Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dagirkerên axa Kurdistanê 4 daristanên din jî dişewitînin

Ji ber êrişên leşkerên Tirk ên dagirker, daristanên Bakurê Kurdistanê bi rojane dişewitin

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
31/08/2021 - 13:30
di nav Giştî, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Dagirkerên axa Kurdistanê 4 daristanên din jî dişewitînin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber êrişên leşkerên Tirk ên dagirker, daristanên Bakurê Kurdistanê bi rojane dişewitin. Li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê destûr nayê dayin ku şewat bê vemirandin.

Li Dersimê, li sê herêmên cuda yên agir bi daristanan ketiye, dû bi bilind dibe. Li bejahiya navçeya Xozadê, şewata ku piştî êrişên leşkerî di 17’ê Tebaxê de dest pê kir gihîşt gundên navçeya Pulurê.

Tîmên arkujiyê yên Şaredariya Dersimê, rêxistinên civakî yên sivîl û xelkê herêmê ji bo vemirandina şewatê rojên destpêkê çûn qadê, lê belê hatin astengkirin. Ji ber vê yekê qadeke ji hezaran hektarî şewitî. Ji ber zêdebûna nerazîbûna raya giştî piştî 13 rojan dest bi vemirandina şewatê hate kirin. Şewat di roja 15’an de ye û hîn jî dewam dike.

Şewata li Xozadê hîn nehatiye vemirandin, vê carê 29’ê Tebaxê li derdora Kaniya Firtina Velî ya li Geliyê Mûnzûrê û Çemê Roj ê li Geliyê Pîlemuriyê agir bi daristanan ket. Tenê tîmên arkujiyê yên Şaredariya Dersimê û xelkê herêmê hewl didin şewatê vemirînin. Lê belê bi bandora bê şewat li qadeke berfireh belav bû.

Ji bo vemirandina şewata li Geliyê Pîlemuriyê heta niha tiştek nehatiye kirin. Şewat, piştî ku leşkerên Tirk ên dagirker bombe li qadê barandin, rû da.

ÇEWLIK

Li navçeya Xolxol a Çewlikê, agirê ku 29’ê Tebaxê bi daristana li gundikê Xarsak ê gundê Conagê ket hîn jî nehatiye kontrolkirin. Xelkê herêmê hewl dide bi derfetên xwe şewatê vemirîne. Şewat hîn jî dewam dike.

BEDLÎS

Li Bedlîsê jî şewata ku doh saet di 10:00 de li herêma Ava Weqfê rû da, hîn jî dewam dike. Xebatkarekî Miduriyeta Herêmê ya Daristanê ku tevlî karê vemirandina şewatê bûye diyar kir ku hewldana ji bo vemirandinê têrê nake. Xebatkar anî ziman ku divê tavilê ji hewayê ve dest li şewatê bê werdan û bang li xelkê herêmê kir ku tevlî karê vemirandina şewatê bibe.

ŞIRNEX

Li Şirnexê şewata li du herêmên cuda dewam dike. Li qada Qurta Xanê ya li herêma Bestayê, şewat 29’ê Tebaxê di dema operasyonê de ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hate derxistin. Rayedarên ku ji bo vemirandina şewatê tiştekî nakin, her wiha nahêlin ku xelkê herêmê jî şewatê vemirîne.

Şewata li herêma Girêbestkê jî dewam dike.

Li qada daristanî ya li gundê Mêhrînê ya li herêma Bestayê şewata ku beriya 5 rojan di encama bombardûmana helîkopterên artêşa Tirk de rû da, ji ber xwe ve vemirî.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PDK Birîvan Eyûb bi hinceta ku têkiliya wê bi PKK’ê re heye giritye

Nivîsa Pêş

Parêzerên Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Parêzerên Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

HPG’ê Şehîdên Zendûrayê bi bîr anî

HPG'ê Şehîdên Zendûrayê bi bîr anî

Manşet

  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin
  • Li Stuttgartê, Endamên Ciwan Ên TCŞ Li Dijî Dagirkeriyê Afîşan Daliqandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.