Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Newroz li dijî zaliman roja geşkirina têkoşînê ye

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkilî Newrozê daxuyanî da û got, ''Fedayiyên gelê Kurd weke agirê ku Kawayê Hesinkar li qesra Deheqê Zalim pêxistî, agirê azadiyê geş kirine.''

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/03/2021 - 12:15
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: ‘Ti rastiya nûçeyên medyaya PDK’ê nîne’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke niviskî da û cejna Newrozê pîroz kir.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê got,”Gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn pêşwazî li Newrozeke dî jî dikin. Di serî de Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bêrîvan, Ronahî, hemû şehîdên Newrozê ku giyanê Newrozê heta bi îro anîn bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em Newroza Rêber Apo pîroz dikin ku gelê Kurd kirî gelê Newrozê û hemû nirxên netewî, civakî û çandî yê di Newrozê de derxistî holê. Em Newroza gelê serhildan û gelê Newrozê ya gelê Kurd, ya gerîlayên ku li çiya û deştan şer dikin, ya hemû şervanên azadiyê yên li zindanan pîroz dikin. Em bawer dikin ku Newroza 2021’an bi pêngava ‘Dem dem azadiyê ye’ re wê bibe yek, desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hilweşîne û di azadkirina gelê Kurd û Rêber Apo de bi roleke mezin rabe, bi vê bingehê em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku ber bi qadên Newrozê ve biherikin” û ev tişt diyar kirin: ”Van rojên dawî li ser tendiristiya Rêber Apo agahiyên neçê hatine bihîstin. Ji vî alî ve jî divê Newroza 2021’an bibe Newroza şikandina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo û pêngava ‘dem dema azadiyê’ were geşkirin. Ev Newroz divê bibe Newrozeke wiha ku dilsoziya bi Rêber Apo bi asta bilind were nîşandan û bibe Newrozeke ku wê kesek nikaribe dest bide Rêber Apo.

‘ÎRO ZÊDETIR HEWCEYÎ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELAN HEYE’

Îro li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tam rewşa beriya niha bi 2633 salan tê jiyîn. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ne ku tenê zilmê li gelê Kurd dike, polîtîkayeke wiha dike ku siberoja hemû gelên Rojhilata Navîn reş dike. Rê û rêbazên ku bi kar tîne,ji zilma Deheqê zalim a li ser gelen kirî, zêdetir e. Tam weke beriya niha bi 2633 salan, hewceyî bi wan gelan heye ku bi pêşengiya Kawa serî hildane. Sala 2021’an tam jî weke beriya niha bi 2633 salan divê bibe sala rabûna ser piyan û hilweşandina desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku Dehaqên niha ne. Pîrozbahiya Newroza 2021’an li her deverê divê bi vê hedefê were pêkanîn.

Newroz hem roja parastin û xurtkirina hebûna gelê Kurd û nirxên Netewî ye û hem jî li ser hîmê xwîşk û biratiya gelan roja geşkirina têkoşînê ya li dijî zaliman e. Di roja berdest de ji her demê zêdetir hewceyî pê heye ku gel bi hev re têkoşînê geş bikin. Gelê Kurd li ser hîmê pêkanîna yekîtiya xwe bi gelên cîran re dema ku li dijî zaliman bi hev re têbikoşe hem wê hebûna xwe ya netewî mîsoger bike û hem jî gelê Rojhilata Navîn azad bike. Ji ber ku îro îro têkoşîna dijî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hem têkoşîna hebûna netewî ye û hem jî têkoşîna azadbûna gelên Rojhilata Navîn e.

Gelê Kurd ev 30 sal in bi serhildanên ku Newrozan kirî bûye hêza pêşeng a azadiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn. Nexasim têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nirxên xweşiktiya li nirxên Newrozê yên bi hezaran salan zêde kirine, gelê Kurd ku gelê Newrozê ye, bûye roj û qibleya ku mirovahî ji bo azadiyê berê xwe dayê.

‘HER QADA NEWROZÊ DIVÊ BIBE QADA KU TÊKOŞÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ LÊ GEŞ BÛYÎ’

8’ê Adarê jinên Kurd nîşan dan ku jinên Kurd hêza herî çalak a têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê ye, vê jî nîşan daye ku Newroza 2021’an bi giyanê azadiya jinê bi rengekî xurtir wê were pîrozkirin, daniye holê ku dwiya mêtingerên qirker û hemû zaliman nêzîk e. Jin û ciwanên Kurd divê daxwaza li azadiyê û kelecaniya xwe ya 8’ê Adarê bigihînin Newrozê, her qada Newrozê dive bibe qada ku têkoşîna azadî û demokrasî lê geş bûyî.

Pîrozbahiyên Newrozê yên bi dehan salan, tecrûbe û bêrîkirinên şehîdan ku di van serhildanan de şehîd bûne, Newroz kirine ew demên ku gelê Kurd têkoşîna jiyana azadî û demokrasiyê bi asta herî bilind rê ve birî. Hêza jiyana azad û demokratîk a di giyanê Newrozê de bi wê hêzê ye ku dikare her cure zilmê hilweşîne. Ji ber vê zalim û hêzên qirker di her Newrozê de ditirsin. Di Newroza 2021’an de bi vî giyanî li her deverê bi hêzeke mezin divê mirov xwe berde meydanan û tişta ku zalim jê ditirsin mirov bîne serê wan.

Fedayiyên gelê Kurd, weke agirê ku Kawayê Hesinkar li qesra Dehaqê Zalim pêxistî, agirê Newrozê pêxixstine. Agirê ku Kawayên Hemdem li Garê pêxistin, li deştan, çiyayan, gundan, li taxan û li her deverê divê were geşkirin û sala 2021’an bike sala azadiyê.

Êdî dema wê hatiye ku bi Rêbertiya Azad re û bi welatê azad re were jiyîn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mûrat Karayilan: Hûn nikarin bi rêya tundiyê gelê Kurd teslîm bigirin

Nivîsa Pêş

PJAK: Divê gelê me bi ruhê serhildana 1999’an xwedî li Rêber Apo derbikeve

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
PJAK: ”Li hember senaryoyên Komara Îslamî helwesta xwe diyar bikin”

PJAK: Divê gelê me bi ruhê serhildana 1999'an xwedî li Rêber Apo derbikeve

ROJEVA 1’Ê ADARA 2021’AN

ROJEVA 18’Ê ADARA 2021’AN

Manşet

  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin
  • Li Stuttgartê, Endamên Ciwan Ên TCŞ Li Dijî Dagirkeriyê Afîşan Daliqandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Azadbûn, Di Wateyekê De Hêza Nîqaşkirin, Bîryar Girtin û Meşandina Têkiliyên Di Navbera Kesayetan De Îfade Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.