Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Garê balansa wan xira kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/03/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
ANALÎZ – Şikestin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand 
Artêşa Tirk li Garê bi bin ket. Piştî têkçûna Garê der barê encaman de gelek nirxandin û şîrove çêbûn. Herî zêde jî mijar di nava Tirkiyê de tê nîqaşkirin. Bêguman di nava civaka Kurd de jî serkeftina gerîla ya li Garê mezin deng veda. Xuya ye ku Emerîka û Ewrûpa jî binketina dewleta Tirk dinirxînin. Polîtîkaya dewleta Tirk teşhîr dibe, desthilata AKP-MHP kete rewşek hîn lawaztir. Wekî fermandariya biryargeha HPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşankirî, Garê bû destpêka dawiya vê desthilatê. Vê têkçûnê ewqas bandor kir ku, muxalefet dibêje bila hesabê binketinê bê dayîn, desthilat jî temamî ketiye rewşa parastinê. Tayyip Erdogan, Devlet Bahçelî û Suleyman Soylu ketine pêşbirka parastina hevdu. Ev rewşa ruhî û derûnî delîl û nîşaneye ka qedera wan çiqas yek e. Her kes wan wekî berpirs dibîne, ew vê yekê wekî dijminahiya li dewletê û xayîntiyê pênase dikin. Binasê wan e, ew sucdar in lewma qîr û hawara wan e.

Gelek şîrovekar dibêjin, tirsa Erdogan ya ji ber binkeftina tevgera dagirkirinê ya li ser Garê, ji tirsa dema pere di qutiyên pêlavan de veşartî hîn mezintir e. Cara yekê ye ku rojev bi temamî bûye lêpirsîna Tayyip Erdogan û desthilata AKP’ê. Heta niha di navbera desthilata AKP û muxalefetê de zimantûjî hebû. Lê cara yekê ye ku di navbera desthilat û muxalefetê de beramberiyek ciddî çêbûye. Yan jî muxalefetê dît ku desthilata AKP-MHP bi vê binkeftinê lawaz bûye, lewma şantajên desthilatê ciddî negirtiye.

Gotûbêj ew e, ne tenê di hundirê Tirkiyê de, li derve jî hevsengî û balansa vê desthilatê xirab bûye. Tê gotin di encama vê binkeftinê de gelên Tirkiyê wê bikarin ji vê desthilatê rizgar bibin. Ev demeke raya giştî ya hundir wisa difikirî, êdî raya giştî ya derve jî wiha difikire. Nîşana vê ya eşkere ew bû, hem Emerîkayê hem jî gelek welatên Ewrupayê eleqe nîşanî daxuyaniya AKP’ê ya rastiyên li Garê berevajî dike nedan û jê bawer nekirin. Têkçûn û binketina li Garê hem di nava Tirkiyê de, hem li derve lingê desthilata AKP’ê şemitandiye. Desthilata AKP-MHP ya ketî vê rewşê, dê şaştiyên nû bike, dawiya xwe nêzîktir bike. Jixwe piştî binketina li Garê wekî kerran axivîn, lê nebihîstin ka çi dibêjin, wekî koran kiryarên xwe ji nedîtî ve hatin. Ev jî rewşa di encama têkçûnê de eşkere radixe ber çavan. Di her rewşê de ji niha û şûn de wê ji bo desthilata AKP’ê nirxandina ‘berî Garê û piştî Garê’ pir bê kirin.

