Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dibistan ji we mamoste ji me

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
05/07/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Dibistan ji we mamoste ji me
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Mehmet Alî Ertaş Nivîsand
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên ziman dikin, ji bo perwerdehiya kurdî bidin zarokên kurdan berê xwe dan gundan. MED-DER’ê di serê tîrmehê de bernameya gundan derxist û dê her rojê li gundekî bi zarokên gundan re kom bibin. Mamosteyên kurdî yên di bin baneya MED-DER’ê de, li gundan dest bi perwerdehiya kurdî kirin. Endam û rêveberên MED-DER’ê di 1’ê tîrmehê de li gundê Elwendî yê navçeya Çinarê ya Amedê bi zarokên gund re kom bûn. Di 2’yê tîrmehê de li gundê Mîr Eliya yê navçeya Farqînê ya Amedê bi zarokên gund re hatin cemhev. Di 3’yê tîrmehê (duh) de jî li navçeya Gêlê ya Amedê bi zarokan re kom bûn. Dê îro jî li navçeya Bismilê ya Amedê bi zarokan re kom bibin.

Di van ziyaretên gundan de coş, moral, kelecan û tevgerek nû bi xwe re anî. Hêvî û bendewariyek nû bi xwe re anî. Zindîbûn û ruhek ava kir. Kenê li rûyê zarokan, kelecana zarokan tîbûn û birçûbûna li hemberî çand û ziman a zarokan nîşanî me da. Me di ziyareta mamosteyan a van 3 gundan de dît ku dema mamoste xwe bigînin zarokan, zarok bi kelecan û hesret li benda mamosteyên xwe ne. Zarokên kurdan dixwazin dersan bi zimanê xwe ji mamosteyên xwe yên kurd fêr bibin. Dixwazin bi zimanê zikmakî perwerde bibin. Me dît ku li bin siya darekê, li ber dîwarekî ango li salonekê jî mamoste dikarin zarokan fêrî çand û zimanê wan bikin. Me dît ku her gund dikarin bi xwe dibistanên xwe yên seyar û alternatîf ava bikin.

Dîmenên di van 4 rojan de derketin pêş me, me dît ku êdî zarokên kurdan dixwazin ji bin tecrîda zimanê tirkî, ji bin tecrîda çanda îktîdarê rizgar bibin. Me dît ku zarok dixwazin azad bi ziman û çanda xwe perwerde bibin. Me dît zarokên bi zimanê xwe fêr dibin bêtir tev li dersan dibin, bêtir bi dengekî bilind dikenin. Me dît ku bêtir ji xwe bawer in û kêfxweş in. Serbilind û şanaz in. Ji ber ku di van dîmenan de li dora def û zirnêyê govend hebû. Di van dîmenan de zarok bi hevre dikeniyan û bi hevre distran. Li ber dengê erbanê stran digotin. Zarok bi ken, stranan mamosteyên xwe pêşwazî dikin. Li dora mamosteyên xwe dibin xelek.

Heta niha dewlet û hikûmetên Tirkiyeyê li pêş çand, ziman û nasnameya kurdan astengî derxist. Dewlet hê jî ji bo zimanê kurdî astengiyan derdixe. Ev nîşanî me dide ku dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê tu carî mafê ziman û çandê bi awayekî fermî nas nake.

Wê demê divê em jî baş li ser vê yekê hûr bibin û êdî hemû karê xwe bi xwe bikin. Em xwe mohtacî dewletê nekin. Em serê xwe li ber dewletê netewînin. Em bejna xwe li ber hikûmetên li rûyê me dikenin û li pişt me sîleyê li me dixin, xwar nekin. Xizmeta perwerde, tenduristî, çand û hemû qadên jiyanê em bi derfetên xwe pêk bînin. Eger kurd xwe bi rêxistin bikin hemû derfetên kurdan heye ku pêdiviyên xwe bi xwe çareser bikin. Hem mamosteyên kurd dikarin zarokên xwe perwerde bikin, hem jî kurd dikarin li tax û gundên xwe dibistanên sereyar ava bikin. Jixwe zarokên kurdan ji duh ve ji vê yekê razî ne. Bes saziyê me yên çand û ziman bibin yek û bi hevkarî berê xwe bidin gundan. Rêxistinên me yên siyasî û rêxistinên civakî jî piştgiriyê bidin saziyê çand û ziman. Ku saziyên me mamosteyan bişînin gundan, welatî jî dikarin her gundî bikin dibistan. Dikarin li her gundekî dibistanekê ava bikin. Bes divê êdî em hêvî û bendewariyên xwe ji dewlet û hikûmetê qut bikin.

Em zarok, ziman û çanda xwe ji tercîdê rizgar bikin

Heta niha ziman, çand û zarokên me di bin tecrîda hikûmet û dewletê de bûn. Bi zimanê xwe nikaribûn perwerde bibin û nikaribûn fikrên xwe bînin ziman. Bi zimanê xwe nikarîbû çanda xwe bijîn û di bin bişaftin û tecrîdê de bûn. Êdî dem dema avakirina dibistanên gundan e. Divê saziyên me kampanyaya ‘Mamoste ji me xwendekar û dibistan ji we’ bidin destpêkirin. Ku em berê xwe bidin gundan, em ê ziman û çanda xwe ji tecrîdê rizgar bikin.

Ku me ziman û çand ji tecrîda hikûmetê rizgar kir, em ê karibin fikrên xwe û pêşengên fikrên azadiyê jî rizgar bikin. Dem dema em tecrîda li ser zarok, ziman, çand, dibistanan bişkînin e. Dem dema azadiya ziman, çand û ramanê ye. Dem dema azadiya pêşeroja kurdan e.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Cardin Kuro Jehro

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîla TV dîmenê çalakiya Zapê parvekir

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîla TV dîmenê çalakiya Zapê parvekir

LEZGÎN - Gerîla TV dîmenê çalakiya Zapê parvekir

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Amara Serhat emaneta axa welat e

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Amara Serhat emaneta axa welat e

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.