Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina jin û civaka azad e

Heke îro desthilatdariya AKP û MHP’ê hatibe qelskirin, ev bi saya têkoşîna Rêbertî, jin, gerîla, gel û hêzên demokrasiyê ye.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
18/09/2021 - 17:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
KJK: “Li her devera Kurdistanê gel rabin û li rûmeta xwe xwedî derkevin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê derbarê pêngava ‘Li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina jin û civaka azad e’ daxuyaniyek weşand.

“Pêngavên KCK û KJK’ê saleke xwe tijî kir. Pêngava ku me bi sloganên ‘Li hemberî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê dem dema pêkanîna azadiyê ye’ û ‘Dem dema azadiyê ye’ ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me û pêkanîna azadiya fîzîkî têkoşîneke xurt derxist holê. Ji bo sekinandina êrişên dagirker ên li ser hemû parçeyên Kurdistanê serkeftineke mezin derxist holê. Ligel vî tiştî gelê me di têkoşîna azadiya jinan de roleke dîrokî pêk anî. Di navbera gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn yekîtiyek pêk anî. Bû sedem ku fikrên Rêber Apo bêtir were belavkirin. Di nav gelên cîhanê de eleqe û sempatiya ji bo Rêbertiya me û tevgera me çêbû.

EM BEŞDARÊN PÊNGAVÊN KCK Û KJK’Ê SILAV DIKIN

Pêngava bi navê ‘Li hemberî qirkirina jinan, dem dema parastina jin û civaka azad e’ ya ku me di 22’ê Îlona 2020’an de dabû destpêkirin, ligel armancên hevpar ên pêngavê, ji bo ku sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan û pirsgirêkên jinan kir rojev. Qirkirina cinsî ya li ser jinan tê wateya qirkirina civakî û ekolojîk jî. Di dîrokê de şîddet, zext, pêkutî, derew û mêtingerî berê ji aliyê mêran li ser jinan hatiye kirin. Mêtingeriya li ser civakê, talan û desteserkirin bi vê re dest pê kiriy. Ji ber vê jî azadiya jinan tê wateya azadiya civak û xwezayê. Pêngava me ya jinan a li ser vî esasî bi ked û hewldaneke mezin hatiye birêvebirin. Li ser vî esaeî em hemû jin , gel, hêzên demokrasiyê yên tevlî pêngava KCK û KJK’ê bûne, ji dil û can silav dikin. Li hemberî faşîzmê helwesteke girîng hatiye nîşandan, li hemberî hemû êrişên dijmin, xwedî li Rêbertî û têkoşîna azadiyê hatiye derketin. Di pêngava me de li çiyayên Kurdistanê şervan û pêşengên gelekî hêja şehîd bûn. Di serkeftina vê pêngava me de ked, berxwedan û helwesta azadiyê ya şehîdên me diyarker bûn.

ME REWŞA RÊBERTÎ XIST ROJEVÊ

Em tevgera jinên Kurd xebatên îdeolojîk, siyasî, civakî û xweparastin tê de di warê geşkirin û rêvebirina hemû xebatan de xwedî biryar û îradeyê ne. Em berpirsyarê geşkirin û plansaziya têkoşînê ne. Em di pêvajoya pêngavê de wisa nêzik bûn, em ê ji niha û şûnde jî wisa nêzik bibin.

Di pêvajoya pêngavê de me bi çalakiyan rewşa Rêbertî, pratîzekirina îdeolojî û felsefeya wî, xebatên xwe kirin rojev. Ev gelekî girîng bû. Ji ber ku pergala modernîteya kapîtalîst bi tirs û fikareke mezin dixwaze Rêbertiya me ji bîra mirovayetiyê dûr bixîne. Lê hewldana jinan, gelên me û dostên me ev polîtîka pûç kiriye. Berevajî wê fikrên Rêbertiya me li cîhanê belav dibe. Rêbertiya me ji bo gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bûye Rêberekî gerdûnî.

Heke îro desthilatdariya AKP û MHP’ê hatibe qelskirin, ev bi saya têkoşîna Rêbertî, jin, gerîla, gel û hêzên demokrasiyê ye. Li Tirkiyeyê jî hêza esasî ya mûxalif, hêzên demokrasiyê yên di nav HDP û HDK’ê, femînîst û tevgerên jinan e.

