Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê yek lê şervan nasnameya 3 şehîdan parvekir

"Herdu şehîdên me yên hêja ji gundê Werzikê yê Kerboranê bûn. Em sersaxiyê ji malbatên wan, xelkê me yê Kerboranê yê welatparêz û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
28/10/2021 - 11:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê yek lê şervan nasnameya 3 şehîdan parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêya me Afrîn Têkoşîn ku di 28’ê Cotmeha 2021’ê de li herêma Xakurkê şehîd bû, di salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bûye wiha ne:

  Nasnav: Afrîn Têkoşîn
Nav paşnav: Cîhan Aykal
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Hediye-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Cotmeha 2018 / Xakurkê

Hevrêya me Afrîn li Mêrdînê ji dayik bû ku ev herêm yek ji wan bajarên me yên welatparêz e ku pêşengî ji afirandina kevneşopiya serhildanê re kiriye. Ji ber polîtîkaya dewleta Tirk a mêtinger a koçberkirinê ku bi armanca bêkurdhiştina xaka Kurdistanê dimeşand, tevî malbata xwe neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Li gel siyaseta înkar û tunekirinê ya qirêj a dagirkeran, hişmendiya welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî parast û dewam kir. Weke jineke Kurd a ciwan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê tercîha xwe li aliyê berxwedan û azadiyê danî. Ji bo bersivê bide her cûre êrişên li ser gelê me di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Hevrêya me ku têkoşîna me ya azadiyê ji nêz ve dişopand û rastiya sîstemê zû nas kir, ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve zû bi pêş ket. Di xeta PKK û PAJK’ê de şareza bû û di vê çarçoveyê de timî kûr bû. Hevrêya me Afrîn ku li qada leşkerî zû bi pêş ve çû, weke fermandareke ciwan a YJA Starê li her qada ku dixebitî bi erka pêşengiyê rabû. Nirxên civakî Kurdistanî yên ji malbata xwe ya hêja wergirtî bi ruhê Apoyî re kir yek û bû milîtaneke hêja ya têkoşîna me ya azadiyê. Hevrêya me bi kesayetiya xwe ya kedkar timî li pêş bû, her tim pêşketin danî ber xwe û tiştên ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir, xwe ji pêşketina hevrêyên xwe re berpirsyar dît û bi vî rengî bi xurtî tevlî bû. Hevrêya me Afrîn bû yek ji nûnerên bijarte yên nasnameya jin a azad a ku bi felsefeya jiyanê ya Apoyî xwe ji nû ve afirandiye. Wê her tim di dil û têkoşîna hevrêyên xwe de be.

EŞKERE BÛ KU AKGUL Û TOKSOY ŞEHÎD BÛNE

Di operasyona artêşa Tirk a dagirker de ya 16’ê Hezîrana 2019’an a li Newala Cehenemê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê 5 hevrêyên me şehîd bûbûn ku me agahiyên li ser nasnameya wan beriya niha eşkere kiribû. Ewladên leheng û hêja yên xelkê me yê Kerboranê welatparêzên mezin Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy ên bi hevrêyên me re bûn, şehîd bû.

Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy tenê berdêla Kurdbûna bi rûmet dan. Herduyan serî li ber zext û zordariya dewleta Tirk netewandibûn. Piştre bi rengekî neheq dewleta Tirk biryara girtina wan dabû. Lê belê ji bo nekevin zindanên dewleta Tirk, ji bo ji sînorên dewleta Tirkiyeyê yên ku edalet lê nîne derkevin xwe gihandibûn hêzên me yên gerîla. Dema ku hevrêyên me hewl dan ewlehiya wan misoger bikin û biparêzin di 16’ê Hezîrana 2019’an de li Geliyê Cehenemê yê herêma Gabarê operasyoneke dewleta Tirk a dagirker dest pê kir û şerekî giran qewimî. Hevrêyên me ji bo herdu welatparêzên me yên hêja biparêzin gelekî hewl dan, lê belê di encama bombardûmana giran a artêşa Tirk a faşîst de hem 5 hevrêyên me, hem jî welatparêz Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy ên bêçek û sivîl şehîd bûn.

Dewleta Tirk bi rengekî eşkere sûc kiriye ku mafê jiyanê neda van mirovên sivîl û bê guneh, tenê ji ber ku di Kurdbûna xwe de israr kirin, hewl da wan bixe zindanê, dema ku nekarî vê bike bi xwînxwarî qetil kirin. Bi rêya medya şerê taybet şehadeta herdu mirovên sivîl weke şehadeta gerîla li çapemeniyê belav kir. Ji ber şert û mercan rastiya bûyerê bi derengî misoger bû.

Herdu şehîdên me yên hêja ji gundê Werzikê yê Kerboranê bûn. Em sersaxiyê ji malbatên wan, xelkê me yê Kerboranê yê welatparêz û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê têkoşîna ji bo nasnameya Kurdistanê û jiyana azad a bi nirxên xwe yên cewherî bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Îşkenceya Dewleta Tirk ya zindanan didome

Nivîsa Pêş

Gerîlayên YJA-Starê dîsa derb li artêşa Tirk û mewziyên wan da

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Li Geverê çalakiya sabotajê: Tirek hate rûxandin

Gerîlayên YJA-Starê dîsa derb li artêşa Tirk û mewziyên wan da

Malbata Şenyaşar: Dayikek dilê wê şewitî ye 231 roj in têdikoşe

Malbata Şenyaşar bang kir: Dibe ku sibê dereng be

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.