Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – VI

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/09/2020 - 9:38
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe, Taybet
Reading Time: 8 mins read
A A
TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – II
ParvekeTweet

HEFTANÎN – Di 16’ê Hezîrana 2020’an dewleta tirk a dagirker bi hemû derfetan êrîşên dagirkeriyê li ser herêma Heftanînê da destpê kirin. Gerîlayên HPG/YJA STAR’ê bi berxwedanî û fedaîtiyek mezin êrîşên dagirkeriyê vala derxistin. Di derbarê Berxwedana Cenga Heftanînê de Kordîneya Cenga Heftanînê Batufa Çekdar nerînên xwe ji ajansa me re parvekir.

Dixwazim dewama Vê beşa nivîsa xwe jî bi vegotina berxwedana qada Şeşdara ya di pêşengiya fermandar Esmer, Çîçek, Nûcan û Zelalan de pêşketî re veqetînim. Di dîroka berxwedana tevgera azadiya jin û gêrîlayên YJA STAR de hin kevneşopî hene ku her weke çandekê tên domandin. Yek ji van mînakan her dem di nava şerê herî dijwar de jî hebûna bîrlikên jina azad ên serbixwe ye ku di eniyên herî pêş de cih digirin. Li Heftanîn jî ev kevneşopî bi awayekî herî baş û bi bandor hatiye domandin. Bi taybetî piştî çalakiya fedaî ya fermandar û pêşenga YJA STAR Viyan Soran li herêma Heftanîn a di sala 2006 de kirî û şûn ve bîrlika serbixwe ya vê herêmê bi navê bîrlika ş. Viyan hate binavkirin û wisa dewam kir. Ev birlik pêşî di xweperwerdekirina li ser bingeha pîvanên jina azad de bû mînakeke ku rista akademiyeke jina azad bilîze. Jina ku bû xwedî zanista azadiyê jî dikare di hemû qadên jiyan, têkoşîn û berxwedanê de bibe pêşengeke ku artêşan li peyî xwe bimeşîne, biherikîne qadên berxwedan, şer û serkeftinên mezin. Bîrlika ş. Viyan jî li Heftanîn bi vê misyona xwe ya dîrokî rabû. Yek ji qada bi cihbûn, mewzîbûn û amadekariyên şer a vê bîrlika jinên azad jî qada Şeşdara bû. Ev bîrlika me ya fedaî ya ku ruhê xwe ji Viyanan û cesareta xwe ji fermandar Ezîmayan girtî weke beriya wê di vê sala oparasyona dagirkeriyê ya li ser Heftanîn de û di berxwedana pêngava şoreşgerî ya Cenga Heftanîn de bi rol misyona xwe ya dîrokî ve bû hestiyê piştê û motora coş-kelecana şer û têkoşîneke daîmî ya bilindkirina berxwedanê da. Vê sekina bi biryar a bîlilka ş. Viyan hevalên her kes gelekî bandor kir.

Gotinek heye di pênasekirina taybetmendiyên fermandariyên şer de dibêjin, ‘’şervan neyînika fermandar e. Divê fermandar li şervanên xwe binere û xwe bibîne.’’ Di kevneşopiya van du salên dawî ya vê bîrlikê de vê pênaseya mijara gotinê bi her awayî mafdariya xwe pişte rast kir. Di van du salan de fermandarên fedaî û xwedî cesaereteke ji pola û zanisteke azadiyê ya bilind hevrê Zelal Sîdem, hevrê Esmer Zerdeşt û fermandara ciwan Çîçek Kiçî fermandariya vê bîrlikê kirin. Şervanên xwe weke di her qada jiyanê de bi her awayî bi ruhê tolhildanê yê mezin ve ji şer û berxwedaneke têknebir re amadekirin. Herî dawî jî di şerê qada Şeşdaran de hevrê û şoreşgera mezin Esmer Zerdeşt fermandara vê bîrlika fedaîbû. Hevrê Zelal Sîdem jî fermandara vê eniya-cepheya berxwedanê bû. bîrlika ş. Viyan weke ku ji hişmendiya mêrê dagirker tolê rake, şev û rojên xwe kirin yek xebitîn xwe amadekirin. negotin ev berfe, ev barane, ev germe, çar demsal kirin dema têkoşîn û pêşamadekariyên beriya şer ku ev di şeran de dibe kilîta sira serkeftinên mezin. Lewre ew jinên xwedî zanisteke azadiyê ya mezin bûn. Dizanîn çawa bijîn, ji bo çi şer dikin û çawa şer bikin. Bersiva van pirsan ji bo wan gelekî zelal bû.