EM YJA STAR Û HPG’Ê PÎROZ DIKIN

Dewleta Tirk di vê pêvajoyê de êrişên li ser Kurdistanê zêde kir. Armanca sereke ya êrişa li ser gerîlayan, qedandina têkoşîna gelên me û têkoşîna azadiyê ya gelan e. HPG û YJA Star bi vî aliyê xwe, ji bo azadiya mirovayetiyê û afirandina jiyana azad a alternatîd şerekî mezin dide. Di berxwedana gerîlayan de ya ku li Avaşîn, Zap û Metînayê, hêzên me yên YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêşengtiya berxwedan û fedaîtiyê dike. Di pêkanîna avakirina gerîlayên demokratîk de, jinan pêşengtî kirine. Di asta bilind de temsîliyeta azwerî û baweriya jinan hatiye kirin. Asta fedaîtiyê ya di nav gerîlayên in de, di heman demê de daxwaza azadiya gelên me ye jî. Herî zêde di şexsê YJA Starê de rastiya ku sedsala 21’emîn bibe ya jinan ketiye pratîkê. Ji hemû jinên cîhanê, gelan û mirovayetiyê re bûye çavkaniyeke xurt a moral û baweriyê. Mifteya sereka ya serkeftinê fêmkirin fikrên Rêbertî û pêkanîna wê ye.

BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêşengiya jinan û ciwanan de asteke xurt a berxwedanê derketiye holê. Di çalakiyên 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de wekî her demê jin bi cesaret û biryardariyeke mezin tevlî pêngavê bûne. Tarîtî û bêdengiya ku faşîzm dixwaze biafirîne, hatiye parçekirin. Wekî di şehadeta heval Denîz Poyraz de hatiye dîtin. Dayikên Kurd li hemberî êşkenceya dewleta Tirk hemû nirxên azadiyê, nasnameya Kurdistanê û mafên şehîd û girtiyan parastine. Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê destkeftiyên jinan desteser kir, saziyên jinan girt, Peymana Stenbolê rakir, pergala hevserokatiyê bi awayekî derqanûnî rakir, şîddeta li ser jinan zêde bû. Hemû jinên siyasetmedar, rêveberên meclîsên jinan heta dayikên 70 salî hatin girtin. Herî dawîn jinên pêşeng ên wekî Ayşe Gokkan û Leyla Guven hatin girtin. Li hemberî girtiyên PKK û PAJK’ê her cure helwestên bêhiqûqî, bê edalet û êşkenceyê hate nîşandan. Li hemberî van zextan girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê hatin kirin. Em çalakiya milîtanên PKK û PAJK’ê silav dikin û pîroz dikin. Daxwaza sereke ya grevên birçîbûnê rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me bû. Girtiyên PKK û PAJK’ê ev çalakiyên xwe bi dawî kirin û têkoşîna xwe bi metodên cihê wê bidomînin.

ROJAVA

Li Rojava ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk û qirkirina jinan çalakiyên girseyî hatine kirin. Şoreşa Rojava şoreşeke jinan e. Di şexsê heval Şehîd Sosin Bîrhat de careke din biryardariya YPJ’ê ya ji bo parastina welat hatiye nîşandan. Jin di her qada civakî de tevlêbûneke mezin pêk anîne. Bi pêşengiya jinan rêxistinkirina neteweya demokratîk û avakirina wê pêk tê. Li Sûriyeyê bi pêşengiya jinên Kurd, Ereb, Ermen, Asûrî, Tirkmen û Çerkez modela neteweya demokratîk pêk tê.

ŞENGAL

Meclîsa Jinan a Êzidî ya Şengalê ji bo belavkirina fikrên Rêbertiya me û ji bo rakirina peymana li ser Şengalê ya ku bi pêşengiya DYE di navbera Iraq û PDK’ê di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatiye îmzekirin, têkoşiyane. Ji bo parastina xweseriya Şengalê, rêxistinkirina wê û li hemberî êrişên bi destê dewleta Tirk di herî pêş de di çalakiyan de cih girtine.

