Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dayika Rohat Aktaş: Vê erdnîgariyê bi hêsirên çavên dayikan hatiye avdan

Bi ser qetilkirina rojnameger Rohat Aktaş ku dema qedexeyên derketina kolanan ên Cizîrê de 5 sal derbas bûn. Dayika Aktaş, Melîha Aktaş, tiştê di wê pêvajoyê de jiyan vegot û wiha axivî: “Êdî bila ev zilm xelas bibe.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/02/2021 - 12:59
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Dayika Rohat Aktaş: Vê erdnîgariyê bi hêsirên çavên dayikan hatiye avdan
ParvekeTweet

AMED – Di dema qedexeyên derketina kolanan ên Cizîrê de Midurê Karên Nivîsê yê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê ku nûçe dişopandin jî di nav de bi sedan mirovan zêdetir di “jêrzemînên wehşetê” de hatibûn qetilkirin. Bi ser vê bûyerê re 5 sal derbas bûn. Di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina kolanan li navçeyê hatibû îlankirin. Aktaş wê demê li gel israrên “vegere” gotibû “Heke tu rastiya li vê derê nîşan nedî tu wateya pîşeya rojnamegeriyê namîne” û herem terk nekiri bû.

LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN

Rohat Aktaş, di meha yekemîn a pevçûnan de di encama bombekirina mala tê de dima birînda bû û destûr nehat dayîn ku bi birîndarên din re bibin nexweşxaneyê. Derbarê komkujiyê de tu lêpirsîn nehatin vekirin lê derbarê xebatkarên rojnameya Azadiya Welat ku Aktaş û mirina wî kirin nûçe de lêpirsîn hat vekirin.

DI BIN BOMBEBARANÊ DE HEVDÎTINA TELEFONÊ

Dayika Melîha, ku dema kurê wê birîndar, di navbera Cizîr û Nisêbînê de di çalakiya sivîlan dabû destpêkirin de cih digirt, ew pêvajo û hevdîtina telefonê ya dawî ku bi kurê xwe re kir vegot. Aktaş, diyar kir ku dema li Girê Mîra bi kurê xwe re hevdîtina telefonê kir û wiha axivî: “Dema li min geriya dengê bombe û pevçûnê dihat. Dengekî ewqas zêde bû ku weke barana bombeyan bû. Kurê min got ê li jêrzemînê û ji ber şebeke baş nedikişandin derketibû ser pêlekanê. Digot divê demildest biçe hundir. Piştî ku xatira xwe xwest 3 caran got ‘Dayê li xwe baş binêre’. Piştî wê telefonê êdî me tu agahî jê ne girtin. Me qet hizir nedikir ku dê rewşeke wisa bê jiyîn. Me hêvî dikir ku wê bibin nexweşxaneyê tedawî bikin lê wisa nebû. Heta wexta ez ber bi Cizîrê ve çûm. Min xewlî û pîceme girtin. Min got heke kurê min li nexweşxaneyê tedawî bibe ev dê lazim bin. Lê me qet texmîn nekir ku komkujiyeke wisa dê bê jiyîn.”

‘WEKE XWELIYÊ BÛN’

Dayika Melîha Aktaş, anî ziman ku di jêrzemîna ewil şewitandin de navê 27 welatiyên hatin qetilkirin hatin aşkera kirin û wiha got: “Zarokên me li wir hatin qetilkirin. Dema me nobet digirt her roj cenaze diçûn navçe û bajarên cuda. Em jî ji bo ku wan cenazeyan teşhîs bikin diçûn morgan. Em dibêjin cenaze lê ji bo ku mirov bêje cenaze hezar şahid lazim bûn. Ji ber ku ji cenazeyan tiştek ne mabû. Weke rejû û xweliya reş bûn. Me ji tiştên bi çavên xwe didîtin bawer nedikir. Me digot mirov çawa dikevin vê rewşê. Yek morga em ji bo teşhîskirina cenazeyan çûn jî navçeya Silopiya bû. Cenaze hatibûne asteke wisa belkû deh caran min kurê xwe li morga Silopiya ditî bû lê min nas nekiribû.”

Dayika Rohat Aktaş, bi bîr xist ku cenazeyê kurê wan encax bi testa DNA’yê hate teşhîs kirin û got ku cenazeyê kurê xwe di 26’ê sibata 2016’an de spartin axê.

Dayika Melîha, da zanîn ku sedemê mirina kurê wê weke “sedema nayê zanîn” di rapora otopsiye de cih girt û wiha berdewam kir: “Exlak, isûl û edebeke her tiştî heye. Di rapora otopsiyê ya Rohat de sedemê mirinê weke “sedemê nayê zanîn” hatiye nivîsîn. Ew bijîşk çiqas sedemê nayê zanîn binivîse jî em û hemû cîhan rastiyê dizanin. Dûyên reş ên ji Cizîrê radibûn ji cenazeyê Rohat û Mehmet radibûn. Çawa ‘sedemê nayê zanîn’ sedem diyar bû.”

‘RENGÊ HÊSIRÊ ÇAVAN NÎNE’

Dayika Melîha Aktaş, bang li gelê kurd kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila gelê me bibe yek. Bila kes wan nexapîne, rastî li pêş çavên hemû cîhanê qewimîn. Belkû ji bo nehat hesaba wan dengê xwe nekirin lê herkes rastiyê dizane. Ev zilm wê çiqas li ser me bê meşandin? Axa vê erdnîgariyê bi hêsirên çavên dayikan hatiye avdan. Ev rewş wê heta kengî bidome? Rengê hêsirê çavan nîne, êş li her derê êş e. Êdî bila ev zilm xelas bibe.”

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gelê Şengalê bibiryare: Nobeda asayîşê ket roja 85’an

Nivîsa Pêş

Dewleta Baviksalarî: Îranê jina qeyrana dil derbas kir bi dar ve kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dewleta Baviksalarî: Îranê jina qeyrana dil derbas kir bi dar ve kir

Dewleta Baviksalarî: Îranê jina qeyrana dil derbas kir bi dar ve kir

LEZGÎN- Binarê Qendîlê hate bombebarankirin

LEZGÎN- Binarê Qendîlê hate bombebarankirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.