Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – V

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/09/2020 - 8:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe, Taybet
Reading Time: 8 mins read
A A
TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – II
ParvekeTweet

HEFTANÎN – Di 16’ê Hezîrana 2020’an dewleta tirk a dagirker bi hemû derfetan êrîşên dagirkeriyê li ser herêma Heftanînê da destpê kirin. Gerîlayên HPG/YJA STAR’ê bi berxwedanî û fedaîtiyek mezin êrîşên dagirkeriyê vala derxistin. Di derbarê Berxwedana Cenga Heftanînê de Kordîneya Cenga Heftanînê Batufa Çekdar nerînên xwe ji ajansa me re parvekir.

Batufa di berdewamiya nirxandina xwe de wiha got; ” Elbet vî ruh, fedakarî û fedaîbûnê bi xwe re encamên mezin anîn. Serê pêşî hemû hesabên dijmin serobinî hev kirin. Ruxmê ku hemû hêza teknîka Nato da pêş xwe û li pişt wê teknîke xwest gav bi gav pêş de were jî, lê nekarî bi bandora tekinîkeke wisa wêranker ve jî vîna ji pola a şervanên azadiyê bişikîne. Berovajî hesabên artêşa dagirker a Turk û şefê wê yê şerê taybet Erdoğan gêrîla bi taktîk û teknîka gêrîlayên moderin ya di her qadê de xwe nû kirî bersiveke hişk a ku weke sîleyekê li ser çavê dagirkeran bikeve bersiv da. Vîneke ji pola di pêşngiya şehîdên me yên bi rûmet û fedaî de derkete holê. Bi vê pisporiya gêrîla ya ku xwe di her warî de nû kirî ve ne tenê teknîka dijmin vala derket. Di heman demê de dijmin ji teknîka wan bê bawer kir û bandora dopîngên Erdoğan bi rêbazên şerê taybet dabû leşker, kontra-çeteyên xwe xilas bû xwe bi carekê di cîhana rastî a şerekî dijwar de bê çare li hember gêrîla dîtin. Lewre vê rastiyê bi carekê vîna leşkeran şikand û li sendoroma Nisêbîn û Sûrê êdî sendoroma Heftanîn jî di nava leşkerên artêşa Turk a dagirker de zêde bû. Sendroma Sûrê di pêşengiya Çiyager û Nûcanan de ya Nisêbînê di pêşengiya Xebatkar û …..anan de û ya Heftanîn jî di pêşengiya fermandar Esmer, Zelal û Mezlûman de pêşket. Sendromeke wisa ye ku heta niha bi sedan leşkerên artêşa dagirker ji ber tirsa mirinê pîskolojiya wan xirab bû, xwe birîndarkirin, nexweşkirin û ji bo ji qada şer derkevin xwe avêtin erde. Dîsa yên em pê hesiyan heta niha ji 125 zêdetir leşkerên xwe firoş ên bi peryeyan tên şerê li hember gêrîlayên azadiyê îstîfa kirine û ji artêşê veqetiyane. Dîsa di navbera leşkerên dagirker û cerdevanan de jî pevçûn derketin. Sedemên van pevçûnan jî ji ber leşkerên artêşa dagirker ên Turk newêrin bi pêş de werin, lewre weke me di serî de jî anîbû ziman her cerdevan û kontrayan didin pêş. Lewre her ew dibin hedefa gêrîla û di rewşeke wisa de êdî ew jî vê ranakin û dibe sedema nerazîbûnên ku rê li pevçûnan vebike. Aha di van mînakan tevan de jî tê dîtin ku sendroma Heftanîn bûye kabûseke kujer di nava leşkerên artêşa dagirker de. Bi cewherî rewşa mehmetcikên Silêman Soylû û Şefê wî Erdoğan a ku her roj bi gotinên şerê taybet wan dikin leheng gelekî xirab û kambaxe. Ewqas xirabe ku êdî dengê derewê Soylû û Erdoğan jî nabihîzin. Ji ber êdî zikê wan ji wan gotinan têr bûye û bi rastiya herî vekirî ya lehengî û vîna gêrîlayên azadiyê re rû bi rû hatin.

Elbet bê mezinkirin bilançoya vî şerî di warê maddî û manewî de ji bo artêşa dagirker gelekî giran û rûxîner bû. Her tepeyekî Heftanîn ji 50 caran zêdetir bi balafirên şer bombebaran kirin. Bi deh hezaran obîs, hewan avêtin. Hema bêje rojane hejmara balafirên keşfê ya li ser herêmê di navbera 15-20 de çû û hat. Dema dixwestin tepeyekî bigirin 5 keşîf bê navber li ser kilît dibûn. Car hebû li ser hev 5-8-10 caran balafirên keşfê hevalik me hedef digirt û lê dida. Lê rûxmê wê jî hevalên me xwe xilas dikirin û dema leşkerên dagirker dixwestin gavekê bi pêş de werin heman wan gêrîlayên fedakar yên ku dijmin dihizirî ew bê bandor kirine derdiketin pêşiya dijimin û derbayên giran li leşkerên dagirker didan. Vê sekna bi pisporî û fedayane ne tenê leşkerên dagirker dixistin nava şoqekê, di heman demê de wezîrê wan Hulusî akar jî kire nava şoqeke mezin û ji teknîka xwe bê bawer bû. Lewre êdî baweriya xwe neda 5 keşfên xwe yên li ser Xantûr top, teng, balafirên xwe. Ji Mîta xwe xwest ku îstîkbareta erdê bixin dewrê û cihên ku gêrîla lê doşkayan bikartînê diyar bikin. Ev jî mînakeke baş a ku rastiya artêşa Turk û teknîka wan radixîne ber çavan e. Heman demê rastiya zanist û hunera şer a gêrîlayên modêrin û xwedî vîn-baweriya azadiyê jî bi şêwazeke herî baş vedibêje.

