Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: “Cejna me ya Azadiyê Newrozê bi ruhê Garê û 8’ê Adarê bi coş pîroz bikin”

Gelê me û dostên me yên li Kurdistanê û derveyî welat guh nedin ti astengiyan, qadên Newrozê dagirin û pêngava me ya 'Dema azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ewlekarî u tenduristiya Rêber Apo ye, di Newrozê de bigihînin asta herî bilind.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/03/2021 - 13:38
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
PKK: Bi lezgînî pêwîstî bi Konferansa Neteweyî heye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek weşand.

PKK, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê Kurd û hêzên demokratîk-şoreşger di Newrozeke nû de ne. Em vê Newrozê bi ruhê serketina Garê, bi pêngava berxwedanê ya ‘dema azadiyê’ pêşwazî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rê ve diçe. Di nava coşa 8’ê Adarê ya Şoreşa Azadiyê ya Jinê de pîroz dikin ku li Kurdistanê bi pêş ve çû û li tevahiya cîhanê belav bû.

Li ser vê bingehê, em ruhê serketinê yê Garê ku gerîlayên me yên leheng afirandin û coşa 8’ê Adarê silav dikin. Cejna Azadiyê Newrozê di serî de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan, gelê me û dostan pîroz dikin. Di şexsê şehîdê me yê mezin ê Newrozê Mazlûm Dogan de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Di sala nû ya Newrozê de ji her kesên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin serketinê dixwazin.

‘LI SER BINGEHA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO EM DIXWAZIN BI HER AWAYÎ AZAD BIBIN’

Weke ku tê zanîn Newroz yek ji cejnên azadiyê yên gelan a herî kevn e. Hişmendiya Newrozê di parastina hebûna gelê Kurd û dewamkirina daxwaza azadiyê de xwedî cihekî diyarker e. Rêber Abdullah Ocalan di Newroza 1973’an de hîmê PKK’ê danî û ev hişmendiya azadiyê ji nû ve afirand. Hevrê Mazlûm Dogan di Newroza 1982’an de qirkeriya dewleta Tirk a faşîst têk bir û Berxwedêriya Kawayê Hemdem afirand. Li ser bingeha van û bi fermandariya Lehengê me yê Neteweyî Mahsûm Korkmaz de hêzên me yên gerîla rastiya gelekî bûye Newroz afirandin.

Niha em di salvegera 48’an a vê destpêka mezin a dîrokê de ne. Em dikevin sala çilî ya Berxwedêriya Kawayê Hemdem. Ya ku me weke tevger û gel di nava 39 salan de kir, eynika karê me yê sala çilî ya berxwedanê ye. Weke partî, gerîla, hêzên jin, ciwan, gel û hêzên demokratîk ên li dora Berxwedana Îmraliyê ya mirovê azad Rêber Apo civiyane, di vê sala çilî ya berxwedanê de em dixwazin tecrîda li Îmraliyê bişikînin, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin, li her qadê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin, li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji her alî ve azad bibin, azadiyê bi dest bixin. Di vê çarçoveyê de em têgihiştî ne, rêxistinbûyî ne, amade ne, bi biryar in û em ê teqez bi ser bikevin.

Eşkere ye ku em bi berxwedan û serketina mezin a Garê ya dîrokî ya gerîlayên me yên leheng dest bi saleke nû ya Newrozê dikin. Lewma Newroza 2021’ê ew Newroz e ku bi ruhê serketin û berxwedana Garê tê pêşwazîkirin. Ruhê serketina Garê mohra xwe li her çalakî û pîrozbahiyên li her qadê dixe. Eşkere ye ku gerîlayên me yên leheng wê li dijî dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst-qirker, bi ruhê berxwedan û serketina Garê şer bikin û teqez bi ser bikevin. Li ser vê bingehê em careke din serketina Garê ya gerîlayên me yên leheng û Cejna Azadiyê Newrozê pîroz dikin û serketinê ji wan re dixwazin.

‘EM BANG LI JINAN HEMÛYAN DIKIN KU QADÊN NEWROZÊ DAGIRIRIN’

Her wiha eşkere ye ku pîrozbahiyên Newrozê bi çalakiyên 8’ê Adarê re bûne yek. Bêguman ev yek hem rast e hem jî bi wate ye. Bi vî rengî, rastiya azadiyê ya Newrozê li xeta azadiyê ya jinê tê. Çirûska azadiyê ya jinan bi agirê azadiyê yê Newrozê digihêje serketinê. Kurd bi pêşengiya jinên ber bi azadiyê ve dimeşin vediguhere gelê Newrozbûyî. Jin hişmendî û coşa 8’ê Adarê û Newrozê bi hev re dijîn, bi vî rengî qadan dadigirin û dibin pêşengên azadiyê. Li ser vê bingehê em careke din Şoreşa Azadiya Jinê silav dikin û bang li jinan hemûyan dikin ku bi agirê azadiyê yê Newrozê ji bo meşa ber bi serketinê ve qadên Newrozê dagirin.

‘EM NEWROZÊ LI XELKÊ XWE YÊ ŞENGALÊ Û ROJAVA PÎROZ DIKIN’

Di demekê de ku em; tevger û gel pêşwaziyê li Newrozeke nû dikin, dijminên Kurdan bi taybetî li Şengalê û Rojava li pey lîstik û provokasyonên nû ne. Ji aliyekî ve hewl didin bikevin nava têkilî û tifaqên nû, ji aliyekî jî zextên leşkerî û gefan dixwin. Bi vî rengî, ji wan heye ku gelê me yê ji gef û komkujiyên DAÎŞ’ê netirsiya, wê ji wan bitirse! Xelkê me yê Şengal û Rojava bi berxwedana bi lehengî nîşan dan ku ev yek wê pêk neyê, wê her cûre lîstikan têk bibin. Em careke din berxwedana gelên xwe yên Şengal û Rojava silav dikin ku li ser bingeha xweseriya demokratîk bi rê ve dibin, Newrozê li wan pîroz dikin. Bila zanibin ku tevgera me ya azadiyê û gelê me heta dawiyê bi wan re ye.