3 jinên fermandar ên wisa bihizirin ku her yek ji wan bi kesayeta xwe parçeyê herî xweşik ê Heftanîn e. Yek ji wan jî fermandar Çîçeka Ciwan ku hîna di temenê 18 saliya xwe de di vê bîrlika jinên azad de fermandariya taximekê dikir û bi taybetmendiyên xwe yên xweşik, berpirsiyarî û fedakar ve hemû şervan û fermandarên xwe heyranî xwe dikirin bû. Ew rûyê wê yê biçûk ku hemû paqijî û xweşikî tê dihat dîtin û xweşikbûna hemû kulîlkên Kurdistanê di rûyê xwe de komkiribû. Lê dilê wê bi tolhildan û kîneke mezin a li hember dijmin ve dagirtî bû. Ew kenê wê yê ku her kêliyê weke çirûskên hêviyê her cih ronî dikir. Digot, ‘’dema ez dibînim dijimin li ser vê ax û şîveriyên min lê jiyankirî û têre meşiyame digerin weke ku pêl namûsa min bikİN û ez vê tamûl nakim û nefes nagirim. Lewre ez ê biçim. Lê ehd be ez naçim mirinê diçim tolhildaneke mezin. Ez ê biçim û laîqî navê xwe bibim.’’ Ji ber wê navê fermandar Çîçek Kiçî a mezin rakiribû. Wê bi van hestên tolhildanê berê xwe dabû qada ku dijmin lê. Û digot, ‘’ez ê kîna xwe ferişim ser dijmin û nahêlim dijmin bi rihetî li ser axa me ya pîroz bijî, ez ê vê axa ku ji gêrîla re bûye buhuşt ji dijmin re wegerînim dojehê.’’ Ji kêliya oparasyonê destpêkirî û heta kêliya şehîd bû wê kêlî bi kêlî, gav bi gav dijmin şopand û bi vî awayî bû parçeyek ji kordînekirina vî şerî. Bi vî awayî ew rengê xwe û ruhê xwe yê xweşik tevlî pêngava şoreşgerî ya Cenga Heftanîn kir.

Fermandar Esmer Zerdeşt a ku di heman demê de yek ji berxwedêrên berxwedana Şirnexê bû jî bi dirêjahiya salekê di vê dema oparasyona dijwar de fermandariya vê bîrlika jinên azad kir û dawî mohra xwe li berxwedaneke destanwarî xist. Ew milîtaneke pir alî, têgihiştî û xwedî tercîheke azadiyê ya bilind bû. Bi zanista xwe anskilopediyeke zindî bû. Xwedî zanisteke dîrokî û zekayeke ku her kêliyê dibiriqî û eneriyeke poztîf a herikber bû. Ronakbîreke nivîskar a ku roman dinivîsî bû. Ango nivîskara romanên berxwedanê bû. Kesayeteke nazenîn a bi pîvana estetîkê ya zanista jin ve hatî avakirin bû. Roj û şevên xwe dida perwerdekirin û avakirina jina azad a şerker. Navê ked û fedakariyê bû. xwedî îdayeke azadiyê ya mezin û cesareteke ji pola bû. Di felsefeya jiyanê ya vê fermandara leheng de cihê, tirsê, gotina nabe û xwe dûbare kirinan nebû. Ew yek ji fermandarên di pêngava berxwedana Cenga Heftanîn de her û her çavê wê li serkeftinan bû. Belê ew fermandara kêliyên zehmet bû. Hêz, coş û kelecana hemû bîrlika xwe bû. Wê her digot, ‘’ divê dijimin nikaribe bi rihetî bikeve qada ku jinên azad lê bi cih bûne û çeper girtine. Divê bedala vê pir giran bidin.’’ Bi rastî di fermandariya hevrê fermandar Esmer de hefteyeke sax li qada Şeşdara berxwedaneke rûmetê hate dayîn. Hefteyekê gêrîlayên YJA STAR ê di fermandariya hevrê Esmer de bi kobrayên dijmin re şerkirin. Her roj û şev bi dehan caran ev qad rastî êrîşên hewayî hat. Lê kêliya êrîş disekinin van jinên cesûr toza ser cilên xwe diweşandin û bi doşka, zagros û gelek cûre sîlehên din şerekî dijwar li hember hêzên hewayî yên dewleta dagirker dimeşandin. Di vî şerî de 4 kobra derb kirin. Di vê dema mijara gotinê de bi deh hezaran top, teng, obîs û hawan li ser vê qada Cenga jinên azad hatin şuxulandin. Lê nekarîn vîna van şervan û fermandarên jina azad bişikînin. Lewre roja 25.6.2020 artêşa dagirker ji çar baskan ve bi hemû hêza teknîka xwe ya hewayî û bejahî ve berê xwe da qada Şeşdara û xwest vê eniya berxwedanê bişikîne. Ji ber dijmin jî têgihiştibû ku ev xeta ji Ş. Bêrîvan heta bi boxaza Şeraniş a ku jinên azad diparêzin rista hestiyê piştê ya herêma Heftanînê dilîze.

Berdewam dike……

https://www.nuceciwan51.com/ku/2020/09/12/taybet-kordineya-cenga-heftanine-keliyen-berxwedan-u-cenge-viii/

 

https://www.nuceciwan51.com/ku/2020/09/11/taybet-kordineya-cenga-heftanine-keliyen-berxwedan-u-cenge-iiii/

TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – III

TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – II

TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – 1

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Qamişlo beşdarî pêngava “Bes e ji dagirkeriyê re dem dema parastina şoreşê ye” bûn

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Ji Gerîla li Heftanînê çalakiyeke sekvanî: Leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Bi Wêneyan Berxwedana Cenga Heftanînê – II

LEZGÎN - Ji Gerîla li Heftanînê çalakiyeke sekvanî: Leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin

LEZGÎN – Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê 12 wesayit, galeriyek û depoyek şewitandin

LEZGÎN - Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê 12 wesayit, galeriyek û depoyek şewitandin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.