Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 şehîdên Çelê parvekir

"Heta ku em têkoşîan şehîdên xwe yên qehreman bi serfiraziyê tacîdar bikin, em ê têkoşînê bidomînin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/12/2020 - 13:13
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 şehîdên Çelê parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Di daxuyaniya xwe ya 13’ê Tebaxa 2020’î de me ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker sibeha 26’ê Tîrmehê li qada Stûna ya navçeya Çelê ya Colemêrgê bi piştgiriya kontrayan dest bi operasyoneke dagirkeriyê kiriye, di vê operasyonê de di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimiye, di vî şerî de 2 dagirker hatine cezakirin, 4 dagirker birîndar bûne û hevrêyên me Delîl û Şervan ên bi lehengî li dijî yekîneyên dijmin şer kirin şehîd bû-ne.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Delîl Sîpan
Nav paşnav: Denîz Îbrahîm Tek
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Nûrhan-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Tîrmeha 2020 / Çelê

Nasnav: Şervan Xîzan
Nav paşnav: Sitki Tagay
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Melîke-Mîthat
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Tîrmeha 2020 / Çelê

Dewleta Tirk a mêtinger ku li ser înkarkirina Kurdan ava bûye, ji bo karibe hebûna xwe ya bi karakterê qirkeriyê dewam bike, timî pîlan û projeyên qirkirinê çêkiriye. Armanca van pîlan û projeyan ew e ku di serî de gelê Kurd hemû nasnameyên cuda û gelên ji baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê bikin Tirk. Di vê çarçoveyê de bi Pîlana Şark Islahat û pîlanên piştî wê hatin amadekirin, xwestin ku welatê bi hezaran salan ê gelê Kurd Kurdistanê ji Kurdan xalî bikin û Kurdan bêbingeh bihêlin.

Lê belê gelê Kurd li dijî van polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker û qirker, rabirdûya komkujî û sirgûnê ya li wan hate ferzkirin ji bo azadiya Kurdistanê kirin hinceta têkoşînê.

Hevrêyê me Delîl ku ji kevneşopiyeke wiha tê, tevî ku li cihekî bi hezaran kîlometreyî dûrî welatê xwe ji dayik bû, ev rastiya gelê xwe her tim di dilê xwe de hîs kir û ji bo xwe kir wezîfeya bingehîn ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê dest pê kir û bandorê li tevahiya Kurdistanê dike.

Hevrêyê me Delîl ji dema ku hatiye çiyayên azadiyê yên ku kelehên berxwedanyê yên azadiyê ne, di warê gerîlabûnê de zehmetî nekişandiye. Ji bo roja pêşîn ve hewl daye hemû taybetiyên gerîlayiyê hîn bibe, tiştên hîn bibe jî di jiyanê de têxe meriyetê. Hevrê Delîl bi ked û mutewaziyeke mezin gerîlatî hîn bûye û li qadên herî dijwar ên têkoşînê pratîk kiriye û di nava demeke kurt de bûye milîtanekî pêşeng. Xwesteka herî mezin a hevrê Delîl ev bûye ku tola hevalên xwe yên şehîd bistîne. Ji bo vê jî di hunera leşkerî de profesyonelî ji xwe re kiriye hedef. Di heman demê de ji bo paradîgmaya Rêber Apo fêm bike û di çarçoveya vê paradîgmayê de bibe xwediyê jiyaneke rast her dem di nav lêgerînan de bû. Ev lêgerînên hevrêyê me Delîl bûye sedem ku ew li ser xeteke fedaî tevlî têkoşînê bibe.

Hevrêyê me Şervan jî li Hîzana Bedlîsê di nav malbateke kurdewar û welatparêz de ji dayik bûye. Ji zaroktiya xwe û vir ve li herêma Xerzanê bi guhdarîkirina destanên serhildan û qehremantiyê mezin bûye û hay ji welatparêziyê çêbûye.

Wî dîtiye ku li hemberî qirkirinên dewleta Tirk welatparêzî bi tenê têr nakee û ji bo ku van polîtîkayên qirkirinê ji holê rake, bawerî bi vî tiştî aniye ku têkeve nav têkoşîneke çalak û radîkal. Ji bo vê jî bawer kiriye ku têkoşîna herî rast û encamgir gerîlatî ye û berê xwe daye çiyayên azadiyê yên Kurdistanê.

Ji roja ku tevlî nav gerîlayan bûye, hevrê Şervan bi sadebûn û xwezayibûna xwe bal kişandiye , bi berpirsyariyeke mezin tevlî nav xebatên şoreşê bûye. Hevrê Şervan baş fêm kiriye ku piştî dewleta Tirk di warê leşkerî de têk biçe wê polîtîkayên li ser gelê Kurd ên înkar û îmhayê bi dawî bibe û ji bo bidestxistina başbûna leşkerî bawerî bi profesyonelbûnê aniye. Hevrê Şervan baş femkiriye ku pêşengtî ev e ku di nav jiyanê de jî pêşeng be û bi kedeke mezin li her qadê bûye mînaka fedaîbûn û pêşengtiyê.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd ên qehreman, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û heta ku em têkoşîan şehîdên xwe yên qehreman bi serfiraziyê tacîdar bikin, em ê têkoşînê bidomînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPG: PDK dixwaze îftira bavêje me

Nivîsa Pêş

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya 2 şehîdan parvekir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya 2 şehîdan parvekir

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya 2 şehîdan parvekir

LEZGÎN – HPG: Hêzên PDK’ê hewl dan êrîşî kampên me yên li Garê bikin

LEZGÎN - HPG: 6 Dagirker hatin cezakirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.