Binketina dewleta Tirk li Garê herî zêde li Başûrê Kurdistanê hat goftugokirin. Ji ber têkçûna artêşa Tirk ya li Garê herî zêde gelê Başûr kêfxweş bû. Li herêmên di bin desthilata PDK’ê de jî gel ev binketin û têkçûna artêşa tirk wekî cejnê pîroz kir. Dibe ku ji ber zextên PDK’ê nekarîbin derkevin kolanan, lê mîsoger e ku ketine nava hest û kelecana cejnê. Ji niha pê ve gelê Kurd dê baweriya xwe bi sucdariyên PDK yên li dijî PKK û gerîla neyîne. Dijberî wê gel dê bêje gerîla Başûrê Kurdistanê diparêze. Ji ber ku eger li Garê serkeftîbana, dê ev tevgerên dagirkirinê dewam bikirina û Başûr hemû dagir bikirina. Ji vî alî de berxwedana Garê herî zêde bûye parastina Başûr. Careke din hat dîtin gerîla hêza sereke ya parastina statuya Başûrê Kurdistanê ye. Heke ji niha şûnde PDK an hêzek din rabe gotinek neyînî ji gerîla re bêje, dê ew bi xwe rûreş bibin. Bi vî rengî dê gelê Başûr jî zêdetir li dijî peywendiya di navbera PDK û dewleta Tirk de rabe. Piştî serketina Garê ku bûye serketina Kurdan hemû, gelê Başûr li gerîla xwedî derketiye û gotiye ku gerîla hêza parastina wan e. Gerîlayên ku bi sala ne Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Şingal û Mexmûrê diparêzin, li gel berxwedana li Garê ya ku herêmeke hundir ya Başûr e, nîşan daye, bûye roniya çavên gel. Lewma eger PDK polîtîkaya dorpêçkirina gerîla neterikîne, di serî de gelê Başûr dê li ber rabe.

Berxwedana Gare bûye serkeftin û zafera Kurdên Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat hemûyî. Ev serkeftin ya hêzên siyasî yên li çar beşên Kurdistanê tevî ye. Jixwe hêzek wisa ya çar beşên Kurdistanê destek dike nebûya gerîla di vî astî de nedikarî li ber xwe bide. Her wiha gerîla hemû taybetî û xisletên egîdî û lehengiya Kurdan di xwe de berhev û şênber kiriye; li ser xeta bîrdozî û siyasî ya Rêber Apo ev lehengî derxistiye astek hîn bilindtir. Gerîla bi berxwedana dehan salan hêzek mezintir li karakterê Kurdan yê berxwedêr bar kiriye. Ji ber vê ye ku gerîla çavkaniya rûmet û serfiraziyê ya Kuran hemû ye. Ji ber vê, gelê Kurd li gerîla xwedî derdikeve û gerîla himêz dike.
Bi berxwedana Garê gerîla bûye hêza azadî û hêza parastinê ya çar beşên Kurdistanê. Li çar beşên Kurdistanê niha ev lehengiya gerîla li ser zar û zimana ye. Gelê Kurd ji ber hebûna gerîlayek wiha leheng, êdî bi hêvî û baweriyeke mezintir li paşerojê dinêre.

Bi berxwedana Garê re dê gelên din yên Rojhilata Navîn jî zêdetir gerîla wekî hêza xwe ya azadiyê bibînin. Jixwe feraseta Rêber Apo ya netewa demokratîk gerîla kiriye hêza parastin û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn hemûyî. Rêber Apo, PKK û gerîla bûne hêzek şoreşger ya wisa ku li her devera dinyayê tên nasîn û tên qebulkirin.

Dewleta Tirk di êrişa hewayî ya nedîtî de bi tonan bombe li Garê barand. Sekna li dijî vê êrişê ne tinê li ser gelên cîhanê, lê li ser hêzên dewletan jî bandor kiriye. Gerîlayên Kurdistanê li dinyayê rêzdariyeke mezin çêkirine. Ya herî giring Gare di heman demê de qada YJA Starê ye. Jixwe nîvê gerîlayên li Garê jin in. Her wekî li Heftenînê, li Garê jî gerîlayên jin li dijî hêzên faşîst û qirker bi lehengî li ber xwe dane. Bi vê berxwedanê bandora PKK û gerîlayên azadiyê ya li ser herêm û dinyayê qat bi qat zêdetir bûye. Êdî dinya hemû dizane li hemberî dewleta tirk a qirker tevgera azadiyê û gerîlayên wê hene. Vê tevgerê û gerîlayên wê cihê xwe di dilê gelên dinyayê de çêkiriye.

Bi wê bawerî û hêviyê, berxwedana Garê, azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Rojhilata Navîn nêztir bike.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 1’Ê ADARA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Desteya Werzîşê ya Ciwana Li Kobanê perwerdeya Ragihandinê Vekir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Desteya Werzîşê ya Ciwana Li Kobanê perwerdeya Ragihandinê Vekir

Desteya Werzîşê ya Ciwana Li Kobanê perwerdeya Ragihandinê Vekir

Ciwanên Kobanê dibistana restore dikin

Ciwanên Kobanê dibistana restore dikin

Manşet

  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.