Ji aliyekî ev rewşa ku hêzên dagirker ne li bendê bûn û ji aliyê din ve jî kesên ku komkirine û anîne bi me re dide şerkirin derfet dide rejîma AKP-MHP rastiyan veşêre. Ji ber hemû leşkerên  hatin vê oparasiyonê ew leşkerên ku Erdoğan ew bi bê karî û birçîbûnê terbiye kirine û bi pereyan kirine ne. Lewre dewleta dagirker bi sedan kuştî dan lê heta niha hajmara kuştiyên xwe yên eşkerekirin hermara tiliyên du destan derbas nake. Çima ji ber bi leşkerên bi pere, çete û kontrayê xwe re pêş de peyman mohr kirine ku hûn mirin ez li we xwedî dernakevim. Wan jî ev qebûl kiriye. Bi vî awayî tedbîra xwe ya windahiyên giran veşatinê girtiye. Malûm yên dimirin dîsa zarokên gelin. Ya girîng seraya Erdoğan di parastinê de ye. Dikarê rojê ne sed leşkerî û kontrayan bi hezaran bike qurbana desthilatiya xwe û xeyalên xwe yên împaratoriyê. Lê aliyekî vê yê din jî ew e ku nikare tebloya binkeftina xwe vebêje û dîsa serî li rêbazên şerê qirêj ê bê dide û bi derewan civaka xwe dixapîne. Lê belê em li hember vê rastiyê matmayî namînin. Jixwe em hemû jî dizanin ku hişmendiya desthilatdariya Erdoğan û hevkarên wî li ser derew û xapandina civakê hatiye hûnandin. Lê her ku diçe maskeya ser rûyê wan dikeve. Êdî pêşî berxwedana gêrîla, têkoşîna jina azad û gelek beşên civakê cesaret da gelek derûdoran ku bêjin, ‘’Kral Çiplaqe.’’! Bila ew her di nava hewldanên veşartina rastiyan de bin. Lê êdî dengvedana gotina ‘’Kral Çiplaqe’’ belav dibe, olan dide û pêl bi pêl li çar aliyên welêt balav dibe.

Baş e ev hêz, îrade, bawerî, biryardarî û qabiliyeta gêrîlayên azadiyê ya di şerekî ewqas ne adîl de ji kû tê û ev hêzeke çawa ye. Me beriya vê jî gotibû ku sala oparasyona hêzên dagirker û pêngava diberî vê ya şoreşgerî ya berxwedana Cenga Heftanîn temam dibe. Dema em gavekê disekinin û li demsal, roj û kêliyên vê Cenga rûmetê dihizirin dibînin ku gelek sirên vê serkeftinê hene. Bêgoman derfeta me ya em ziraviyên van siran tevan vebêjin nîne. Lê bi serbilindî dikarin bêjin ku sira serkeftina vê berxwedanê ya bingehîn û yekemîn hebûna milîtan û şervanên xwedî fersefeya APOGERIYE. Ya duyemîn jî sekin û peşengtiya bi biryar a jina azad a hêza me ya artêşa fedaîyan YJA STAR e. Bêgoman her şer pêşî di amadekariyan û motîvesyoneke baş de tê qezenckirin ev jî yek ji toriya hunera şer a em ji Rêber APO fêrbûne ye.

Berdewam dike……

https://www.nuceciwan51.com/ku/2020/09/11/taybet-kordineya-cenga-heftanine-keliyen-berxwedan-u-cenge-iiii/

 

TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – III

TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – II

TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – 1

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan ên Têkoşer li Helebçe wêneyên bi nivîs daleqandin

Nivîsa Pêş

HBDH: ‘Zarokên baş’ ên AFC ên 12’ê Îlonê hê jî li ser kar in

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HBDH: ‘Dehaqê zalim ê vê serdemê; desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye’

HBDH: ‘Zarokên baş’ ên AFC ên 12’ê Îlonê hê jî li ser kar in

LEZGÎN- Ji bo jiyana Leyla Guven, her kes dakevin qadan!-NÛ BÛ

‘Dem dema azadbûna Rêber Apo, dawîkirina qirkirin û dagirkeriyê ye'

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.