Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YBŞ: Em ê teqez tola Mam Zekî hilînin

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi boneya 3’mîn salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî ku 15’ê Tebaxa 2018’an di encama êrişeke balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû daxuyaniyek da.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
15/08/2021 - 10:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmek girseyî Mam Zekî Şengalî bibîranîn
ParvekeTweet

ŞENGAL – Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê bi rêzdarî şehîd Mam Zekî bi bîranîn û gotin; “Wek Şehîd Zerdeşt Şengalî gotî; Em ê teqez tola Mam Zekî hilînin. Em wek şervanên Şehîd Mam Zekî mezin li ber xwe bidin û xeyalên wî yên Iraqa Federal a Demokratîk û Şengala Xweser pêk bînin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi boneya 3’mîn salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî ku 15’ê Tebaxa 2018’an di encama êrişeke balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû daxuyaniyek da.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Bi navê hêzên YBŞ û YJŞ’ê şehîdên 3’ê Tebaxa 2014’an ên li Şengalê û 14’ê Tebaxa 2007’an yên li Tilizêr, Sîba û Koço bi rêzdarî bibîr tînin. Dîsa pêşengê gelê me Şehîd Mam Zekî Şengalî ku di roja avabûyîna YBŞ’ê ango 15’ê Tebaxa 2018’an de di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û qirker de şehîd bû, em bi rêzdarî bibîr tînin. Di şexsê Şehîd Mam Zekî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Berxwedan, Zerdeşt û Şehîd Nazê de soza bilindkirina berxwedana ji bo pêkanîn û avakirina Iraqek Federal a Demokratîk û Şengaleke Xweser didin.

Hêzên qirker, li hemberî gelê me 73 ferman pêk anîn û bi vê re xwestin gelê me di dîrokê de wenda bikin. Ji ber vê her ku derfet didîtin êriş birin ser gelê me. Sala 2018’an pêşengê gelê me Mam Zekî Şengalî jî kirin hedef û şehîd xistin. Şehîd Mam Zekî Şengalî ku ji bo gelê me bi dîrok û çanda xwe bi rengekî azad bijî bi kedekî mezin kar dikir, em di salvegera 3’mîn a şehadeta wî de, wek şervanên wî bi rêzdarî û bi minnet bibîr tînin. Em soz didin ku bi berxwedana xwe têkoşîna wî bilind bikin.

Hêzên qirker û alîkarên wan di şexsê Mam Zekî de çand û dîroka civaka Êzidî kirin hedef. Dîsa ev hêzên qirker di şexsê Şehîd Mam Zekî de, têkoşerên azadî û rêxistinbûyîna gelan kirin hedef. Dewleta Tirk a dagirker û qirker û hevkarên wê 03.08.2014’an de bi destê çeteyên DAÎŞ’ê êrişên qirkirinê dabûn destpêkirin û bi hedefkirina Şehîd Mam Zekî xwestin bi encam bikin. Dewleta Tirk a faşîst 15’ê Tebaxa 2018’an di şexsê Şehîd Mam Zekî de bi hedefkirina gelên ku li derdora paradîgmaya Rêber Apo ya Modernîteya Demokratîk, Neteweya Demokratîk dixwestin xwe bi rexistin bikin, xwestin jiyana hevpar a demokratîk ji holê rakin. Em wek hêzên YBŞ û YJŞ’ê wek fermandarê me yê mezin Zerdeşt Şengalî jî anîbû ser ziman; ‘Em ê teqez tola Şehîd Mam Zekî hilînin. Heta ku em tola Şehîd Mam Zekî hilînin, em ê wek hêzên YBŞ û YJŞ têkoşîna xwe berdewam bikin’.

Dewleta Tirk a dagirker û qirker di sala 2018’an de bi hedefkirina Mam Zekî starta dagirkirina Mûsilê û bi giştî Iraqê dan û êrişên xwe li ser Şengalê zêde kirin. Dewleta Tirk a dagirker û qirker armanca wî ya herî sereke ya ji hewldanên ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên sedsalî ya Mîsaq-i Mîllî ev bû ku di şexsê Şehîd Mam Zekî de êrişên qetlîamê yên li hemberî gelê Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Sûryanî bide destpêkirin. Em wek hêzên YBŞ û YJŞ’ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û qirker, me bi bilindkirina rexistinbûyîna xwe armanca van a qirkirinê pûç kir. Em ê sedsala 21’emîn bikin sedsala gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ên ku li derdora paradîgmaya Modernîteya Demokratik xwe bi rêxistin dikin. Em soz didin ku di çarçoveya ,paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de berxwedana xwe bilind bikin û bi serfirazî tacîdar bikin.

