Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

HPG’ê nasnameya 5 şehîdên Operasyona Şoreşgerî ya Elkê parvekir

"Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûn ku ji ber şert û mercên şer nekarî bên eşkerekirin, lewma di dema xwe de bi raya giştî re nekarî bên parvekirin"

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/11/2020 - 12:15
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 5 şehîdên Operasyona Şoreşgerî ya Elkê parvekir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bi bîr xist, ku li navçeya Elkê ya Şirnexê di 24’ê Îlona 2015’an de li dijî saziyên leşkerî yên dewleta Tirk operasyoneke şoreşgerî hatibû lidarxistin û di encamê de 75 dagirker hatibûn cezakirin, bi vî rengî berxwedaneke dîrokî hatibû nîşandan.

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin, “Di 24’ê Îlona 2015’an de hêzên me li navenda navçeya Elkê ya Şirnexê, li dijî saziyên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker Operasyona Şoreşgerî ya Elkê pêk anîn, 75 dagirker ceza kirin û bi vî rengî berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Şerê navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker bi rojan dewam kir, gelek caran bi balafirên şer bombardûmaneke giran li herêmê hate kirin. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûn ku ji ber şert û mercên şer nekarî bên eşkerekirin, lewma di dema xwe de bi raya giştî re nekarî bên parvekirin. Hevrêyên me Helena, Xwînrêj, Têkoşer, Piling û Dara di şer û êrişên hewayî de tevlî karwanê nemiran bûn.

Agahiyên li ser hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Helena Botan
Nav paşnav: Besna Rahat
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Fatma-Abdulsamet
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê
Nasnav: Xwînrêj Cûdî
Nav paşnav: Sekvan Kaçan
Cihê jidayikbûnê: Bexda
Dayik-Bav: Vasfiye-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê
Nasnav: Têkoşer Cîlo
Nav paşnav: Yûnûs Torsûn
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Emîne-Şukru
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê
Nasnav: Piling Gelî
Nav paşnav: Mehmet Şîrîn Yazici
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Vesîle-Nedîm
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê
Nasnav: Dara Moxta
Nav paşnav: Ahmet Katar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Gullu-Cafer
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê

Li dijî plana têkbirinê ya ku dewleta Tirk a dagirker li hember gelê Kurd xiste meriyetê, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li warê fîşeka destpêkê û vejînê li Botanê bi berxwedanek destanî bersiv dan. Nîşan da ku heta dawî li dagirkerî û faşîzmê bê anîn û serketin bê bidestxistin, wê têkoşîna azadiyê dewam bike. Li gel hewldanên çareseriya aştiyane yên Rêber Apo, dewleta Tirk a dagirker bi têgihiştina qirkeriyê evgeriya û hewldanên Rêber Apo ji bo xwe weke firsendeke nû ya qirkirinê dît. Lewma li dijî gelê Kurd û gerîlayên azadiyê planeke nû ya tunekirinê xiste meriyetê û heta jê hat êriş kir.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi operasyonên şoreşgerî bersiv dan êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi berxwedaneke destanî peyam dan dewleta Tirk a qirker ku gelê Kurd ti carî serî natewîne. Şehîdên me yên leheng ên ku pêşengî ji operasyona şoreşgerî ya li Botanê re kirin, bi rêbaza fedayî ya Apoyî tevlî vê operasyonê bûn û perspektîfa pêwîst a berxwedanê pêşkêşî me kirin. Gelê Kurd jî da ser şopa ewladên xwe yên leheng, dest bi berxwedana xwerêveberiyê kir û nîşanî tevahiya cîhanê da ku dest ji têkoşîna azadî û hebûnê bernade.

Ji sala 2015’an ve têkoşîna destanî ya Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û gelê Kurd bi rengekî heybet û lehengî dewam dike. Çi dagirker çi jî xiyanetkar ên ku emr danîn ber gerîla û ji têgihiştina dîrokê bêpar in, careke din xewn û xeyalên wan şikest û bloka faşîst a ku bi serkêşiya Tayyîp Erdogan li hev kom bûn û rehê şoven û nijadperest a dewleta Tirk ava kirin, li pêşberî têkoşîna azadiyê parçe parçe bûn.

Hevrêyên me Helena, Xwînrêj, Têkoşer, Piling û Dara yên ku bi rêbaza fedayî pêşengî ji Operasyona Şoreşgerî ya Elkê re kirin, di heman demê de wê weke lehengan bên bîranîn ku li Botanê destana berxwedanê nivîsandin, wê rêya me ronî bike û me xurtir bikin. Em ê ala berxwedanê ya ku şehîdên me yên leheng ji me re hiştin bigihînin asta herî bilind û heta azadiya gelê Kurd û gelên bindest hemûyan em ê têokşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Li ser vê bingehê em hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi rêz û minet bi bîr tînin û di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz dixwazin. Li ser şopa şehîdan em ê têkoşînê bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê konferansa xwe ya yekemin pêk anî

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Çalekiya nû, HPG efû nake

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Çalekiya nû, HPG efû nake

LEZGÎN - Çalekiya nû, HPG efû nake

LEZGÎN – Înîsyatîfa Zarokên Agir li Bursa û Stenbolê çalakî pêk anî

LEZGÎN - Çalakiyên Zarokên Agir, Destê Agirê Prometheus li ser serê faşîzmê ye

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16’Ê SIBATA 2023’YAN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.