‘EM TÊKOŞÎNA XWE YA ŞOREŞA YEKBÛYÎ DI XETA SERKETINÊ DE BI PÊŞ VE BIBIN’

Faşîzma AKP-MHP’ê ku li Garê derba kuştinê xwar, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo tepisandina gelan û bêdengkirina siyaseta demokratîk, terora xwe ya faşîst-qirker heta jê tê dimeşîne. Qirkirinê li Kurdan ferz dike, li dijî gelên Tirkiyeyê jî zexteke faşîst a topyekûn û terorê dike. Li dijî êrişkariya faşîst-qirker a navborî, bi pêşengiya jin û ciwanan gelên me bi lehengî li ber xwe didin û hewl didin ku pêngava me ya berxwedanê ya Dema Azadiyê bi ser bixînin. Xuya ye ev berxwedan wê di pîrozbahiyên Newrozê de li her qadê belav bibin û bigihêje asteke nû ya bilind. Li ser bingeha van hemûyan em Newrozê li gelê xwe, li gelên Tirkiyeyê, dostên HBDH’î pîroz dikin û bang li wan dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna xwe ya şoreşa yekbûyî di xeta serketinê de bi pêş ve bibin.

Li pêş çavan e ku têkoşîna azadiyê ya gelê me û hêzên me yên gerîla yên leheng ji sînorên Kurdistanê jî wêde çûye û li Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê belav dibe. Li herêmê û her devera cîhanê hêzên demokratîk û şoreşger û bindest, li dijî hevkarî û faşîzma AKP-MHP’ê hîn bi xurtî piştgiriyê didin têkoşîna me ya azadiyê. Têkoşîna azadiyê ya gelê me weke têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê dibînin. Bi wesîleya Cejna me ya Azadiyê Newrozê em têkoşîna wan hemûyan ên ji bo azadî û demokrasiyê silav dikin, bang li bindestan û hêzên demokratîk-şoreşger dikin ku bi gelê me û tevgera me ya azadiyê re hîn bi xurtî têkiliyê deynin, piştevaniyê bikin û li dijî faşîzmê, têkoşîna hevpar mezin bikin.

‘EM HIŞYARIYÊ DIDIN HÊZÊN KU PIŞTGIRIYÊ DIDIN FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê

Di vê demê de ku em; tevger û gel Newrozeke nû pêşwazî dikin, dibînin ku li welatê me li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dewam dike û lêgerînên nû yên siyasî ketine rojevê. Xuya ye ku hin derdorên berjewendiyê yên serdest, hîn bêhtir piştgiriyê didin rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê ku dijminê Kurdan e û qirker e, hîn bêhtir dibin şirîkê qirkirina Kurdan. Ji bo xatirê berjewendiyên siyasî û aborî yên erzan, bêhtir êrişî tevgera me ya azadiyê û gelê me dikin û hîn zêde piştgiriyê didin komkujiyên qirker-faşîst. Ji wan heye ku bi vî rengî wê hîn bêhtir berjewendiyan bi dest bixin, lê xwe dixapînin. Bi wesîleya Newrozê em careke din hişyariyê didin van hêzan. Divê zanibin ku bi piştgiriya ji bo faşîzma AKP-MHP’ê, bi şirîkatiya li qirkirina Kurdan êdî nikarin tiştekî bi dest bixin. Em bang li van hêz û derdoran dikin ku hurmetê nîşanî îrade û daxwaza azadiyê ya gelê me bidin ku bi Newrozê re tê nîşandan.

‘PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ WÊ BIGIHÊJIN ASTA HERÎ BILIND’

Hêzên faşîst-qirker, efendiyên wan ên emperyalîst û xulamên wan ên noker çiqasî êriş dikin bila bikin wê nikaribin têkoşîna azadiyê ya gelê me asteng bikin, têkoşîna me wê di pîrozbahiyên Newrozê de bigihêje asta herî bilind. Gelê me û dostên me yên li Kurdistanê û derveyî welat guh nedin ti astengiyan, qadên Newrozê dagirin û pêngava me ya ‘Dema azadiyê’ ku ji bo azadiya fîzîkî ewlekarî u tenduristiya Rêber Apo ye, di Newrozê de bigihînin asta herî bilind. B vê bîr û baweriyê Newrozê careke din li her kesên ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin, di serî de jin û ciwan bang li tevahiya gelê me û dostên me dikin ku li her derê dakevin qadên Newrozê, Cejna me ya Azadiyê Newrozê bi ruhê Garê û 8’ê Adarê bi coş pîroz bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Zarokên Agir, Bi Agirê Newrozê ve Şewitand

Nivîsa Pêş

KONGRA-GEL: “Di vê pêvajoyê de tevlêbûn û pîrozbahiyên Newrozê pir girîng e”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KONGRA-GEL: “Di vê pêvajoyê de tevlêbûn û pîrozbahiyên Newrozê pir girîng e”

KONGRA-GEL: "Di vê pêvajoyê de tevlêbûn û pîrozbahiyên Newrozê pir girîng e"

Gelê Efrînê Meşeke bi heybet salvegera dagirkeriyê protesto kir

Gelê Efrînê Meşeke bi heybet salvegera dagirkeriyê protesto kir

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.