beriya bi kêliyekê jî agahiya şehadeta girtiyekî din hat.

Girtiyê siyasî Abdulrezzak Şuyur li zindana Şakranê şehîd bû. Ji sala 1993’yan ve di girtîgehê de bû û tenê 14 meh mabûn ku were berdan. Lê nexweşiya wî giran bû û li zindanê şehîd bû. Halîl Guneş jî li Hepsa Amedê şehîd bû. Girtiyên mîna Abdulrezzak û Halîl gelek in û rewşa wan jî giran e.

Lê dewleta Tirk ji bo kuştina girtiyan çi rê û rêbaz hebe, diceribîne. Yên ku li derve nikaribe bikuje, diavêje girtîgehan û li wê derê wan tine dike.

Polîtîkayeke eşkere ya dijminatiyê dimeşîne.

Ev zilma ku AKP û MHP dikin ne tiştekî nû ye. Yên beriya wan jî li ser heman rêyê bûn. Ji bo ku welat li ber çavê xelkê reş bikin, her tişt kirin. Ev rewşa niha filma Yilmaz Guney anî bîra min. Di filma “YOL” de Yilmaz Guney qala rewşa Tirkiyê û zindanê dike. Film sala 1982’yan hat çêkirin ango dema darbeya 12’ê Îlonê. Di filmê de 5 girtî derdikevin destûra cejnê. Her girtiyek diçe bajarekî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê. Lê kes ji wan venagere.

Ji ber ku her yek tiştek tê serê wî. Yilmaz Guney bi vê fîlmê dixwaze bêje, rewşa li derve jî xerab e. Yanî ti ferqa zindanê û derve nemaye. Her wiha çi ferqa bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nemaye. Ew girtiyên diçin bajarên Tirkiyê û yên diçin Kurdistanê heman tişt tê serê wan.

Îro jî em di nava wê filmê de ne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê her der kiriye zindan. Li aliyekî aboriya Tirkiyê tarûmar kirine û her tişt li ber çavê xelkê reş kirine. Li aliyê din her der û her kes tecrîd kirine. Girtiyên ku cezayê wan diqede û divê werin berdan jî nayên berdan. AKP û MHP bi vê pergala xwe dixwazin her kesî bikin koleyê xwe. Yanî her kes serî li ber wan bitewîne û bi ya wan bike. Lewma divê di serî de Kurd û her kesê şoreşger bi vê rastiyê têkeve nava tevgerê. Çi li derve û çi li zindanan be her der meydana têkoşînê ye. Çawa ku Mazlûm, Ferhat û Xeyrî bi çalakiyên xwe ew perda reş çirandin, îro jî heman derfet heye. Kurdan rêya berxwedanê nas kiriye û dizanin bê wê çawa li ber xwe bidin. Heger her der zindan be, berxwedan jî li her derê ye.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PKK PARTİYEKE NEWROZÊ YE

Nivîsa Pêş

TAYBET – Li girtîgehan de îşkence didome – Li Girtîgeha Jinan a Şakranê pêkanînên dijmirovahî!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
TAYBET – Li girtîgehan de îşkence didome – Li Girtîgeha Jinan a Şakranê pêkanînên dijmirovahî!

TAYBET - Li girtîgehan de îşkence didome - Li Girtîgeha Jinan a Şakranê pêkanînên dijmirovahî!

Li girtîgehan de mirineke bi guman dîsa

Li girtîgehan de mirineke bi guman dîsa

Manşet

  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.