Meha Tebaxê ji bo gelê me çiqasî bibe meheke qetlîaman jî, di heman demê de ji bo gelên herêmê meheke bi hêvî û bi berxwedanê ve tijî û dagirtî ye. Her çiqasî 15’ê Tebaxê salvegera şehadeta pêşengê gelê me Şehîd Mam Zekî be jî, ji bo gelên herêmê 15’ê Tebaxê roja berxwedanê û rojekê girîng e. Gelê Kurd ku di çiyayê Agirî de di bin betonan de bê ruh hatibû hiştin, bi pêngava 15’ê Tebaxê careke din vejiya. Roja 15’ê Tebaxê ji bo gelên Kurd, Êzidî, Ermenî, Sûryan, Ereb, Asûrî û hwd ku bi hezaran salin li ser xaka Kurdistanê bi rengekê azad bi ziman, çand û dîroka xwe ve dijîn, roja jinûve vejîn û berxwedanê ye.

Îro jî li hemberî dewleta Tirk a faşîst ku dixwaze gelê me qir bike û komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an bi encam bike, em wek hêzên YBŞ û YJŞ’ê li hemberî dewleta Tirk a faşîst û qirker û hevkarê wê PDK – Parastin ê ku plan û pêkanîna komkujiya 3’ê Tebaxê li Sîba, Tilizêr û Koço dariştin, bi ruhê Şehîd Mam Zekî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol û Nûjîn Amed em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe hetanî serketinê dewam bikin. Ji ber vê ji yên ku dixwazin îro komkujiya ,3’ê Tebaxê dewam bikin re em dibêjin; Şengal bê berdêl nehat bi destxistin. Ji ber vê heta dilopa dawî ya xwîna xwe em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê berxwedana xwe dewam bikin. Em wek hêzên YBŞ û YJŞ’ê çawa ku me bi berxwedana xwe fermana 73’an a ku 3’ê Tebaxa 2014’an pêk hat bê encam hişt û Şengal rizgar kir, îro jî bi pêşengiya berxwedana mezin a şehîdên me, em ê mezin li ber xwe bidin û êrişên komkujiyê pûç bikin.

Ji bo vê em hêzên YBŞ û YJŞ’ê ku bi pêşengiya Şehîdan Mam Zekî, Egîd, Dilşêr, Nûjîn, Berxwedan, Zerdeşt, Hemîd, Nazê û Bêrîvanan li hemberî êrişên komkujiyan bûn bersiv, îro jî bi pêşengiya şehîdên xwe yên mezin de em ê mezin li ber xwe bidin û li hemberî êrişên dagirkirinê bisekinin. Wek Şehîd Zerdeşt Şengalî gotî; Em ê teqez tola Mam Zekî hilînin. Em wek şervanên Şehîd Mam Zekî mezin li ber xwe bidin û xeyalên wî yên Iraqa Federal a Demokratîk û Şengala Xweser pêk bînin. Em Soz didin ku Xeyalên Mam Zekî ku ji bo çand, dîrok û baweriya gelê me têkoşîn dikir, teqez bi serketinê tacîdar bikin. Em bang li gelê xwe, Iraq û gelê herêmê dikin ku bi ruhê bawerî û tolgirtinê li derdora YBŞ û YJŞ’ê xwe bi rexistin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Duran Kalkan: 15’ê Tebaxê ruheke, îradeyeke, rêbazeke jiyanê ye, wêrekî ye, fedakarî ye

Nivîsa Pêş

KARAYILAN: Yê ku tekoşîna çekdarî me ferz dike dewleta Tirk e

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
KARAYILAN: Yê ku tekoşîna çekdarî me ferz dike dewleta Tirk e

KARAYILAN: Yê ku tekoşîna çekdarî me ferz dike dewleta Tirk e

Komalên Ciwan: Rêber Apo li Kurdistanê nifşekî ciwanan ê Egîdî afirandiye

Manşet

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

Herî zêde hatine xwendin

  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.