Li Rojhilat jî herî zêde jin li hemberî rejîma Îranê têkoşiyane. Îranê Zeynep Celaliyan di serî de gelek jinên çalakger avêtiye zindanê û polîtîkaya xwe ya dijminatiya li ser jinan didomîne.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Tê xwestin ku jinên li Başûr têxin bin kontrola hêzên ku bi dewletên herêmê re dixebitin. Jinên ku dixwazin bi îradeya xwe ya azad bijîn, dixwazin wan têxin bin kontrola pergala mêrserwer. Li gelek saziyên jinan mêr dibin rêveber. Destûr nayê dayîn ku jin rêxistinbûnên xwe yên xweser ava bikin. Bi vî awayî li ser îradeya jinên dixwazin azad bibin, tê qelskirin. Li Başûrê Kurdistanê krîzên civakî û ekonomîk di asteke girîng de ye. Şîddeta li ser jinan, xwekuştin hê jî didome. Jin li Başûr vî tiştî qebûl nakin û li ber xwe didin. Him ji aliyê jinan û him jî ji aliyê gel ve, herî zêde ev parçeyê me yekîtiya neteweyî dixwazin. Di warê giyanî de jin di nav lêgerînekê de ne. Jin li vê derê jî dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nakin.

EWROPA

Pêngava jinan a bi navê ‘Sed sedem ji bo darizandina dîktator’ ne bi tenê li Ewropayê, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê rojeveke girîng ava kiriye. Ev pêngaveke gelekî serkeftî bû. Meclîsên jinan ên li Ewropayê berê wan her tim li Îmrali û şerê li Kurdistanê ye. Bi vî awayî bûne çavkaniya sereke ya azadiyê. Xebatên me yên jinan ên li Ewropayê barekî giran ê têkoşînê hilgirtiye û roleke girîng dilîze. Di vê pêvajoyê de komîsyona jinan a KNK’ê ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û jinan, xebat û hevdîtinên girîng kirine. Wê jin yekîtiya neteweyî ya jinan ava bikin.

WÊ AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBERTIYA ME PÊK WERE

Me berxwedaneke mezin û bi heybet pêk anî. Lê hê jî Rêbertiya me li Îmraliyê ye û Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye. Pirsgirêkên azadiya jinan hê jî bi hemû giraniya xwe didome. Divê di berxwedan û têkoşînê de israr were zêdekirin. Ji ber vê jî em li ser esasê ku têkoşînê geş bike û serkeftinê kûrtir bike, xwerexneya xwe didin. Bi geşkirina têkoşînê re wê azadiya fizîkî ya Rêbertiya me pêk were û wê fikrên wî li her çar parçeyên Kurdistanê belav bibe.

WÊ PÊNGAVA ME DI SALA 2’EMÎN DE JÎ BIDOME

Em KJK pêngava ‘Li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina jin û civaka azad e’ didomînin. Plansaziyên me wê bi tecrubeyên par were geşkirin.

Rojeva me ya sereke, rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me. Em azadiya Rêbertiya xwe, wekî azadiya jinan û azadiya Kurdistanê wekî azadiya gelan dibînin.Bi zêdebûna tecrîda li ser Rêbertî re, tecrîda li ser gelan û mirovatiyê jî zêde dibe.Heta ku pirsgirêkên jinan çareser nebe, wê çareseriyeke heqîqî pêk neyê. Çareseriya doza Kurdan bi çareserkirina pirsgirêkên jinan û avakirina jiyana alternatîf pêk were.

Di qonaxa duyemîn a pêngavê de armanca me azadkirina Rêbertiya me, bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk, têkbirina desthilatdariya AKP û MHP’ê ye. Armanca me ya sereke tifaqa qirêj a Erdogan û Bahçelî têk bibin. Em bi pêngavên şoreşger çiya, deşt, gund û bajarên xwe yên dagirkirî azad bikin. Li ser esasê îdeolojiya Rêbertiya me, ji bo pratîzekirina xeta azadiya jinan em ê îsal jî xebatên pêngavê geştir bikin. Wê derba dawîn jin, ciwan û gelê me li rejîma faşîst a Erdogan û Bahçelî bixin û berxwedanê bi azadiyê tacîdar bikin.

Li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina jin û civaka azad e. Ji bo afirandina demên azadiyê em banga tevlêbûna refên berxwedanê dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla helîkopterek derb kir, 2 dagirker jî bêbandor kir

Nivîsa Pêş

ROJEVA 19’Ê ÎLONA 2021’AN

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1 ’Ê ÎLONA 2021’AN

ROJEVA 19’Ê ÎLONA 2021’AN

Ji Pênûsa Gerîla – Tev lo

Ji Pênûsa Gerîla - Tev lo

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.